Tirkiye gefa destwerdanê li Iraqê dixwe

Pêncşem 12 Sibat 2026 - 03:45

Pisporê stratejiya herêmî Hisên Esmed derbarê gefên Hakan Fîdan de got; "Ev peyam nûnertiya destwerdana li kar û barên Iraqê dike, ev jî binpêkirina serweriya Iraqê ye."

Pisporê stratejiya herêmî Hisên Esmed derbarê gefên dawî yên Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker, yên derbarê destwerdana li Iraq û Herêma Kurdistanê de, ji medya navxweyî re axivî.

Hisên Esmed got ku ew nikarin daxuyaniya Hakan Fîdan weke ji peyamek rêzê binirxînin û got; “Ev peyam nûnertiya aloziya siyasî û destwerdana raste rast ya di kar û barên Iraqê de dike. Ev yek nîşana eniyek siyasî ya ku pîvanên dîplomatîk jî derbas dike û binpêkirinek eşkere ya prensîba serweriya dewletê ye.”

Hisên Esmed di dewama axaftina xwe de got; “Anîna berhev ya rewşa Sûriye û Iraqê, ji bo rastiya Iraqê ne tiştekî rast e. Ev peyama Hakan Fîdan pirsgirêk e û ne li gorî peywendiyan e, ji ber divê peywendiyên cîrantiyê li ser bingeha cîrantiyek baş û rêzgirtina lihev be. Ji ber ku Iraq welatekî xwedî sîstemek siyasî û saziyên qanûnî ye û bi temamî ji rewşa Sûriyeyê cudaye. Axaftinên Hakan Fîdan yên derbarê redkirina vekişîna hêzên xwe ji Iraq û Sûriyeyê, belgeya Enqere ya li ser dewamkirina rêbaza leşkerî ye. Ev jî dûrî hevkariya bi Hikumeta Iraqê re ye. Di heman demê de berovajî qanûna navnetewî û peymana Neteweyên Yekbûyî ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.