Serxistina pêvajoyê pûçkirina komployê ye
Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 03:55
KCK, KJK û Girtiyên Azadiyê bi wesîleya komploya 9'ê Cotmehê daxuyanî dan. Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:"Di ser Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê re 27 sal derbas bûn, ku di şexsê Rêber Apo de li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me hate kirin. Em vê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku yek ji komployên herî nexêr û herî tarî û qirêj a li dijî gelan e ya dîrokê ye, hêzên ku tevlî vê komployê bûne careke din bi tundî şermezar dikin. Di şexsê hevrê Halît Oral, Aynûr Artan û Selamet Menteş de ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêber Apo bûn xeleke ji agir û pêşengî ji têkoşîna li dijî komploya navneteweyî re kirin, hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin, li pêşberî bîranînên wan ên hêja bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Komploya 9'ê Cotmehê weke operasyoneke navneteweyî hate plankirin û bicihanîn Ev pêvajoya ku bi dîlgirtina Rêber Apo bi encam bû, di serî de ji aliyê DYE, Îngilistan û Îsraîlê, ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate meşandin. Ji xwe ev pêvajoya ku bi gefa vekirî ya li hemberî dewleta Sûriyeyê destpê kir, heman piştî civîna NATO'yê rû da. Bêguman dewleta Tirk ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan tevlî vê planê bû, lê belê yên ku ev plan afirandin û bi cih anîn hêzên navneteweyî bûn. Hêzên modernîteya kapîtalîst mêtinger ên Rojhilata Navîn li ser bingeha berjewnediyên xwe dîzayn dikin û talan dikin, ji ber ku xeta azadiyê ya Rêber Apo li hemberî armancên xwe yên emperyalîst kapîtalîst weke astengî dîtin, ketin nava planeke bi vî rengî.
Rêber Apo ji bo pêşî li kûrbûna şer bigire û rê li ber çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd veke ji Sûriyeyê derket û çû Ewropayê. Rola diyarker a Ewropayê ya li ser afirandina pirsgirêka Kurd anî ber çavên xwe û ji bo vê rewşa xwe ya neyînî ya dîrokî çareser bike, firsendek da Ewropayê. Hêzên komploger bi komployeke navneteweyî bersiv dan hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û bi vî rengî armanca xwe bi şênberî nîşan dan. Ji xwe dewletên Ewropayê û hêzên din hîn jî bi rengekî cidî piştgiriyê nadin çareseriya pirsgirêka Kurd, berevajî vê yekê di neçareseriya pirsgirêka Kurd de hewldanên vekirî û veşartî dimeşînin. Ev yek jî radixe pêş çavan ku ev polîtîka îro jî dewam dike. Li gel tecrîd, êşkence û sîstema qirkirinê ya ku 27 salan di pêvajoya Îmraliyê de lê hate ferzkirin, di vê helwesta xwe de israr kir, ji bo vê têkoşiya. Pêvajoya ku îro bi navê 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' destpê kir, encamek ji vê hewldan û têkoşîna Rêber Apo ye. Lewma bi serxistina 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' re wê armancên komploya navneteweyî bê pûçkirin, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn bê pêkanîn. Bêguman serketina 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk', wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Lewma em dibêjin, di sala sêyemîn a Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî de êdî dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê pêkanîn. Divê ev yek weke armanca bingehîn bê dîtin û li ser vê bingehê têkoşîn li her derê bê bilindkirin."
Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin
Koordînasyona KJK’ê berxwedana Rêber Apo ya ku 27 sal in li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê dimeşîne, silav kir û bang li her kesî kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.
Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt diyar kirin:"Di sala 28’an a komploya ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi tifaqeke qirêj a navneteweyî hate destpêkirin de, em berxwedana bi rûmet a ku Rêber Apo 27 sal in li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê dimeşîne, silav dikin. Di şexsê heval Aynur Artan û M. Xalid Oral de em hemû welatparêz û hevrêyên xwe yên ku li dijî komployê bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ xwe kirin xeleka ji agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku xeyala wan a Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin. Em çalakiyên dîrokî û bi wate yên gelê Kurd, jinên Kurd, dostan û hêzên dijberê sîstemê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Kurdistanê û her aliyê cîhanê timî di nava çalakiyan de ne, silav dikin. Dîsa em çalakiya ku bi pêşengiya jinan bi şîara Em bi Hêvî ber bi Azadiyê ve Dimeşin 1’ê Cotmehê li Amedê destpê kir û 7’ê Cotmehê li ber meclîsê bi dawî bû û coşa jinan, silav dikin. Ev gavên ku bi hêviyeke mezin ber bi azadiyê ve hatine avêtin, divê bi milyonan kesan tevlî xwe bikin û dewam bikin, divê ev meş domdar be. Ji bo ev komploya herî berfireh a dîrokê were pûçkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, divê hêza pêngavan hîn zêdetir were mezinkirin, her der û her kêlî bi paradîgmaya Rêber Apo dagirtî be. Rêber Apo di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de, bi têkoşîna xwe hêza qezenckirinê ya têkoşînê nîşanî gelê Kurd û hemû gelên bindest daye. Rêber Apo li dijî sîstema înkar, îmha û êşkenceyê her kêliya xwe bi têkoşîna li ser navê mirovahiyê û bi pêngavên ku rêya jiyana azad û bi rûmet vedikin derbas kiriye. Eger mirov paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku ji hemû gelên bindest û jinan re bûye hêvî, fêm bike wê sedemê komploya qirêj a navneteweyî jî fêm bike. Di demeke welê de ku li hemû cîhanê li hemberî sosyalîzmê bêhêvîtiyeke mezin hebû û kapîtalîzmê li hemberî hemû bindestan serketina xwe îlan kiribû, Rêber Apo got, ‘İsrara di mirovbûnê de israra di sosyalîzmê de ye’ û li dijî hemû hêzên kapîtalîst ên kûreyî şerekî mezin berçav girt. Sedemê esas ê pirsgirêkên civakê yên aborî, perwerde, tenduristî, exlaq, polîtîka, ekolojîk, moral û hwd derxist holê û bi vê yekê re pêşniyarên çareseriyê jî pêş xist. Ji gelan re bû hêvî û tirs xiste dilê hêzên sîstema kapîtalîst. Lewma fêmkirina rastiya Rêber Apo, fêmkirina komploya navneteweyî ye ku 26 netew dewletan têde cih girt û rola gardiyantiyê dan dewleta Tirk. Jin dizanin ku komploya qirêj a navneteweyî herî zêde li dijî wan pêk hatiye û her tim daketine qadan, bi dengekî bilind dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re û daxwaza xwe ya ji bo azadiyê vegotine. Rêber Apo dît ku rizgariya civakê bi rizgariya jinê dibe û ji şoreşa neteweyî hîn zêdetir berê xwe daye şoreşa jinê. Anî ziman ku armanca herî mezin a vê şoreşê bi jina azad û sosyalîst pêşxistina mêr e û ji bo kesayetên xurt ên wiha pêş bikevin kedek mezin daye. Sîstema kapîtalîst jî li dijî jina azad û mêrê azad, her kêliya xwe ji bo avakirina jina kole û mêrê kole bi kar aniye. Herî dawî Rêber Apo înîsiyatîf girt û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Vê pêvajoyê darbeyeke mezin li xeyalên qirêj ên komploya navneteweyî xist. Lewma di serî de jin û ciwan, divê hemû gelên me bi coş tevlî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibin, pêşengiyê bikin û vê komploya qirêj car din pûç bikin. Li ser vê esasê, di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe, hêzên dijberê sîstemê, karker, kedkar û ekolojîstan dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em bang dikin ku ji bo pêşxistina civaka azad, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê di her qada jiyanê de ava bikin, timî bi ruhê pêngavê têkoşînê pêş bixin û ji bo bibin hevrêyên komunalîst ên Rêber Apo, hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û ji bo serketinê bi dil û can bixebitin."
