Yelda Abbasî hat girtin!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Çile 2026 - 00:21

Li gorî raporên hatine belavkirin, hunermenda Kurd a navdar Yelda Abbasî ya ji navçeya Şîrvanê ye û li Elmanyayê dijî, ji aliyê hêzên hikûmetê ve li mala malbata xwe ya li Meşhedê hat girtin.

Li gorî raporê, Yelda Abbasî ji ber çalakiyên xwe yên têkildarî tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" hatiye girtin û berê der barê wê de salek cezayê girtîgehê hatibû dayîn.

Hat diyarkirin ku zarokek yek sal û nîv ê Yelda Abbasî heye û li Elmanya dijî û ji bo betlaneyên Noelê bi hevjîn û zarokê xwe re hatibû serdana malbata xwe ya li Îranê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.