Em ê Şengalê radestî kujeran nekin

Çarşem 25 Sibat 2026 - 04:00

  • Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celoyê bal kişand ser gefên li Şengalê tên xwarin û got:"Civaka Êzidî ne civaka berî 2014''an e. Em ê li hemberî êrişan bisekinin. Em ê Şengalê teslîmî kujerên Êzidîyan nekin." 

Piştî gefên Wêzîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şengalê xwarin, tevgera leşkerî li herêmê zêde bû. Artêşa Iraqê di 22'ê Çileyê de bê agahiya Asayîşa Êzidxanê li Newala Kersê ya bajaroka Sinûnê cihekî leşkerî ava kir. Artêşa Iraqê, dîsa herçiqasî gefên DAIŞ'ê berdewam dikin jî çekên di destê gel kom dike. Ev yek planên nû yê li hemberî civaka Êzidîyan nîşan didin. Heman plan, di demeke nêzîk de li Rojava ketibûn meriyetê. Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celoyê geşedanên dawî ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin. Cîhan Celoyê bi bîr xist ku êriş û gefên li ser Şengalê ne nû ne û got:"Piştî êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha tê xwestin ku heman êrişan li Şengalê bikin. Di êrişên li Rojava de rasterast destê Tirkiyeyê hebû. Dewletên navneteweyî yê ku dixwazin planên xwe li Rojhilata Navînê bixin meriyetê piştî Sûriyeyê dixwazin li Iraq û Îranê van planan berdewam bikin."

Şengal di bin xeteriyeke mezin de ye 

Cîhan Celoyê bal kişand ser êrişên li ser Rojava û got:"Zihnîyeta ku 15'ê Sibatê Serokatî teslîmî Tirkî kir û zihnîyeta ku îro pêşiya êrişan vedike yek e. Dixwazin qada êrişan berfireh bikin. Ji bo vê yekê niha îradeya civaka Êzidî tê hedefgirtin. Vê yekê jî bi destê artêşa Iraqê dikin. Îro civaka Êzidî ya ku li hemberî DAIŞ'ê şer kir di bin gefxwarinê de ye. Şengal dibin xetereyeke mezin de ye. Ev xetere ji xetereya 2014'an mezintir e. Wê demê DAIŞ’ê êriş kir, lê niha bi destê dewletan dixwazin êriş bikin. Êriş, gefxwarin, bêdengiya dewleta Iraqê nîşan dide ku ev planên qirêj wê bi destê dewleta Iraqê bikevin meriyetê." Cîhan Celoyê anî ziman ku heya îro Rêveberîya Xweser a Şengalê û Hikûmeta Iraqê tu carî nehatine hemberî hev û got:"Asayîşa Êzidxanê tenê civaka Êzidî ya dibin gefa qirqirinê de ye diparêze. Hedef û armance me tenê ev e. Îro çima dixwazin vê îradeyê lawaz bikin? Ji ber ku di 2014'an de DAIŞ negihîşt armanca xwe û civaka Êzidiyan bi komî qir nekir. Civakê ji her demê zêdetir xwe rêxistin kir û li hêza xwe xwedî derket. Ev yek planên qirêj vala derxist. Li Iraqê gelek civak xwe bi xwe bi rê ve dibin. Lê ji bo Êzidiyan ev yek nayê erêkirin. Ji ber ku dixwazin planên xwe yên qirêj bixin meriyetê. Li Iraqê alozî hene. Serokkomar û serokwezîr ne diyar in. Niha hikûmeta Iraqê dixwaze hêza xwe li ser Şengalê nîşan bide. Di nava Hikûmeta Iraqê de kesên bi Tirkîyê re girêdayî hene. Civaka Êzidî ne civaka berê yê. Eger planên Şengalê bigihin armanca xwe wê demê wê hemû Başûr bikeve xetereyê. Hêzên ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê kirin niha dixwazin Peymana Sykes-Pîcotê nû bikin." 

Hebûna Êzidiyan hebûna gelê Kurd e 

Cîhan Celoyê anî ziman ku êrişên li ser Şengalê wê ji êrişê Rojava mezintir bin û got:"Civaka Êzidî hem ji bo zimanê xwe hem jî ji bo ola xwe dibin gefa de ye. Li hemberî vê yekê gelê me divê şiyar be. Divê gelên me li hêza xwe xwedî derkeve. Divê tu kes pişta xwe nede hêzên derve. Dewlet û rêxistinên ku civaka Êzidî naskirine divê li vê naskirina xwe xwedî derkevin. Eger îro civaka Êzidî li hemberî van êrişan nesekine Êzidî wê tune bibin. Êzidî niha li Şengalê jiyana xwe berdewam dikin. Li Şengalê Êzidî tune bibin wê li cîhanê tune bibin. Divê hemû kes li vê civakê xwedî derkeve û îradeya wê nas bike. Dixwazin bi êrişan demografiya Şengalê biguherînin. Wê kujere Êzidiyan li Şengalê bicîh bikin. Em ne li hemberî ku kesek vegere mala xwe ne, lê kesê deste wî di xwîna Êzidiyan de heye, li hember wan helwesta me zelal e. Em ê li hemberî êrişan bisekinin. Em ê Şengalê teslîmî kujere Êzidiyan nekin. Em dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Gelê Kurd çawa di 2014'an de li civaka Êzidî xwedî derketibe divê îro jî xwedî derkeve. Hebûna Êzidiyan hebûna gelê Kurd e. Me 74 ferman derbas kirin. Em hevalê xwe jî, dijminê xwe jî baş nas dikin. Kî xwedî li me derket em baş dizanin."

MA/EMRULLAH ACAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.