Xeteriya tabloyan a li ser ziman

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 19 Sibat 2026 - 01:10

Li hola Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunerê ya Helebceyê nivîskar û wergêr Mesûd Babayî semînerek bi navê “Rewşa Niha ya Zimanê Kurdî bi Çavên Tabloyan” pêşkêş kir.

Mesûd Babayî di semînerê de bal kişand ser xeteriya nivîsên bi zimanê biyanî li ser tablo û billboardên kolan û cadeyan û got:’’Mixabin li ser tabela û bilboardên li kolan û dikanan navên Kurdî kêmin. Tabela çand û cihê Kurdî nîşan nadin. Ev yek di zimanê Kurdî de lewaziyê çêdike. Wekî din, tabela bi tîpên Kurdî nehatine nivîsandin û zimanên din yên wekî Erebî, Tirkî, Îngilîzî û Fransî li ser zimanê Kurdî serdest bûne. Ev cûre nivîsandina navên tabloyan bi zimanên biyanî alarmek xeternake ji bo zimanê Kurdî. Divê civak ji van pirsgirêkan re hesas be, ji rewşa çand û zimanê xwe haydar be û divê wekî tiştekî asayî neyê dîtin. Divê aliyên peywendîdar bala xwe bidin vê pirsgirêkê û wê paşguh nekin. Li pirsgirêkan binêrin, bi kêmanî ji bo çareserkirina wan gavan bavêjin. Ev yek jî divê di bin çavdêriya Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî de bê kirin. Divê Desteya Wezîran bi rêya yekîneyên îdarî biryarek bide û vê pirsgirêkê çareser bike. Me bi paşguhkirina zimanê xwe dest bi dagirkirina navxweyî ya çand û zimanê xwe kiriye. Wekî din, teknolojiyê bi rêya reklam û bazarvaniyê bi awayek bê asteng beşek mezin ji zimanê me dagir kirine.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.