Girtiyê nexweş kelemçe kirin

În 12 Kanûn 2025 - 03:35

Haci Alagaş ku li girtîgehê krîza dil derbas kir, hefteyekê di beşa çavdêriya awarte de hem dest hem jî piyên wî kelemçekirî hate ragirtin. Keça Alagaş, Sofya Alagaş banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên sala 2025’an; hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê jî 5 jê rewşa wan giran bi giştî 19 girtî hene. Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariyê Bilind a Sulucayê jî 4 jê rewşa wan giran bi giştî 20 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş ê li Sulucayê tê ragirtin jî Haci Alagaş ê 68 salî ye. Alagaş, di 25’ê Mijdarê de li girtîgehê krîza dil derbas kir. Li ser vê yekê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Edeneyê û 2 caran anjiyo bû. Alagaş, hefteyekê di beşa çavdêriya awarte de hate ragirtin û di vê demê de hem dest hem jî lingên wî kelemçekirî bûn. Hêj tedawiya Alagaş temam nebûbû ku dîsa şandin girtîgehê.

Keça Alagaş, Sofya Alagaş têkildarî rewşa bavê xwe axivî û got ku bavê wê rastî binpêkirinên mafan tê. Sofya Alagaş, got: “Bavê min hefteyekê di beşa çavdêriya awarte de ma. Di vê demê de hem dest hem jî piyên wî kelemçekirî bûn. Li wir du caran anjiyo bû. Haya me tu yek ji van nebû. Piştî ku hevalên wî yên qawîşê li me geriyan me hay jê bû. Rojek piştî ji beşa çavdêriya awarte derxistin jî birin girtîgehê. Ji şert û mercên tedawiyê yên bijîşkan pêşniyar kiribûn bêpar hate hiştin. Divê bavê min bi rêkûpêk xwarinên diyetê bixwe, sporê bike û dermanên xwe bi kar bîne. Lêbelê ev hefteyeke girtîgehê xwarina diyetê nedaye. Tevî ku sê daxwazname nivîsandiye le dîsa jî encamek jê negirt. Dermanên wî jî gelek caran bi hefteyan tên derengxistin. Dema derketina hewşê saetek e û tevî ku sê kes di qawîşê de dimînin jî cihê wan ji bo kesekî ye.”

MA /EDENE/HAMDULLAH YAGIZ KESEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.