Birêxistinbûn û têkoşîn divê!

Duşem 23 Sibat 2026 - 04:00

  • KCK'ê li ser rapora Komîsyona Meclîsê daxuyanî da û got:"Eger tê xwestin ku hewldanên Rêber Apo encamê bi xwe re bîne divê gelê me, gelên me û hêzên demokrasiyê di mijara çerseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî rapora Komîsyona Meclîsê daxuyaniyek da. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:"Eşkereye ku Rêber Apo ji sala 1988’an bi hevpeyvîna xwe ya li gel M.Alî Birand û vir ve her tim ketiye nava hewldana çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê. Dewleta Tirk û hêzên siyasî jî rastiya vê helwesta Rêber Apo baş dizanin.

Di 22’yê Cotmeha 2024’an de Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di axaftina xwe ya li koma meclîsê bang li Rêber Apo kiribû. Bêguman ev bang bêyî agahiya Serokkomar Tayyîp Erdogan nehat kirin. Li hember vê Rêber Apo jî, diyar kir ku eger derfet jê re bê dayîn ew xwedî wê hêzê ye ku pirsgirêka Kurd û pêvajoya têkoşînê ya berdewam bîne ser zemîneke siyasî û hiqûqî. Rêber Apo piştî hevdîtinên bi şandeya DEM Partiyê û rayedarên dewletê re, di 27’ê Sibatê de li Îmraliyê bi hebûna şandeya DEM Partiyê re banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Pervîn Bûldan û Ahmet Turk, ev bang li pêşberî bi sedan rojnamevanan, bi dengekî bilind xwendin. Rêber Apo ji demokratê şoreşger ê hêja Sirri Sureyya Onder re, got ku xalên ku di vê bangê de hatine behs kirin tenê bi bicihanîna şertên qanûnî û siyasî dikarin werin pêkanîn. Piştî xwendina daxuyaniyê Sirri Sureyya Onder jî van xalan bi raya giştî re parve kiribû.

Avabûna komîsyonê girîng e

Avabûna komîsyoneke berfireh a ji 51 kesî ku piraniya partiyên li binê sîwana meclîsê di nav de ye, ji bo dîroka Tirkiyeyê bû gaveke girîng. Jê re Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî hatibe gotin jî tê zanîn ku ev komîsyon bi esasî têkildarî pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên ji ber wê ava bûye. Lewma bendewariya ji vê komîsyonê bilind bû. Ji ber vê jî timî di rojevê de ma. Kêmasiyên xwe hebin jî di serî de serokên berê yên meclîsê li gelek derdoran guhdarî kir. Piraniya kesên li wan hate guhdarîkirin jî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de nêrînên xwe anîn ziman. Bi derengî û bi kêmasî jî be çû Îmraliyê û li Rêber Apo guhdarî kir. Rêber Apo ji komîsyonê re ragihand ku sedemên pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha tifaq û xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî ji bo çareseriyê bê nirxandin û çareserî jî li ser bingeha naskirina mafên demokratîk ên bingehîn ên gelê Kurd bi entegrasyona demokratîk be. Anî ziman ku ev yek jî bi destberdana ji înkarê, bi mafên demokratîk ên bingehîn ên gelê Kurd û xwerêveberiya xwe dispêre demokrasiya xwecihî dikare pêk were. Gelê Kurd jî timî destnîşan kir ku ew li pey vê projeya çareseriyê ya Rêber Apo ye. Ji ber vê jî her firsendê anî ziman ku Rêber Apo muzakerevanê sereke ye. Her kes zane ku em jî girêdayî îradeya Rêber Apo ne.

