Hûn nikarin milyonan li odeyeke bigirin

Sêşem 17 Sibat 2026 - 03:56

Bi boneya salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO, li her çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de herî zêde daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO derket pêş û li qadan peyama “Hûn nikarin milyonan kesan bixin odeyeke biçûk” derket pêş.  

Welatiyên Amed, Stenbol, Hatay û Şirnexê (Cizîr) axivîn û gotin:“Em dixwazin Rêberiya xwe li derve di nav gel de bibînin.”  Welatiyên Cizîrê meşa li dijî komployê bi dirûşma “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” li dar xist. Ji heft salî heta heftê salî bi hezaran kes tev li meşê bûn. Kesên tev li meşê bûn, gotin ku êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye. 

Welatiyên li dijî Komploya 15’ê Sibatê tev li çalakiya li Qada Aksarayê ya Fatîhê ya li Stenbolê bûn jî diyar kirin ku divê rayedar ji bo “Mafê hêviyê û azadiya fîzîkî” ya Rêber APO tişta pêwîst tavilê bikin. 

Rêxistina DEM Partiyê ya Hatayê jî duh di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li navçeya Îskenderûnê bi gel re hevdîtin kir. Welatiyên tev li hevdîtinê bûn gotin:“Tirkiye li aliyekî bi Kurdan re aştiyê dike û li aliyê din jî êrişî Kurdên li Rojava dike. Ev wiha nabe. Aştî, bi gotinan nabe. Lewma heta Rêbertiya me di nav gelê xwe de nebe, aştî nayê.”  Welatiyên li Amedê tev li meşê bûn jî gotin:“Komplo, ji ber fikrên Rêber Apo û bi berxwedana gelê Kurd bi ser neket.” Welatiyan got, êrişa li dijî Rêber APO êrişa li dijî gel e û ev tişt anîn ziman:“Em mecbûr in li dora Serok bibin xelekek. Em Serok azad bikin ku em jî bikarin azad bibin.” 

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.