Li Amedsporê pêşbirka Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 11 Sibat 2026 - 01:15

Lîstikvanên biyanî yên Amedsporê, Mbaye Diagne û Zdravko Dimitrov, beşdarî pêşbirka bilêvkirina peyvên Kurdî bûn û di pêşbirkê de dîmenên rengîn derketin holê. Moderatoriya pêşbirkê jî lîstikvanên tîmê Çekdar Orhan û Kahraman Demîrtaş kirin. Amedsporê vîdeoya vê pêşbirkê li ser kanala xwe ya Youtubeyê parve kir û vîdeo di demekî kurt de eleqeyekî mezin dît. Gelek kesan di bin vîdeoyê de şîrove kirin û diyar kirin ku wan bi kêfxweşî temaşe kiriye û vîeyo di hesabên medyaya dijîtal de jî pir hat parvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.