Her jîndar e erşa xwedawendiyê!

Nûçeyên Forum

Şemî 20 Hezîran 2026 - 07:30

  • Tevgera Jinê ji serdestan tolgirtin e; jinên ku di xeta Zîlan de dawa azadiyê dikin, îfadeya vê yekê dikin. Divê em wekî jin tu carî siyaset û polîtîkayên ku hêzên serdest li ser me didin meşandin ji bîr nekin û bizanibin ku armanca wan her tim kolekirina îradeya azad e.

 

ZINAR DEVRÎM 

Li ser axa Zagrosan demên dirêj e ku hukmê xwedawendan tê jiyankirin. Li seranserê dîrokê ta roja îro xwedawendên axa bixêr û bereket awayekî adil jiyan ava dikin, diafirînin û mezin dikin. Jiyana ku diafirînin ji bo hemû mirovahiyê şewqa zanîn û zanebûnê ye. Bi taybetî li Kurdistanê ev zanebûn bi derketina Tevgera Jina Azad re gihîştiye lûtkeyê. Di nava belgeyên ku derdikevin de jî tê dîtin ku jinan çawa jiyan ji mirovahiyê re ava kiriye; ev dîrok ji aliyê zilamê xasûk ve hate reşkirin ango tunekirin, avabûna Tevgera Jina Azad jî bersiva vê yekê ye û ji serdestan tolgirtin e. Lewma dema ku em bêjin "Tevgera Tolgirtinê", pênaseyekî şaş nîne. Fermandar Zîlan jî yek ji wan jinên leheng e ku di pîvanên azadiyê de kesayetiya xwe feda kir û ji bo hemû jinên ciwan efsûneke nû ya jiyankirinê bi jiyana xwe ve da afirandin. Bi esîlbûna xwe ve bû yek ji wan xwedawendên ku ji bîr neçûyî, di hafizeya Kurdistaniyan de her jîndar û zindî ma. Bi sekn, fikir û çalakiya xwe ve nola findekê, jiyana tarî ronî kir.

Keça Dêrsimê ku bi nasnavê Zîlan (Zeyneb Kınacı) tê naskirin, îro di 30'emîn salvegera şehadet ango çalakiya xwe de tê bibîranîn. Heval Zîlan di sala 1996’an de bi çalakyekê fedayî gihîşt asta bêmiriniyê, lê belê bi çalakiya xwe ve perspektîfa jiyana nû da hemû kesên azadîxwaz. Bi çalakiya xwe ve xeta azadiyê xêz kir û da diyar kirin ku hêza jina têkoşer her tim jîndar e. Ji lewma çalakiya ku heval Zîlan kiriye, tenê wekî çalakyeke fedayî pênasekirin wê îfadeya wê kêm bihêle; ji ber ku heval Zîlan bi çalakiya xwe ve dîrok ji nû ve raxist ber çavan. Çawa hêzên serdest digotin ku êdî hêza jinê ya xwe bi xwe rêvebirin, bi serê xwe karkirin û plankirinê nîne, çalakiya ku heval Zîlan kiriye teqezkirina vê yekê ye ango rastiya cewherê jinê derxistine holê. Dema heval Zîlan dixwaze ku çalakiyê bike, bi tena serê xwe dem û mekanê çalakiya xwe plan dike. Taktîk û stratejiya çalakiyê divê çawa be û çalakiya ku bike divê guhertineke çawa bi xwe re bîne, hemûyan bi hêza xwe, bêyî ku alîkariyê ji tu kesî bixwaze, xwe plan û rêxistin dike. Ji ber vê sedemê, em ji çalakiya heval Zîlan re dibêjin ku hêza jinê ji nû ve derxist holê û da îsbat kirin ku hêza jinê her zindî ye û tu carî nayê temirandin.