Em mohra ’terorîzmê qebûl nakin

Rapora komîsyonê ya piştî karê bi mehan hate eşkerekirin, xwedî gelek kêmasiyên bingehîn û şaştiyan e. Naveroka raporê ji ber van kêmasî û şaşitiyên bingehîn lawaz bûye. Sedema 100 salî înkarkirina Kurdan e. Her çend tê gotin ku qaşo dest ji înkarê hatiye berdan jî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve tê xwestin ku ev înkar dewam bike. Ji ber vê yekê di raporê de qala hebûn û pirsgirêka Kurdan nayê kirin. Lewma behskirina xwişk û biratiya Kurd û Tirkan ji aliyê civakî, çandî, siyasî û hiqûqî ve qîmeteke xwe nîne. Tevgera me ya azadiyê bi hêza gelê xwe li hemberî her cûre zor û zehmetiyan bi fedaîtî li ber xwe dide û 52 sal in têdikoşe. Dewleta Tirk jî dehan sal in rewşa xwe ya jeopolîtîk û endametiya NATO'yê bi kar tîne, bi vî rengî piştgiriyê ji hêzên derve werdigire û êrişî tevgera me ya azadiyê dike. Rêber Apo bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin ku DYE, Îsraîl û Îngilistanê serkêşî jê re kirin. Eger têkoşîna me ya azadiyê xwe nesparta hêza xwe û gelê xwe 52 salan nikarîbû dewam bikira. Di nava me de jî li gel ku hin kesan bûyerên ku Rêber Apo û tevgera me qebûl nakin kiribin jî têkoşîna me weke yek ji têkoşînên azadiyê yên herî pak û bi rûmet cihê xwe di dîrokê de girt. Ji ber vê yekê em qebûl nakin ku mohra terorîzmê li tevgera me bê xistin. Bi deh hezaran mirov ji aliyê hêzên leşkerî, polîs û milîs ên dewletê ve hatin kuştin. Rêber Apo gelek caran pêşniyar kir ku komîsyona lêkolînkirina heqîqetan bê avakirin, sûcên şer ên di dema şer de hatin kirin bê lêkolîn. Ji xwe em dibêjin ku şerek heye, encamên xwe giran e, lewma pirsgirêk êdî bi şer nikare bê çareserkirin. Bi kurtasî têgeha terorîzmê ku di raporê de timî tê gotin, derbê li ruhê raporê dixe û rewşeke welê diafirîne ku sedemên esasî yên pirsgirêkê vedişêre. Dema ku pirsgirêk bi vî rengî bê nirxandin wê çareserî jî hêsan bibe. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku mirov li ser uslûp, rê û rêbaza ku çareseriya pirsgirêkê hêsan dike bisekine.

Gelo wê têkoşîna siyasî azad be?

Mijareke din a ku di raporê de li ser hate rawestîn jî danîna çekan û vegera li Tirkiyeyê ye. Em kesayetên ji rêzê nînin. Gerîlayên rahiştine çekê jî ne ew kes in ku li vegera li malê difikirin. Gotina, dest ji çekê berdin û vegerin malê nêzîkatiyeke welê ye ku rûmetê dişikîne. Feraseteke entegrasyona demokratîk, siyaseta demokratîk, paradîgmayeke Rêber Apo, modela wê ya rêxistinbûnê û rêbazeke wê ya kar heye. Li ser vê bingehê wê têkoşîna siyasî demokratîk a azad karibe bê kirin? Lewma danîna bi temamî ya çekan û vegera li Tirkiyeyê tenê li ser bingeha azadiya rêxistinbûn û fikrî, garantîkirina siyaseta demokratîk a bêyî astengiyê û destnîşankirina çareseriya pirsgirêka Kurd a bi entegrasyona demokratîk dibe. Ferzkirina atmosfereke welê ya siyasî dewamiya mejiyê berê ye. Heta ku sedemên pirsgirêkê ji holê neyên rakirin, ti wateya gotina dest ji çekê berdin û bên, nîne.

Divê Rêber APO azad be

Eger Tirkiye li ser mijara rizgariya ji pirsgirêkan hemûyan û li ser bingeha xwişk û biratiya Tirk û Kurdan û bûyîna hêza xurt a li ser bingeha demokratîk li Rojhilata Navîn cidî û bi biryar be, wê demê divê Rêber Apo bi rengekî eşkere muxatab bibîne û derfetan biafirîne ku Rêber Apo karibe bi her kesî re hevdîtinê bike û biaxive. Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna li Tirkiyeyê gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê hemûyan eleqedar dike. Ev pirsgirêkeke gelekî girîng e û divê ji însafa dewletê tenê û hewldanên Tevgera Azadiyê re neyê hiştin. Li her derê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêkên bingehîn bi têkoşînê bûye. Li ser vê bingehê di sala duyemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de divê her kes xwedî li vê bangê derkeve, têkoşînê bilind bike û ji bo hewldanên Rêber Apo encamê bi xwe re bînin rola dikeve ser milê xwe bi cih bîne."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.