Artêşê bi ser taxa Kurdan de girt
Duşem 23 Sibat 2026 - 03:25

Zextên artêşa Iraqê yên li ser şêniyên taxa Newroz a Kerkûkê ku Kurd in, berdewam e. Artêş dixwaze bi darê zorê şêniyên taxê ji malên wan derxe û dest deyne ser malên wan.
Li gor dîmenên ku hatine parvekirin, hêzeke artêşa Iraqê bi ser taxê de girtiye û êşkence li çend kesan dikin. Li gor agahiyan, leşkeran ji xelkê taxê re gotine ku ger ji malên xwe dernekevin, wê dest bi ser malên wande bigrin. Hat zanîn ku heta niha jî leşker li nava taxê de mane û hêzên xwe yên li nav taxê zêdetir dikin û rê bi hatûçûna welatiyan nadin.
Hêjayî gotinêye ji piştî rûxîna rejîma Baas xelkê Kurd xanî û zeviyên taxa Newroz kirîne û ev 23 salin li wê taxê dijîn. Lê ev du salin artêşa Iraqê hewl dide taxê dagir bike. Beriya niha jî xelkê taxê gelek caran çalakiyên cûda lidarxistine û diyarkirine ku ew ê ji malên xwe dernekevin.
NAVENDA NÛÇEYAN














