Li dijî xeteriyê neteweya demokratîk!
Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:58

- Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê peyam weşand û bang li hemû Misilmanan kir ku li dijî xeteriya qirkirinê, hilweşîn û şer a li hemberî gelên Rojhilata Navîn li ser bingehê yekîtiya gelan û civaka demokratîk berpirsyarî bigirin.
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê daxuyanî da û diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn, êşên mezin bi gel dide jiyîn. KCK’ê destnîşan kir ku ev pêvajo tenê bi îbadetên şexsî na, bi têkoşîna gelan a ji bo aştî, xwişk-biratî û civaka demokratîk dikare were derbaskirin û got, Misilman divê meha Remezanê ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn, bi berpirsyarî binirxînin. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:“Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn di bin xeteriya qirkirinê de ne, zarok ji ber birçîtî û sermayê jiyana xwe ji dest didin, destdirêjî li jinên di şer de şehîd bûne tê kirin û porê wan tê qutkirin, cenazeyên wan ji avahiyên bilind tên avêtin, lewma em bawer dikin ku di Îslamê de nayê qebûlkirin ku Misilman Remezanê tenê bi girtina rojiyan derbas bikin. Bi vê wesîleyê em dixwazin bi bîr bixin ku Misilmanên Rojhilata Navîn divê vê meha Remezana pîroz hîn zêdetir li ser pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û alema Îslamê lêhêrbûn bikin û çareseriyê hilberînin. Em bang li Misilmanan dikin ku li dijî feraseta netew dewletê ya ku ji bo herêma me xeter e, di nava aştî û xwişk-biratiya gelan de, ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, komunal û azad bi hev re bixebitin û têbikoşin. Bi avakirina civaka demokratîk em dikarin êşên mezin û windahiyên çêbûne, telafî bikin. Di vî warî de em bang li hemû alema Îslamê û Misilmanên Rojhilata Navîn dikin ku li dora nirxên demokratîk ên Îslamê bibin yek û ji bo berjewendiya hemû gelên li Rojhilata Navîn civaka demokratîk ava bikin. Li ser bingehê yekîtiya gelan û xurtkirina jiyana xwişk-biratiyê, em ji bo pêvajoya ku em di nav de ne banga tevkariyê dikin.
Li hemberî fitneyan xurtkirina yekîtiyê
Daxwaza jiyana azad a gelê Kurd, weke ku ola Îslamê jî ferman dide, mafek e. Li gorî Quranê ku mezintirîn nirxê Îslamê ye, berxwedana li dijî kesên ku gelekî înkar dikin û tune dihesibînin, bi qasî rojiyê pîroz e. Ev prensîba Îslamî, di şert û mercên em di nav de dijîn berpirsiyariyên mezintir dide ser milên Kurdan. Gelê Kurd ê ku pêkvejiyana di çarçoveya biratiya gelên Kurdistanî de weke prensîba exlaqî dibînin, ji bo avakirina yekîtiya xwe, parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya girêdayî Perspektîfa Neteweya Demokratîk bi berpirsiyariya birêxistinbûnê re rû bi rû ye. Bila alim û seyda, terîqet û cemaetên ji Başûrê Kurdistanê bizanibin ku pûçkirina fitneya dijmin wê bi rêya xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî pêk were. Her wiha em dixwazin ku alim seydayên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava bizanibin ku divê bi feraseta Îslama demokratîk ji hemû gavan zêdetir têkariyê li avakirina civaka demokratîk bikin û piştgiriyê bidin. Bi taybetî jî em dixwazin bi bîr bixin ku li hemberî neteweperestiya ku ji bo gelan bi hev bidin şikandin, tê bikaranîn divê têkoşîneke birêxistintir bidin meşandin. Em li bendê ne ku li qada Bakûr xebatên Kongreya Îslama Demokratîk ji bo aşitî û civaka demokratîk di asta ku berpirsiyariya dikeve ser milên wan bidin ser milên xwe de birêxistibûna xwe bi pêş bixin. Em dixwazin ku li qada Rojhilat serokên olî di nava karên ku piştevaniyê bidin têkoşîna civakî de û di nava xebatên çareserkirina pirsgirêkên civakî yên ku ji ber zextên rejîmê derketine holê de bin.
Li her deverê jiyana hevpar vebêjin
Divê li her derê were gotûbêjkirin ku pêşxistina yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê wê gelê Kurd bike Neteweya Demokratîk. Divê wate û girîngiya dabînkirina beşdariya bi awayê seferberiyê ya ji pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Rojava re statu’ re were vegotin. Em dixwazin ku li hemû cihên ku Kurd lê dijîn hûn fitre û zekatên xwe di serî de gelê Kurd ê mexdûrên şer ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava ji bo ku bigihîje gelên li herêmê dijîn bidin saziyên welatparêz. Em li bendê ne ku hemû gelê Kurd ê Misilman ê ku xwe bi nirxên baweriya Îslamê didin naskirin, li rex doza gelê Kurd a mafdar bisekine. Ji bo avakirina jiyana hevpar a li gel gelên Rojhilata Navîn, demokrasî û azadiyê em bang dikin ku bi gelê Kurd re di nava têkoşîna demokrasiyê û eniya hevpar de cih bigirin. Careke din di serî de Misilmanên Kurdistanî em hêvî dikin ku Remezana Misilmanên demokratîk bibe wesîleya başiyan û rojî, dua û niyetên wan werin qebûlkirin.’’
BEHDÎNAN















