Îtîrafa bi darê zorê: ‘Diyaloga dostane’
Sêşem 24 Sibat 2026 - 01:45

Ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, rejîma Îranê îtîrafên bi zorê yên xwepêşanderên girtî belav dike. Berpirsek ser bi rejîma Îranê ragihand ku îtîrafan wek ‘diyalogek dostane’ bi nav kir û dixwaze medyaya xwe bêguneh bike. Berpirsê Dezgehên Medyayê yên Seda û Sîma yên ser bi rejîma Îranê Peyman Cebel di hevpeyvînek dawî ya li gel ajansa nûçeyan a ILNA de qala belavbûna îtîrafên bi zorê li ser televîzyonê kir. Peyman Cebel ragihand ku ‘piraniya îtîrafên zarokên di bin temenê 18 salî de têne girtin, bi bernameyek şêwazê guftugoyek dostane têne girtin û got:“Em îtîrafan wernagirin û ne li cihên binçavkiriyane. Em tenê îtîrafên ku ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve têne şandin diweşînin. Dezgehên ewlehiyê wê van îtîrafan ji hemû dezgehên medyayê re bişînin.”
Ev di demekê de ye ku ji destpêka xwepêşandanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve bi destê hêzên rejîma Îranê bi hezaran kes hatine qetilkirin, bi deh hezaran hatine binçavkirin û girtin. Berpirsê dezgehên medyayên Sîda û Sîma Peyman Cebelî bi vê hevpeyvîna ku herî dawî dixwaze bi hevoka ‘diyaloga dostane’ li şûna ‘îtîrafkirina bi zorê’ bikarbîne ku berpirsyariya vê yekê ji ser medyayên girêdayî rejîmê rake û bêguneh bide nîşan dan. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev daxuyanî li gorî rastiya medyaya Îranê nagunce, ji ber ku medyaya serbixwe an rexnegir qet nikarin bigihîjin vê naverokê û ev dane tenê ji medyaya girêdayî rejîma Îranê re têne dayîn.
Belavkirina van dîmenan beriya darizandinê û biryara dawî ya dadgehê, binpêkirinek eşkere ya texmîna bêgunehiyê ye. Dema ku ev wêne û dîmen li ser televîzyona fermî ya rejîmê têne weşandin, temaşevan wan kesan wekî ‘sucdar’ an ‘teşwîqkarê bêaramiyê’ dibînin.
NAVENDA NÛÇEYAN