Bi pêşengiya Rêber Apo ber bi serketinê!
Denîz Kaya bi navê girtiyên azadiyê daxuyanî da û ragihand ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpêka destwerdanekê bû ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd û paşeroja hemû gelên Rojhilata Navîn hate kirin. Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin:"Bi ketina sala 28'an a komployê re di şexsê hevrêyên me Halît Oral û Aynûr Artan ku li dora Rêberê me bûn xeleka ji agir û pêşengî ji çalakgerên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' re kirin, em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin û hemû hêzên di nava komployê de cih girtin bi nefreteke mezin şermezar dikin. Komploya navneteweyî dema destpêkirina destwerdaneke mezin e ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî paşeroja gelê Kurd û paşeroja gelên Rojhilata Navîn hemûyan hate kirin.
Komploya 9'ê Cotmehê derbek li hemberî fikrê Rêber Apo bû ku dikare ji têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata NavÎn re bibe îlham. Pêvajoya ku bi derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê destpê kir, bi bandor û encamên xwe hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bûyerên girîng ên siyasî û civakî bi xwe re anî.
Hemû hêzên herêmî û navneteweyî ku di derxistina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê de xwedî rol bûn, îro li Sûriyeyê ne. Ev kiryarên komploya navneteweyî sedema wê yekê ne ku li Rojhilata Navîn dojeha şer afirandiye." Girtiyên azadiyê ragihandin ku di nava 27 salên derbasbûyî de li Tirkiyeyê aştiyeke civakî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikarîbû bihata afirandin, lê belê ev firsend her carê bi hesabên siyasî ya biçûk hate têkbirin û bi tecrîdê bersiv ji hewldanên Rêber Apo re hate dayin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şikandina tecrîda girankirî wê bibe şikandina zincîrên faşîzmê ku dor li gelên Tirkiyeyê girtine û hate gotin, "Ev yek rastiyek e: Komploya navneteweyî her tim li hemberî gelên Tirkiyeyê bû xefikek. Bi komploya navneteweyî re xwestin gelên Tirk û Kurd berdin hev, şerekî navxweyî bidin destpêkirin û mîna Iraq û Sûriyeyê bînin serê Tirkiyeyê. Bi sekna ku Rêber Apo li Îmraliyê nîşan da, armancên qirêj û xetere yên komploya navneteweyî hatin pûçkirin. Rêber Apo peyama wê yekê da ku tenê bi Komara Demokratîk gelên Tirkiyeyê dikarin ji xefika kujer a hêzên emperyalîst rizgar bibe. Lê mixabin desthilatdariya AKP'ê hîn ev rastî fêhm nekiriye, lewma di serî de Rojava ji bo Kurd bê statu bêne hiştin dest ji planên xwe bernedaye.
Eşkere ye ku sala 28'an wê bibe ew sal ku rejîmên înkar û asîmîlasyonê wê hilweşin û hêzên komploger ên navneteweyî hemû têk biçin." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurd bi pêşengiya Rêber Apo 28 sal in bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dijî komploya navneteweyî li ber xwe didin, têkoşîneke azadiyê ya bênavber dimeşînin û hate gotin, "Ev têkoşîna bi armanca azadiya Kurdistanê di heman demê de xwedî armanca demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Di heman demê de têkoşîna herî zehmet, herî bi wate, herî rast û herî mafdar a dîrokê ye. Em careke din vê têkoşîna azadî û mirovahiyê ya 28 salan ku li ser xeta fedaî dewam dike, silav dikin, şehîdên xwe yên leheng bi hurmet bi bîr tînin. Di têkoşîna sala 28'an de ji hevrêyên xwe yên li zindanan û gelê xwe yê li ber xwe dide re serketinê dixwazin."
NAVENDA NÛÇEYAN