Girtiyên nexweş berdin

Şemî 6 Kanûn 2025 - 03:30

Hevserokê AATUHAY-DER'ê Zahir Akalin diyar kir ku girtiyên nexweşên giran nayên dermankirin û mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin û banga "Dest ji van pêkanînan berdin, girtiyên nexweş berdin" kir.

Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyan li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Hat ragihandin ku girtiyên nexweş, bi taybetî yên li girtîgehên herêma Behra Spî, mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin û di wext de sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Hevserokê Komeleya Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Akdenîzê ya Edeneyê (AATUHAY-DER) Zahir Akalin destnîşan kir ku girtiyên li Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sûlûca ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar tên hiştin.

Zahir Akalin ragihand ku ferzkirina "lêgerîna li hundirê dev" ji sala 2019'an ve li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sûlûca di meriyetê de ye, berdewam dike û got ku ev ferzkirin rê li ber mafê xwegihandina tenduristiyê ya girtiyan digire. Zahir Akalin diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê 19 girtiyên nexweş hene ku pênc ji wan bi giranî nexweş in û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sûlûca jî 20 girtiyên nexweş hene ku 4 ji wan bi giranî nexweş in. Zahir Akalin got: "Li gorî agahiyên ku me ji malbatan wergirtine, ji bilî ferzkirina 'lêgerîna li hundirê dev', li girtiyan derxistina pêlavan jî tê ferzkirin. Girtiyên ku van ferzkirinan red dikin, naşînin nexweşxaneyan û nayên dermankirin. Girtiyên ku ji ber vê pêkanînê bi salan e nayên dermankirin hene. Ev binpêkirina mafê jiyanê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Divê dev ji vê pêkanînê berdin. Divê mafên mirovan ên girtiyan, çi dibin bila bibin, werin bicîhanîn. Divê dest ji van pêkanînan berdin, girtiyên nexweş berdin."

MA / EDENE/HAMDÛLLAH YAGIZ KESEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.