Divê xwedîderketin daîmî be

Pêncşem 5 Sibat 2026 - 04:00

  • KCK: Li Rojava agirbestek û lihevkirinek pêk hatiye. Lê belê bi demê re wê diyar bibe bê ev agirbest û peyman mayinde ye yan na. Heta ku rewşa li Rojava zelal bibe, mafên gelê Rojavayê Kurdistanê garantî bibe divê xwedîderketin daîmî be.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê rewşa li Rojavayê Kurdistanê, agirbest û peymana ku hatiye pêkanîn daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:"Di hevdîtina 4'ê Çileyê de ya navbera heyeta Rêveberiya Xweser û heyeta Şamê lihevkirineke girîng pêk hatibû, lê belê Wezîrê Karên Derve yê Şamê dest li civînê werda û civîn beriya ku daxuyaniyek bê dayin hate bidawîkirin. Di 5'ê Çileyê de li Parîsê DYE, Fransa, HTŞ û Tirkiyeyê lihevkirinekê dikin. Di 6'ê Çileyê de jî bi çekên giran êrişê dibin ser taxên Kurdan ên li Helebê. Di berdêla ku başûrê Sûriyeyê ji Îsraîlê re bê hiştin, komployeke navneteweyî ya ji bo tasfiyekirina rêveberiya xweser a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixin meriyetê. Ev yek komployeke wan hêzan e ku demokratîkbûna Rojhilata Navîn li berjewendiyên xwe nabîne û li dijî gelên Rojhilata Navîn xistin meriyetê. Êrişa li ser demokratîkbûnê bi esasî veguherî êrişek li ser Kurdan. Bi vî rengî polîtîkaya kontrolkirina Rojhilata Navîn a li ser neçareseriya pirsgirêka Kurd careke din kete pratîkê. Ev êriş ne tenê li ser Rojava-Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye, di heman demê de êrişek li ser destketiyên hevpar ên hemû Kurdan û gelan e.

Bi vê komployê re hate xwestin ku şerê Kurd-Ereb bê destpêkirin. Lê belê ji bo pûçkirina vê provokasyonê ku komploya li hemberî gelan bû, QSD'ê xwe ji Dêrazor, Reqa û Tebqayê vekişand. Bi vî awayî hêzên ku xwestin şerê Kurd-Ereban bidin destpêkirin negihîştin armanca xwe. Êrişkar li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hatin rawestandin. Vê berxwedanê bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê kir ku weke berxwedana Kobanê ya 2014'an rabe ser piyan. Berxwedana QSD'ê û gelê Rojava, rabûna gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û hêzên demokrasiyê kir ku di 30'ê Çileyê de lihevkirinek pêk were.

Hewildana Rêber APO ya lihevhatinê

Rêber Apo beriya 4'ê Çileyê di çarçoveya entegrasyona demokratîk de projeyeke çareseriyê pêşkêşî rêveberiya Rojava kir; di vê çarçoveyê de 4'ê Çileyê lihevkirinek pêk hatibû. Piştî ku ev projeya çareseriyê ya Rêber Apo hate sabotekirin, Rêber Apo hewl da ku bi her rê û rêbazê lihevkirinekê pêk bîne ku şer bi dawî bike. Vê hewldana wî li gel hêmanên din kir ku lihevkirina 30'ê Çileyê pêk were. Li gel berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ'ê, gelê Rojava bi pêşengiya jin û ciwanan rahişt çekê û vê yekê di astengkirina armancên hêzên qirker de bi roleke girîng rabû. Şoreşa jinê ya li Rojava ruhê azadîparêziyê yê li nava civakê hîn kûr kir û kir ku berxwedana azadiyê têk neçe.

