Li ser Şengalê xeteriyên mezin hene

Duşem 23 Sibat 2026 - 03:55

Endamê Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê Azad Hisên, li ser rewşa dawî ya herêmê, gefên li ser civaka Êzidî û Şengalê axivî û da diyar kirin ku ew saziyên Êzidiyan ku wekî hincet ji aliyê hinek derdoran ve tên nîşandan, di dema fermanê de ji bo civaka Êzîdî biparêzin hatine rêxistinkirin û got:“Ji roja ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pêkir, heta niha metirsiyên êrişên li ser Şengal û giştî Iraqê heye. Ev demeke li ser hikûmeta Iraqê zext têne kirin û armanca van zextan, saziyên me yên ku di dema fermanê û piştî fermanê hatine rêxistin kirin dikine hincet û dixwazin li Şengalê aloziyan derxînîn. Me wekî rêveberiya xweser a Şengalê li ser vê mijarê ji bo raya giştî daxuyanî dabû ku em amede ne hemû pîrsgirêkên xwe bi rêyên diyalogê bi hikûmeta Iraqê çareser bikin.” Azad Hisên balkişand ser berxwedana civaka Êzîdî ya li hemberî êrişên DAIŞ’ê û rizgar kirina Şengalê û got:“Di sala 2014’an de li ser Şengalê, bi taybetî liser Êzîdiyan jenosîd hate pêkanîn, axa Şengal hate dagir kirin, gelê me hemû koçber bû. Şengal beşekî ji axa Iraqê ye ev beşa Iraqê me bi berxwedaniyê ji dest DAIŞ’ê rizgar kir. Eger êrişêk dîsa li ser Şengalê pêk were em ê bi hikûmeta Iraqê ve axa xwe dîsa biparêzin. Daxwaza me bi rêyên yasayî bi hikûmeta Iraqê re van pirsgirêkên xwe em çareser bikin. Deriyê me hertim ji bo diyalogê vekiriye.” Azad Hisên li ser guhertinên ku li heremê rûdidin û bandora wan a li ser Êzidiyên Şengalê jî got:“Em îro dibînîn li ser Şengalê xeteriyên mezin hene. Li Surî hikûmeta Şera, bi sedan endamên DAIŞ’ê ku di zîndanan de bûn bi efûyekî gîştî derxistine û serbest berdan. Serbest berdana endamên DAIŞ’ê ji bo Şengalê xeteriyekî mezin e. Liser van xeteriyan eger hemû hêz û hikûmeta Iraqê em nebin yek ewê parastina Şengalê bi zehmet bê pêkanîn. Ji ber sînorên navbera Şengal û Sûrî niha hemû destê hikûmeta Şera de ye. Di navbera sînorê Sûrî û bajarê Şengalê de jî du saete. Ev rewş ji bo Şengalê xeteriyekî mezine. Ji ber wê divê em pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Li herêmê alozî û pirsgirêkên mezin hene, di navbera DYE-Îsraîl û Îranê, ên di navbera Îsraîl, Iraq û Haşdî-Şeabî de hene. Herî dawî em dibêjin, pewîste pirsgerêkên heyî di demekî nêz de bêne çareser kirin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.