Rastiya Zîlan me ji koletiyê rizgar dike

Kesayetiya Zîlan mîna dîrokeke ku mirov xwe li ser pîvanên wê perwerde bike. Bi rastî ji bo ku mirov xwe bigihîne rastiya Rêber APO ango bi Rêbertî re rêhevaltiyeke rast bike, divê ku xwe di xeta Zîlan de kûr bike û zanebûneke xurt ava bike. Wekî tê zanîn, heval Zîlan beriya ku çalakiya mezin bike, nameyek li dû xwe hişt; di wê nameya xwe de got ku "Ger ji canê min bihatir heba min ê bida we serokê min". Ev nirxandinên ku heval Zîlan girêdaniya xwe ya bi Rêber APO re dide pênasekirin, mirov dikare wekî girêdaniya rastî bi heqîqetê ve bigire dest. Rêber APO heqîqet e û heval Zîlan jî rastiya ku îfadeya heqîqetê dike ye. Helbet xwebigihandina heqîqetê jî armanceke zelal, sade û bêteredût dixwaze; heval Zîlan jî di rêya xwe de zelal û sade bû ku bi awayekî dilwêrek û bêteredût çalakiya mezin kir. Heta mirov dikare bêje ku heval Zîlan çalakiya ji nû ve jiyankirinê kiriye.

Bi taybetî jinên şoreşger ku li ser şopa Zîlanan têkoşîna xwebûnê didin meşandin, bi têkoşîna xwe ve îro deriyekî xilasiyê ava kirine. Çawa ku Zîlanan got divê em wekî jin xwe di pîvanên azadiyê de bidin perwerdekirin, Tevgera Jin jî peyama heval Zîlan ji bo xwe wekî pîvanên azadiyê diyar kir û li ser fikra Zîlanan kesayetên xwe dan ber lêpirsînan. Her ku gotineke ji gotinên Zîlan bi lêv kirin, asta koletiya li ser jinê dahûrandin kirin û li gorî wê xwe pêş xistin. Asta ku jinên Kurd û dostên jinên Kurdistanî gihîştinê, îfadeya pîvanên azadiyê dikin. Her ku jinekê dengê azadiya xwe bilind dike û vegera cewherê xwe daxwaz dike, wê demê di xeta Zîlanan de israr dike û dixwaze ku mîna Zîlanan xwe bigihîne perperoka ji agir. Me li jorê jî dabû diyar kirin ku Tevgera Jinê ji serdestan tolgirtin e; jinên ku di xeta Zîlan de dewa azadiyê dikin, îfadeya vê yekê dikin. Divê em wekî jin tu carî siyaset û polîtîkayên ku hêzên serdest li ser me didin meşandin ji bîr nekin û bizanibin ku armanca wan her tim kolekirina îradeya azad e. Ger ku em azadiyê dixwazin, wê demê divê em xwe di pîvanên Zîlan de bipijînin û bi vê rastiyê re xwe bigihînin dengên heqîqet û azadiyê. Ji ber ku tenê rastiya Zîlan dikare me ji koletî û xezeba serdestan xilas bike.

