Ji bo pûçkirina komployê rabin ser piyan!

În 13 Sibat 2026 - 04:05

  • Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî de bang li gelê Kurd û gelan kir ku bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" rabin ser piyan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya têkildarî salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî bi vî rengî ye:"Em hemû dewlet û hêzên siyasî yên tevlî vê komployê bûn bi tundî şermezar dikin û careke din dubare dikin ku heta Rêber Apo azad bibe em ê li dijî komployê têbikoşin. Şehîdên xwe yên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi hurmet û minet bi bîr tînin ku pêşengên têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bûn. Ji komploya navnetewyî û vir ve bûn rêgeh û nirxê moralê yê têkoşîna me. Rêber Apo ji roja destpêkê ya komploye û vir ve ji bo pûçkirina komployê kete nava kûrbûn û hewldaneke bêhempa. Ji bo têkbirina komployê û xurtkirina tevgera me ya azadiyê li nava şert û mercên zindanê jî bi rola xwe rabû; kir ku tevgera me û gelê me têkoşîneke hîn bi xurtî bimeşînin. Em Rêberê xwe bi hurmet û hezkirin silav dikin ku 27 sal in li hemberî komployê berxwedaneke mezin dimeşîne.

Rêber APO aqlê Kurd afirand

Rêber Apo di nava mercên dîlgirtinê yên Îmraliyê de got, komployên dîrokî nikarin pêşketinan bisekinînin, lê bi lez dikin û mînaka herî mezin a berxwedana zindanê nîşan da. Rêber Apo bi berxwedana zindanê ya 27 salan hîn xurt bû, mezin bû, veguherî rêberê azadiyê yê jinan û tevahiya mirovahiyê. Rêber Apo di nava van 27 salan de aqlê Kurd afirand. Bi analîza li ser modernîteya kapîtalîst û rexneya li ser reel sosyalîzmê, xeta sosyalîzma demokratîk û paradîgmaya modernîteya demokratîk diyarî mirovahiyê kir ku wê tevahiya mirovahiyê rizgar bike. Bi vî rengî di rewşeke welê de ku modernîteya kapîtalîst krîzên giran afirandiye, îdeolojiya rizgariyê pêşkêşî mirovahiyê kir. Pêşengî ji vê îdeolojiya rizgariyê re kir û rêbertiya xwe li tevahiya cîhanê belav kir. Sedsala 21'emîn bi îdeolojiya rizgariyê ya Rêbertî re wê bibe sedsala azadî û demokrasiya mirovahiyê. Di afirandina vê sedsalê de wê têkoşîna azadiya jinê roleke pêşengiyê bilîze.

Êriş li ser destketiyên hevpar a gelan e

Komplo di asteke girîng de hatiye pûçkirin, lê belê bi temamî nehatiye têkbirin û bidawîkirin. Ji xwe piştî Peymana Parîsê ya di 5'ê Çileya 2026'an de hate kirin, êrişa 6'ê Çileyê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku taxên Kurdan e, bû komploya duyemîn a navneteweyî. Li cografya ku komploya navneteweyî ya 1998'an lê destpê kir, komplo hate nûkirin û êrişê destpê kir. Çawa ku komploya 15'ê Sibata 1999'an di şexsê Rêber Apo de êrişa ji bo qirkirina Kurdan bû, êrişa ku di 6'ê Çileyê de hate destpêkirin jî êrişek li ser paradîgmaya Rêber Apo, sîstema demokratîk û destketiyên afirandî ye. Ev paradîgmaya Rêber Apo li gel kêmasiyan li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kete pratîkê û ji bo Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk a mînak afirand. Desthilatdariya demkî ya li Şamê û çeteyên ser bi wê ve bi piştgiriya hêzên navneteweyî û dewleta Tirk êriş birin ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewl dan sîstema demokratîk a ku bibe modela demokratîk a Rojhilata Navîn ku xwe dispêre neteweya demokratîk, tasfiye bikin. Êrişa li ser demokratîkbûnê bi esasî, êrişa li ser hebûna Kurdan û jiyana azad e, lewma ev komploya navneteweyî êrişek li dijî hebûna Kurdan, destketiyên Kurdan ên li herêmê û nirxên hevpar ên gelan e.

Divê armanca komployê bê têk birin

Gelê Kurd li dijî komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir, armancên wê yên nexêr dît û li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat rabû ser piyan. Bi heman rengî dît ku ev komplo jî êrişek li ser hebûn, jiyana demokratîk û azad a Kurdan e, lewma li her cihî rabû ser piyan. Weke nerazîbûna sala 1999'an a li hemberî komployê, heman nerazîbûn di serhildanên xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê de jî hate nîşandan. Êrişa li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê komployek li ser demokratîkbûna Rojhilata Navîn û azadiya gelê Kurd e. Em gelê xwe û hêzên demokrasiyê yên li her parçeyên Kurdistanê li hemberî vê komployê rabû ser piyan, pîroz dikin. Divê bê zanîn ku komplo dewam dike û bi vê têgihiştinê ev xwedîderketin bê dewamkirin û armanca komployê bi temamî bê têkbirin. Di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî de em bang li gelê xwe û gelên xwe hemûyan dikin ku bi dirûşma azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re rabin ser piyan. Em dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî komployê heta dawiyê dewam bikin û armanca xwe ya azadiya Rêber Apo û Kurdistanê pêk bînin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.