Em dersê ji Fermana 2014’an derxin
Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:55

Serokê eşîrên Şengalê Mîrza Bekir, bang li aliyên leşkerî û siyasî yên Şengalê kir ku ji bo parastina destkeftiyan û rêgirtina li fermanên nû, bi zûtirîn dem yekitiya xwe ava bikin. Mîrza Bekir bal kişand ser girîngiya tifaqa navxweyî ya Êzdiyan û diyar kir ku ji her tiştî girîngtir yekitî ye. Bekir derbarê metirsiyên li ser herêmê û pêwistiya hevgirtinê de wiha got:“Pêwiste em dersê ji fermana sala 2014’an derxin û rê nedin ku careke din ew karesat dubare bibe.” Bekir destnîşan kir ku niha bi deh hezaran hêzên çekdar ên Êzdiyan hene û ev hêz bûn sedem ku civaka Êzdî bigihîje van rojan û got:’’Divê em wek çavên xwe li van hêzan xwedî derkevin. Êdî dem hatiye ku her kes nêrînên xwe yên siyasî deyne aliyekî û li Êzdiyatiya xwe xwedî derkeve.” Mîrza Bekir eşkere kir ku wek serokêşîrên herêmê ew di nava hewildaneke mezin de ne da ku tifaqa Êzdiyan di demeke nêz de ava bibe. Bekir destnîşan kir ku helwesta hemû serokêşîran di civînan de erênî ye û got:“Ji bo pûçkirina hemû planên li ser Şengalê, pêwiste rojek beriya rojekê hêzên me yên leşkerî di bin sîwanekê de bibin yek û parastina axa xwe misoger bikin.”
ANF/ŞENGAL















