7 sal û nîv ceza li Nêrgiz Mihemedî hat birîn

Sêşem 10 Sibat 2026 - 03:15

Dadgeha rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê û du sal jî qedexeya derketina derve li çalakvana mafê mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî birî.

Parêzgera Çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Liqa Yek ya Dadgeha Şoreş ya Meşhed bi sûcê ‘civîn û hevgirtinê’ 6 sal û bi sûcê ‘çalakî û propaganda dijî rejîmê’  sal û nîv cezayê girtîgehê birî.

Li aliyê din, dadgehê 2 sal qedexeya derneketina derve jî da.

Hevjînê Nêrgiz Mihemed Teqî Rehman biryara rejîma Îranê ‘bêrehm’ pênase kir û got: “Ev ceza tenê sedem ew e ku tevlî merasîma veşartin û daxuyanî dayînekê bûye.”

Hêjayî gotinê ye di 12’ê Kanûna 2025’an de li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.

Nêrgiz Mihemedî yek ji çalakvana mafê mirovan ya herî naskîrî ya li Îranê ye ku gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye girtin. Sala borî ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafê jinan hêjayî xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.