Tehliyeya girtiyê nexweş hat astengkirin
Çarşem 17 Kanûn 2025 - 03:00

Malbata girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê ku 30 sal in girtiye, diyar kir ku tehliyeya wî bi îdiaya bi "rêxistinî" axiviye û ferzkirina "poşmaniyê" qebûl nekiriye, cara 3'yemîn tehliyeya wî hatiye astengkirin û got: "Ev pirsên ku ji kesê 30 salên xwe daye Tevgera Azadiyê tên kirin, ne hiqûqî ne."
Tehliyeya girtiyê nexweş ê 73 salî Mehmet Saît Yildirim ê ku li Girtîgeha Hejmar 1 Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, cara 3'yemîn hate astengkirin. Li ser daxwaza Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê, bi hinceta ku "rêxistinî" axiviye, "nebaşhal e" e û "poşmanî nîşan nedaye", 9 mehan hate taloqkirin.
Dihat payîn ku Yildirim ê 31 sal in di girtîgehê de ye, di 27'ê Sibata 2025'an de bihata berdan. Lêbelê lijneyê tehliyeya Yildirim taloqî 27'ê Kanûnê kir. Beriya tehliyeya Yildirim bi çend rojan, lijneyê vê carê tehliye taloqî 25'ê Tebaxa 2026'an kir. Îtiraza parêzeran jî hate redkirin.
Birayê Yildirim, Selim Yildirim, li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da û got, hiqûqa dijminatiyê li ser Kurdan didome. Yildirim destnîşan kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî girtiyên nexweş, baweriya bi pêvajoyê qels dike û daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan.
MA /ÇEWLIK















