Bi kirinên tacîzê re rû bi rû ne

Duşem 23 Sibat 2026 - 02:45

Girtiyên li Girtîgeha Hehmar 2 a Ewlehiya Bilind a Dumlu ya Erziromê, di axaftina li ser telefonê binpêkirinên li ser wan ji malbatên xwe re ragihandin. Girtiyê ku nexwest navê xwe parve bike bi rêya malbatê di qeyda deng de ev tişt parve kir:’’Di 16’ê Sibatê de gardiyanê ku me ji bo hevdîtinê derxist, lêgerîna wî di asta tacîzê de bû. Qeyda kamerayê jî heye. Di lêgêrina li ser laş de nexasim singa me, ran û pişta me 34 caran lêgerîn kir. Dema me nerazîn nîşan da got ‘lêgerîna min wiha ye. Rêziknameya min wiha ye.’ Têkildarî vê yekê min daxwazname ji mudirê girtîgehê re nivîsî û serlêdana gilî kir. Ji ber ku mûdire girtîgehê gardiyanên wiha diparêze, li ser qeydên kamerayê destwerdanan dike û ji ber vê giliyên me bê encam dimîne. Em niha bi lêgerînên wek tecawizê yên wî gardiyanî re rû bi rû dimînin. Heke carekî din ew gardiyan were ji bo parastina rûmeta xwe em ê ji odeyê dernekevin. Ji bo vê em neçar in ku tevdîrekî wiha bigirin. Ji ber ku mudirê girtîgehê piştgiriyê dide tacîzên wiha û wan diparêze, sepanên wiha tên kirin. Em bi rêya malbatê bangî saziyên têkildar ên dewletê û raya giştî dikin. Li vir rûmeta mirov tê binpêkirin. Mafê me yê herî bingehîn jî bi kirinên tacîzê tên astengkirin. Em ji bo vê bangî raya giştî dikin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.