Bi deqên qehweyê fîncanek ax

Nûçeyên Jin

Çarşem 27 Gulan 2026 - 18:00

  • Şêwekar Sarya Melek Demîr li Amedê pêşangeheke bi navê “Fîncanek Ax” vekir. Wê di vê pêşangeha xwe de bi rêya qehweyê tabloyê jinan xêz kiriye û dibêje; “Her xêza li ser rûyê jinan ji bo min berxwedan, jiyan û hêvî ye.”

 

Pêşangeha bi navê “Fîncanek Ax” ku ji aliyê Wênesaz Sarya Melek Demîr ve bi rêbaza boyaxkirina qehweyê ya li ser kaxezê hatî amadekirin, hat vekirin. Pêşangeha ku li Dêra Mar Petyun a Keldaniyan hat vekirin, bala hunerhezan kişand. Di pêşangehê de gelek babet cih girtin; ji geroka keda ku bi wesayîtekî darîn barê jiyanê li ser milên xwe hildigire, heya kêliya pêçandina titûnê ya li kaxezê zirav û keda li ser serê tiliyan; ji kevoka spî ya sembola aştiyê ku ji nav avahiyên dîrokî ber bi ezmên ve difire, heya raboriya hevpar, ji dengbêjên ku dîroka devkî ya Mezopotamyayê vedibêjin, heya dayikên laçik spî yên sembola aştiyê, ji deqên jinên Kurd û çîrokên wan, heya qêrîna aştiyê ya ku ji Minareya Çarling a ku Tahîr Elçî lê hatibû qetilkirin bilind dibe. Sarya Melek Demîrê der barê pêşangeha ku eleqeyeke mezin dît de, axivî.

Sarya Melek Demîrê anî ziman ku ev pêşangeha wê ya yekemîn a şexsî ye û diyar kir ku wê pêşangeha “Fîncanek Ax” bi deqên qehweyê çêkiriye. Sarya Melek Demîrê anî ziman ku wê metafora axê bikar aniye û ji mîtolojiyê heya îro jin û axê wekî hev dîtiye û ev tişt got: “Min xebateke bêtir li ser jinan kir. Ji ber wê yekê ez li ser portreyên jinan xebitîm. Her xêza li ser rûyê jinan ji bo min berxwedan e, jiyan e, hêvî ye, şahî ye. Min hewl da ku van tiştan bi şêwaza xwe bînim ziman.”

Sarya Melek Demîrê diyar kir ku wê xebata pêşangehê berî 2 salan qedandiye û îro pêşkêş dike û wiha pê de çû: “Mijûlbûna bi hunerê re, wek jinek hunermend û pêkanîna vê yekê zehmet e. Her xebatek rojên mirov, mehên mirov digire û mirov bi sebir dixebite. Wekî ku min got, divê tu wateyê bidî her xêza li ser rû, her rengê di çavan de û divê tu vê yekê hest bikî û bijî.

Têkiliya jinê ya bi ax û jiyanê re

Sarya Melek Demîrê destnîşan kir ku jin her tişt e; ax e, jiyan e, kevneşopî ye, ziman e, çand e, reng e û bal kişand ser fîgurên jinan ên di pêşangehê de. Sarya Melek Demîrê diyar kir ku wê xwestiye bi vê pêşangehê çanda ji raboriyê tê nîşan bide û jiyana îro jî bide xuyakirin û rave kir ku wê avahiyên kevirîn û herêmên qedîm jî di berhemên xwe de bi kar anîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Sedema ku cihê pêşangehê Dêra Keldaniyan e jî pirrengî û bihevrebûn e. Min xwest ez aştiyê bi bihevrebûnê bihûnim. Jin neçar in li her derê li ber xwe bidin. Min xwest ez van tiştan nîşan bidim. A rast, govendgirtin bixwe jî dibe berxwedan. Min xwest ez tenê di nêrînekê de jî berxwedan, hêrs, west û têkoşînê vebêjim. Min xwest ez sekn û berxwedana jinan bi qasî ku ji destê min tê derxim holê. Armanca min civakîkirina aştî û hunerê bû. Aştî pir girîng e, min bi taybetî ji ber wê yekê laçikên spî nexşand."

Sarya Melek Demîr kî ye?

Sarya Melek Demîr di sala 1986’an de li Kirşehîrê ji dayik bû. Wê Zanîngeha Anadolu ya Eskîşehîrê, Beşa Mamostetiya Pêşdibistanê qedand. Paşê, Sarya Melek Demîr Beşa Mamostetiya Wêneyê a Zanîngeha Dîcleyê qedand.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.