Zîlan, bersiva polîtîkayên qirêj e

Ez jî wekî hemû milîtanên Apoyî û rêhevala xeta Zîlanan di Akademiya Zeyneb Kınacı de hatim perwerdekirin. Şansê min ew bû ku di temenekî ciwan de û di lêgerîna azadiyê de min xwe gihand navenda jina azad û min li wir kesayet û dîroka xwe naskir. Di dirêjahiya perwerdeyê de cewherê Zîlan ê ku pênaseya jina esîl dike, min naskir û pê re ketim ferqa cewherê xwe. Dema ku min ji name û peyvên Zîlan dixwend, tecrûbeya ku Tevgera Jinê bi salan qezenc kiriye min naskir; ew jî bû sedem ku eşqa min a jiyana azad zêdetir bibe. Ez fêrbûm ku bi Zîlan re jiyankirin, famkirin û di heman armancê de rêhevaltîkirin tê wateya ku li dîroka jinê vegerandin e; ez bawer im ger ku xwe li wê rastiyê negirim, wê ji derveyî koletiyê tu tişt min hembêz neke. Lewma ji bo min Zîlan bû cihê xwenaskirin û li cewherê xwe vegerandin. Ez di vê yekê de bawer im ku ji derveyî xeta Zîlan û xwedawendên mîna Zîlan, wê tu tişt min ji kevneşopiyên pergalê xilas neke. Ger ku azadî hebe, tenê wê di vê rê û armancê de be; ji derveyî vê, hemû xapandin e. Dema ku mirov rewşa jinê ya di nava pergalê de dibîne û digire dest, awayekî baştir fam dike ku pîvanên Zîlan îfadeya cewher û xweparastinê ye. Ji ber ku hêzên hegemon pênaseya azadiyê ji cewherê wê derxistine û dixwazin ku bi navê azadiyê berjewendiyên xwe yên qirêj li ser ciwanan bidin meşandin. Kesayeta heval Zîlan jî ji bo van polîtîkayên qirêj bersivike mezin e. Em dibînin ku îro pîvanên Zîlan bûye xeta jiyan û ji nû ve vejandinê. Akademiya Şehîd Zîlan jî ji bo min bû deriyeke nû ya jiyankirinê da ku di her şertî de kesayetiya xwe ji kevneşopiyên pergalê rizgar bikim. Akademiya Şehîd Zîlan jî li ser wê armancê hatiye sazkirin; ji bo ku em kesayetiya xwe di xeta azadiyê de ji nû ve bigirin dest û xwe di lêpirsînan re derbas bikin. Helbet her jineke şoreşger dema ku di Akademiya Şehîd Zîlan de tê perwerdekirin, biryara xwe ya azadiyê bilindtir dike û bi wê îdiayê ve beşdarbûna xwe ji nû ve saz dike. Ya min jî bi heman armancê ve beşdariya min ava bû û gelek ezmûnên mezin min qezenc kirin.

Zîlan, rêberê jiyana azad e

Azadî ew e ku tu ji bo giştî civakê xizmet bikî, di nava pirrengan de xwe îfade bikî û hebûna xwe biparêzî; ger ku ev yek nebe, wê demê azadî tê çi wateyê? Em bala xwe bidin gelek ciwanên ku ketine xefka polîtîkayên serdestan; azadiyê bi serbest derketina xwe ya ji malê, li xwe kirina cil û bergên ku temsîla herêma wan nake ve girê didin. Ev ji kûr ve ketina xefka dijmin e. Ji bo ku em azad bijîn divê ku em di xeta heval Zîlanan de dest bi meşa jiyanê bikin. Em ê bi Zîlan re bigihîjin hebûna xwe, bigihîjin azadiya xwe. Ji ber ku heval Zîlan rêvebera jiyaneke nû ye. Dema ku çalakiya xwe li dar dixe jî, vê yekê ji cîhanê re îsbat dike. Jina Belûcistanê jî dema ku dixwaze ji bo hebûna xwe şer bike, bi nasnavê Zîlan ve şer dike. Ew jina hêja jî navê xwe dike Zîlan û heval Zîlan ji bo azadiyê ji xwe re wekî rêberekê dibîne. Bi kurtasî, dixwazim cewherê gotina xwe de diyar bikim ku heval Zîlan ji bo jinan rêbera jiyana azad e. Mirov tenê dikare di pêşengiya Zîlan de biryara azadiyê bide. Di heman wextê de têkiliyên xwe bi Rêbertiya Azad re saxlem û dirust bike. Çawa ku Rêber APO jî destnîşan kir ku "ZÎLAN FERMANDARA MIN E", em ê jî di xeta Fermandariya Zîlan de xwe bigihînin xwebûna xwe û hebûneke azad di bin sîwana navê Zîlan de qezenc bikin. Girêdaniya bi Rêbertiya azad re jî zanistî bikin û xeta ku şehîdên azadiyê dane destpêkirin bi rast koşînkirinê ve heya dawiyê berdewam bikin. Xwedîderketina li xeta şehîdan, xwedî derketina li nasnameya xwe ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.