Girtiyên nexweş li berxwe didin

Duşem 26 Çile 2026 - 03:20

Hevseroka TUAY-DER’ê Rengîn Karabulut destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên nexweş didomin û wiha got: “Pêkanîna dermankirina bi kelepçeyê li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hejmara girtiyên nexweş her diçe zêde dibe û binpêkirinên mafan tevî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ didomin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 28’ê Nîsana 2025’an de li girtîgehan herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên Komeleya Alîkarî û Pişevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (TUAY-DER) li girtîgehan girtiyên nexweş di alî dermankirinê de pirsirêkên cidî dijîn.

Hevseroka TUAY-DER'ê ya Wanê Rengîn Karabulut da zanîn ku tevî pêvajoya didome binpêkirinên mafan li girtîgehan didome.  

Rengîn Karabulut daxuyakirin ku pêvajo di pratîkê de yek alî dimeşe û wiha balkişand ser pirsgirêkên li girtîgehan: “Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Girtiyên nexweş hîna girtî ne. Li herêma Serhedê niha 101 girtiyên nexweş hene. Li girtîgeha Tîpa F'yê nexweşekî pençeşêrê yê asta çaran heye. Her roj dibin nexweşxaneyê lê bi wesayîta rîngê bi kelepçe dibin dermankirinê. Ev rewş ji nexweşiya pençeşêrê girantir e. Girtiyên nexweş ên hefteyê 2-3 caran krîza dil derbas dikin, hene.”  

Tecrîd dewam dike

Rengîn Karabulut wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajoya tê meşandin di alî girtiyan de hêviyek cidî afirand. Lê di vê astê de hêvî her diçin qels dibin. Ev ne tenê li girtîgehan di alî malbatên girtiyan de jî em dibînin. Ev nikare bê qebûlkirin. Divê demildest gav bên avêtin. Divê şertên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Divê tecrîd bê rakirin. Pêkhatina hevdîtinan nayê wateya rastkirina şert û mercan. Ev jixwe mafên qanûnî ne. Li girtîgehan zext zêde bûne. Her roj înfaza bi dehan girtiyî tê taloqkirin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

JINNEWS / WAN / BUŞRA TÛRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.