Bila Iraq YBŞ-YJŞ’ê nas bike

Pêncşem 26 Sibat 2026 - 03:45

Di pêvajoyek ku gef û metirsiyên li ser Şengalê zêde bûne de, liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê bi taybet jî hewldana bê parastin hiştina civaka Êzidî, dibe mijara nerazîbûnên cidî yên civaka Êzidî. Bi taybet jinên Êzidî, diyar dikin ku ew ê careke din rê nedin ku Şengal, civaka Êzidî û bi taybet jinên Êzidî bê parastin bimînin. Jinên Êzidî her wiha bang li hikumeta Iraqê dikin da ku hêzên parastina Şengalê yên weke YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê ji aliyê dewleta Iraqê ve bi fermî werin naskirin û Şengal li ser vê esasê were parastin.

Em ê xwe bê parastin nehêlin

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo anî ziman ku di rewşa heyî de ku gefên mezin li ser Şengalê hene, ti kesekî zana û xwedî aqil xwe bêçek û bê parastin nahêle û got:’’Eger çekên me ji me bigirin wê axa me jî ji me bigirin, wê fermana 2014’an careke din bi serê me de bînin. Heya niha jî keç, jin û zarokên me di destê DAÎŞ’ê de ne. Eger çavê me jî derkeve em çekên xwe teslîm nakin. Ji ber ku baweriya me bi ti kesî nayê. Zarokên me, YBŞ parastina me dikin. Em ê mil bidin milê hev û parastina xwe bikin. Em çawa ji artêşa Iraqê bawer bikin, di fermanê de parastina me nekirin. Ez bang li hemû Êzidiyan dikim ku ti kes sîlehê xwe teslîm neke. Îro sîleh ji me bibin wê sibe cih û warê me ji me bibin û teslîmî dewleta Tirk bikin.’’

Divê Êzidî bi xwe parastinê bikin

Endama Akademiya Jîneolojî ya Şengalê Besê Avesta jî bibîr xist ku beriya fermana 2014’an jî artêşa Iraqê çekên di destê gel de kom kirin û got:’’Dixwazin sala 2014’an li me nû bikin. Eger îro em sîlehên xwe bidin artêşa Iraqê, Êzidî wê di fermaneke nû re derbas bibin. Eger dewleta Iraqê dixwaze parastina me bike, hêzên me hene. YBŞ û YJŞ hene ku di fermanê de li hemberî DAÎŞ’ê şer kirine. Çend gund û bajarên Iraqê bi destê keç û xortên Êzidî hatine rizgarkirin, bila wan hêzan resmî bikin. Eger dixwazin parastina Êzidiyan bikin, divê parastina Êzidiyan ji Êzidiyan ava bibe. Divê Şengal weke herêmeke Iraqê were qebûlkirin. Her wiha em dixwazin civaka Êzidî jî tifaqa xwe çêbike.”

ANF/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.