Li dijî Şengalê planên nû hene

Şemî 21 Sibat 2026 - 03:58

Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku li gor agahiyên hatine ber destê wan, planên nû yên qirêj ên li dijî Şengalê di rojevê de ne û ji bo rewşa heyî peyama xwe rasterast gîhand Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî da ku li hemberî van plan û tevgerên bi guman hikumeta Iraqê helwesteke zelal û cidî nîşan bide. Rêveberiya Xweser a Şengalê her wiha îşaret pê kir ku, li şûna ew hêzên berxwedanê ku di fermanê de parastina Şengalê kirine ji aliyê hikumetê ve werin naskirin, siyaseta tinekirinê li ser îradeya civaka Êzidî tê meşandin ku ev yek nayê qebûlkirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê her wiha helwesta xwe ragihand ku ew amade ne hemû pirsgirêkên heyî di çarçoveya yasayî de çareser bikin û banga berpirsyariyê li raya giştî kir. Berfirehiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye:“Bi guhertinên kûr û bi lez re ku îro herêma Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, welatê me Şengal jî wekî herêmeke stratejîk û hestiyar para xwe ji van guhartinan digire û careke din bi xeteriyên nû û metirsîdar re rû bi rû dimîne. Li gorî agahiyên di destê me de, li dijî Şengalê planên nû û qirêj di rojevê de ne. Ev plan çi bi rêya hêzên leşkerî yên derve be, çi jî bi rêya tevgerandina şaneyên razayî yên tundrew be, bi temamî aramiya herêmê û vîna gelê me dikin hedef. Ji ber van agahiyên girîng, em wekî erkeke exlaqî û mirovî dibînin ku civaka xwe, raya giştî ya cîhanê, nas û dostên civaka xwe li ser vê rewşa xeter agahdar bikin û dengê xwe bigihînin her kesî.

Siyaseta tinekirinê tê ferzkirin

Bi taybetî piştî gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, li derdora Şengalê liv û tevgerên ne asayî hatine dîtin û hin kesayetên ku di bin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk de ne bi her awayî hewl didin ewlahiya herêmê têk bibin û fitneyê di navbera pêkhateyan de biçînin. Em wekî Şengal, ku parçeyek ji axa Iraqê ne, bi bîr dixin ku di salên derbasbûyî de dema dewletê erka xwe ya parastina Êzidiyan pêkneanî û gelê me rûbirûyê fermaneke reş bûn, gelê me bi rêya hêzên xwe yên parastinê ev erk girt ser milê xwe û axa xwe parast. Mixabin îro li şûna ku ev hêzên berxwedanê were naskirin, siyaseta tunekirinê li ser îradeya civaka me tê ferzkirin û ev yek nayê qebûlkirin. Ji bo vê rewşa bi guman a heyî, em peyama xwe rasterast digihînin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bang dikin ku hikûmet li hemberî van hewildanên bi guman helwesteke zelal û cidî nîşan bide; ji ber ku her bûyereke leşkerî, siyasî an civakî ya ku jiyana gelê me bike hedef, wê karesatên mezin bi xwe re bîne û civaka me ya ku hêj birînên fermanê di dilê wê de ne, wê nekaribe zilmeke wiha nû rake. Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê, ku bi salane ji bo vegera gelê xwe û jiyaneke azad bi hêzên xwe yên wekî YBŞ, YJŞ û Asayîşê berdelên giran didin, her dem amadehiya xwe ya ji bo diyalogê nîşan didin da ku pirsgirêk bi awayekî qanûnî werin çareserkirin.

Em nehêlin Şengal bibe qada şer

Heta niha me her dem hewl daye ku civaka xwe û erdnîgariya Şengalê ji qadên şer dûr bixin, lê di rewşeke berevajî de û ji bo her guhertinekê ku bi zorê were ferzkirin, em ê dewleta Iraqê wekî berpirsyarê yekem bibînin. Em bang li hemû aliyên aşitîxwaz û dijberên şer dikin ku li hemberî van planan bibin xwedî helwest her wiha bang li gelê xwe, hemû hêzên siyasî, civakî û leşkerî dikin ku ji bo parastina mafên civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê, bi yekitiyeke xurt a neteweyî tevbigerin û rê nedin ku aliyên nexêrxwaz careke din Şengalê bikin qada şer û malwêraniyê.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.