Ji keziyên pora jinan ditirsin
Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:37

Xwendekara lîseyê ya bi navê A.K. ku li Îzmîrê ji ber li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal dîmenek ku porê xwe tê de dihûne weşand, di 5’ê Sibatê de hatibû binçavkirin. Îdîanameya ku derbarê A.K. de hat amadekirin hat qebûlkirin. Xwendekara pola 12’an A.K., di çarçoveya kampanya ku di dema êrîşa li ser Rojava hatibû destpêkirin ku porê şervanek jin ji aliyê çeteyan hatibû birîn, dîmen û wêneyek ku porê xwe dihûne li ser hesaba xwe ya medyayê parvekiribû. Dozgeriyê van parvekirinan wekî "propagandaya rêxistinê" bi nav kir. Dadgeha Cezayê Zarokan a 2’yemîn a Îzmîrê îdianame qebûl kir. Rûniştina yekem wê di 3’yê Adarê de saet di 15:00’an de pêk were. Parêzerên A.K. daxwaza berdana wê kirin. Lê belê, dadgehê biryar da ku girtina wê bi hinceta gumanên xurt ên sûcdariyê û îhtîmala revîna wê, bidomîne.
NAVENDA NÛÇEYAN