Tekoşîna me yekîtî afirand

Gelê Bakurê Kurdistanê weke serhildana xwedîderketina li Kobanê ya bêhempa ya 6-7-8'ê Cotmeha sala 2014'an de pêk anî, li her derê rabû ser piyan. Di serî de Amed, Wan, Êlih, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Şirnex, Gever û metropolên Tirkiyeyê gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi rojan rabû ser piyan, bi xurtî piştgirî da berxwedanê. Careke din hate dîtin ku têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de tê meşandin, gelekî berxwedêr ê ji bo azadiyê afirandiye. Gelê Başûrê Kurdistanê bi zanebûna ku qonaxa duyemîn a vê êrişa qirkirinê wê tinekirina desketiyên li Başûrê Kurdistanê be û qirkirina Kurdan derbasî Başûrê Kurdistanê bike, ne tenê daket qadan; ciwanan berê xwe dan Rojava, rahiştin çekê û li dijî çeteyên qirker şer kirin. Em ewladê hêja yê Kerkûkê Ehmed Omer ê li Rojava şehîd bû careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku Kurdistana azad a ku xeyalê wan bû li çar parçeyên Kurdistanê bi cih bînin. Gelê Silêmaniyeyê û Kerkûkê bi hişmendiya kûr a hesreta ji jiyana azad ku bi Şêx Mehmûd Berzencî destpê kir timî herikî qadan û bû dengê bi biryar ê yekîtiya neteweyî ya demokratîk. Gelê Başûrê Kurdistanê li her bajar û bajarokî rabû ser piyan û sekneke xurt a pêkhatina yekîtiya neteweyî ya demokratîk a li ser zemîna gel nîşan da. Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî li gel ku di nava serhildanên li Îranê de berdêlên giran da; di nava têkoşîna demokratîkkirina Îranê de ye, gelek ciwanên xwe tevlî seferberiya berxwedanê ya li Rojava kir. Ciwanên Rojhilat rahiştin çekê û beşdarî seferberiyê bûn. Bi vî rengî tevlî têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bû. Gelê me yê li Şengal, Mexmûr û Ermenistanê jî li dijî êrişên li ser Rojava rabû ser piyan, nîşan da ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk li ser zemîna civakî pêk hatiye. Ji Awûstralyayê heta bi Kanadayê li her devera cîhanê Kurd rabûn ser piyan û beşdarî benda li dijî hêzên qirker ên dijminê Kurdan bûn. Li Ewropayê jî ku ji her çar parçeyên Kurdistanê gelê me lê ye, weke her carê timî li ser piyan bû; mînaka herî bedew a bingeha civakî ya yekîtiya Kurd raxist pêş çavan. Hêzên demokrasiyê, sosyalîst û ciwanên enternasyonalîst ên li Ewropayê jî tevlî vê rabûnê bûn û wijdanê mirovahiya cîhanê û raya giştî ya Ewropayê xistin nava liv û tevgerê.

Em ê bi berpirsiyarî rabin

Her wiha çapemeniya Kurd bi giştî jî di vê pêvajoyê de bi roleke girîng rabû. Ev sekna yekîtiyê ya gelê me ji bo hêzên siyasî yên Kurd hemûyan bû banga yekîtiya neteweyî ya demokratîk. Berpirsyariya hêzên siyasî yên Kurd hemûyan e ku vê yekîtiya li ser zemîna civakî ava bûye li ser zemîna siyasî û li nava saziyên neteweyî li ser bingeha demokratîk pêk bînin. Em di wê baweriyê de ne ku hêzên siyasî hemû wê guh bidin vê banga gelê me û li ser bingeha yekîtiya neteweyî ya demokratîk hewl bidin. Weke tevgera azadiyê ya Kurd em amade ne ku di her astê de beşdarî vî karî bibin. Em ê hewl bidin berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Mayîndebûn wê bi demê re diyar bibe

Li Rojava agirbestek û lihevkirinek pêk hatiye. Lê belê bi demê re wê diyar bibe bê ev agirbest û peyman mayinde ye yan na. Lewma divê bala gelê me û hêzên demokrasiyê timî lê be; heta ku rewşa li Rojava zelal bibe, mafên gelê Rojavayê Kurdistanê garantî bibe li her derê xwedîderketin bê daîmîkirin.

Em careke din gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û hêzên demokrasiyê pîroz dikin ku nîşan dan ew bi berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê re ne. Vê berxwedana bi heybet ev yek careke din derxist holê; gelekî ku xwe bispêre hêza xwe û yekîtiya xwe pêk bîne dikare her cûre êriş û astengiyan ji pêşiya xwe rake û teqez azad bibe."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.