Bêçekkirina Şengalê ferman e
Çarşem 25 Sibat 2026 - 03:55

Endamê Desteya Sulhê ya Şengalê Meşel Hecî û Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel diyar kirin ku gelê Şengalê û hêzên wê yên parastinê ji bo parastina xwe çek rakirine û ev peyam dan: “Îro yên Şengalê diparêzin zarokên me ne. Di bin navê fermîkirina çekan de dixwazin gel bê parastin bihêlin. Bêçekkirina Êzidiyan, tê wateya fermaneke nû.”
Endamê Desteya Sulhê ya Şengalê Meşel Hecî û li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Neam Bedel, têkildarî zext û planên dawî yên li ser Şengalê axivîn.
Meşel Hecî di destpêka axaftina xwe de bang li rayedarên Iraqê kir ku îradeya Êzîdiyan nas bikin û wiha got: “Em dengê xwe digihînin hemû berpirsên Iraqê, civaka me paşguh nekin û her roj bi hincetên cuda îradeya me nekin hedef. Em li ser axa xwe dijîn û dixwazin di bin ala Iraqê de xwedî maf bin. Lê mixabin, em dibînin ku Iraq her roj çarçoveyekê ji xwe re datîne û dixwaze îradeya me bişkîne.’’
Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî bal kişand ser metirsiya fermaneke nû û diyar kir ku her planek li ser Şengalê, berdewamiya roja reş a 3’yê Tebaxê ye û wiha axivî: “Di bin navên cuda de dixwazin fermaneke nû rakin. Ev plan bi destê beşek ji rayedarên Iraqê tê meşandin. Kesên ku van planan datînin, xwedî zihniyeta DAIŞ’ê ne. Divê hikûmeta Iraqê rê nede van planên nexêrxwaz.”
Neam Bedel bang li dewletên ku komkujiya Êzîdiyan wekî “jenosîd” nas kirine kir û axaftina wiha domand: “Em bang li hemû welatên ku jenosîd nas kirine dikin, rê li ber jenosîdeke nû bigirin. Eger rê li ber van planan neyê girtin, armanc qirkirineke din e. Her wiha bang li hemû dostên civaka Êzidî dikin ku xwedî li Şengalê derkevin.”
ROJNEWS/ŞENGAL













