Hunermendê Kurd hate binçavkirin

Duşem 10 Mijdar 2025 - 03:28

Hunermendê Kurd Şerîf Ogûr ku li bajarê Attendorn ê Elmanyayê dimîne, 5'ê Mijdarê ji bo dirêjkirina dema rûniştinê çûbû Daîreya Biyaniyan a Olpe, lê hate binçavkirin.

Hunermendê Kurd ê herêmî Şerîf Ogûr ê li bajarê Attendorn ê Elmanyayê dimîne, 5'ê Mijdarê ji bo dirêjkirina dema rûniştinê çûbû Daîreya Biyaniyan a Olpeyê, lê hate binçavkirin.

Li gorî agahiyan, Şerîf Ogûr bi hinceta ku li Tirkiyeyê biryara lêgerîna wî heye radestî yekîneya polîsan a Olpe hatiye kirin.

Şerîf Ogûr ê li navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê ji dayik bû, di sala 2019'an de ji ber dozên li Tirkiyeyê li hemberî wî hatin vekirin li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kiribû.Birayê Ogûr Rênas Ogûr li Navenda Çanda Mezopotamyayê karê hunerî dikir, di 18'ê Hezîrana 2018'an de li nava refên Tevgera Azadiyê şehîd bûbû. Malbat bi fikar e ku eger Ogûr radestî Tirkiyeyê bê kirin wê bê girtin û diyar kir ku pêvajoya hiqûqî dewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.