Komplo di çapemeniya cîhanê de ye

Sêşem 17 Sibat 2026 - 03:00

Protestoyên li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li seranserî cîhanê hatin lidarxistin. Protesto, di rojeva çapemeniya cîhanê de bûn.

Bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li seranserê cîhanê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Çapemeniya cîhanê di nûçeyên xwe de destnîşan kir ku êrişên li dijî Rojava, di salvegera komploya navneteweyî de hatine kirin.

Ajansên Agence France Presse (AFP), MediaPart û 20 Minutes ên Fransayê, çalakiyên protestoyî yên di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê hatin lidarxistin kirin manşeta xwe.

Stasyona radyoyê ya bi navê Radio Onda d'Urto ya Îtalyayê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Kurdistan: Ocalan berdin, Rojava biparêze” de hate gotin ku li gelek bajarên Îtalyayê çalakiyên protestoyî hatine lidarxistin.

Agenzia Nazionale Stampa Associata (ANSA) a navenda wê Îtalya jî çalakiyên protestoyî yên li Îtalyayê derxist pêş û got: “Pirsgirêk, êrişên qirkirinê ên li dijî Kurdan e.”

Ajansa nûçeyan a navenda wê Îtalya Pressenza’yê jî protesto bi sernavê “Milano, careke din ji bo Rojava û Ocalan li qada ye” parve kir.

Platforma medyayê ya aydê Reutersê, Reuters Connectê jî çalakiyên li Qamişloyê derxist pêş û bi sernavê “Kurdên Sûriyeyê, li Qamişloyê bi daxwaza berdana lîderê milîtanê Kurd Abdullah Ocalan meşê li dar dixe” parve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.