Coşa Newrozê têkoşîna 53 salan e
Pêncşem 26 Adar 2026 - 15:00

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e û got, "Heta Rêber Apo azad nebe ti pirsgirêk çareser nabe." Mûstafa Karasû her wiha got:"Ev Newroz bi rastî jî li çar parçeyên Kurdistanê, li dervey welêt û li her devera ku Kurd lê ne, bi rengekî xurt û bi coş hate pîrozkirin. Em vê diyar bikin, sedema coşa vê Newrozê têkoşîna 53 salan e."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV'yê bû û têkildarî bûyerên di rojevê de ne nirxandinên girîng kir.
Hevpeyvîna bi Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:
“Destpêkê ez cejna Newrozê û Remezanê ya Rêber Apo û gelê me pîroz dikim. Ev hêvî dikim ku cejna Newrozê û Remezanê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê. Ez şehîdên me yên mezin ên Newrozê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel, Bêrîvan, Ronahî, Sema Yuce bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Ev Newroz bi rastî jî li çar parçeyên Kurdistanê, li dervey welêt û li her devera ku Kurd lê ne, bi rengekî xurt û bi coş hate pîrozkirin. Coşa vê Newrozê cuda bû. Helbet sedemên vê jî hene. Em vê diyar bikin, sedema coşa vê Newrozê têkoşîna 53 salan e. Bê guman Newroz her tim di dîroka Kurdan de hebû. Wê ji vir û şûnde jî hebe. Êdî ne pêkan e ku Newroz ji dîrokê were jêbirin. Lê di salên 1970’ê de bi rastî jî qirkirina li dijî Kurdan hatî pêkanîn, qirkirina li dijî Newrozê bû.
Niha li Rojhilata Navîn şerekî berfireh heye. Kurd di zanebûna vê jî de ne. Mîna şerê cîhanê yê yekemîn hemû tengavî û zehmetiya şer avêtin ser milê Kurdan. Çawa ku Kurdistan hate çar parçekirin, li ser Kurdan polîtîkayeke qirkirinê hate meşandin. Êdî Kurd bi têkoşîna 50 salan, bi têkoşîna sed salan gihişt zanebûneke diyar. Êdî di şert û mercên şer ê li Rojhilata Navîn, mîna piştî şerê cîhanê yê yekemîn Kurd êdî naxwazin bêazadî û bêstatu bimînin. Kurdan bi vê hişmendiyê ev qadên Newrozê pîroz kirin. Yek ji sedemên girîng ê derbasbûna van Newrozan jî, sekna gelê Kurd a di şer de ye. Sekna xwe nîşan da û helwesta xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê nîşanî her kesî da. Helbet vê yekê kir ku Newroz pir coş derbas bibe.
Jixwe di têkoşîna me ya azadiyê de jin û ciwan pêşeng in. Rêber Apo azadiya jinê weke bingehê têkoşînê dît. Jinên Kurd bi rastî jî heq kirin ku bibin pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Ya ku di salên 1990’î de bûyî sedem ku serhildan xurt derbas bibin, tevlîbûna jinan a li serhildanan bû. Sekna jinan a di 8’ê Adarê de bandoreke girîng li Newrozê kir. Êdî 8’ê Adarê agahiya ku Newroz wê çawa derbas bibin, didin. Bi rastî jî 8’ê Adarê, pir zû mizgînî da ku Newroz wê bi rengekî xurt were pîrozkirin. Lewma em jin û ciwanan pîroz dikin.
Helbet bandora pêvajoya aştî û civaka demokratîk pir li ser vê Newrozê hebû. Jixwe taybetmendiya îsal a herî baş, pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Ruhê sala 2026’an, ruhê aştî û civaka demokratîk e. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk Newroz anî vê rewşê. Ji ber ku ev pêvajo, ne pêvajoyeke ji rêzê ye, pêvajoya azadiya gelê Kurd e, pêvajoya bi destxistina xwerêveberiyê ye. Ji ber ku sala 2026’an bi van nîqaşan derbas bû, ev Newroz jî wisa xurt derbas bû. Hemû Newroz polîtîk in, lê ev Newroz bi rastî jî di polîtîkbûnê de gihişt lûtkeyê. Divê mirov vê bibîne. Di vî şerê li Rojhilata Navîn de helwesta gelê Kurd nîşan da, yekîtiya demokratîk a Kurd nîşan da, Kurd kir yek. Projeya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo di heman demê de yekîtiya gelê Kurd çêkir.
Her wiha niha qonaxa heyî ya şerê DYA-Îsraîl û Îranê yê tirsnak e. Belê çekên nukleer nayên bikaranîn, lê teknîk ewqas pêş ketiye ku amûrên şer ên ku tên bikaranîn hilweşîner e. Herî zêde di destê DYA-Îsraîlê de ye, Îran jî bi kar tîne. Ji ber ku zanist pêş ketiye, teknîk pêş ketiye. Teknîk di destê her kesî de ye, fîzîk û zanist di destê her kesî de ye. Her kes ev pêş xist. Niha tiştekî ewqas hilweşîner heye. Asta heyî ya şer nîşan dide ku wiha nabe. Divê Rojhilata Navîn wiha nebe. Divê nêzîkatiya li hemberî pirsgirêkan wiha nebe. Ji ber vê yekê hem nêzîkatiya hêzên navneteweyî ji bo herêmê şaş e, hem jî nasandina hêzên herêmê şaş e. Têgihiştina wan a çareserkirina pirsgirêkan şaş e. Ne ya DYA-Îraîlê ne jî ya Îranê rast e.
Şer heye, mudaxele heye. Dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. DYA dixwaze cihê xwe xurt bike. Îsraîl jî wiha dixwaze. Îran dixwaze cihê xwe xurt bike, bibandor bike. Şer dewam dike. Teqez çareseriya wê çareseriyeke demokratik û siyasî ya li ser bingeha têgihiştina neteweta demokratik a ku Rêber Apo raber kiriye. Çareseriya li ser bingeha xwişk-biratiya gelan e.”
ANF/BEHDÎNAN














