Li ser xeta Zîlan şer dikin

În 21 Hezîran 2024 - 00:58

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Şerzan Cûdî û Dîcle Nûrûllah bi wesîleya salvegera 28'an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) ji ANF'ê re axivîn ku Zîlan di sala 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî kir.

Gerîlaya YJA Starê Dîcle Nûrûllah got:’’Weke gerîlayên YJA Starê em li ser xeta berxwedanê ya Zîlan têdikoşin. Îro li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Zîlan hene. Weke hevrêyên Zîlan li Zap, Metîna, Xakurkê û gelek herêmên Kurdistanê li dijî dijmin şer dikin. Çi dibe bila bibe em ê di têkoşîna xwe de hevala Zîlan bi bîr bînin.’’

Gerîlaya HPG'ê Şerzan Cûdî jî wiha axivî:’’ Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe cîhan hejand, hebûna gelê Kurd, hebûna jinên Kurd nîşan da. Di serî de jinên Kurd peyameke xurt da jinên cîhanê, peyameke jiyana azad da. Bû manîfestoya jiyana rast. Zîlan dengê tevahiya mirovahiyê bû. Çavkaniya têgihiştîbûna xwe Rêber Apo bû ku felsefeya jiyana azad e. Hevala Zîlan beriya ku çalakiya xwe bike nameyek li pey xwe hişt û got, 'Xwezî ji canê me bêhtir tiştekî me hebûya ku me feda bikira'. Ev manîfestoyeke. Em jî li ser xeta Zîlan dimeşin û em ê her tim li ser wê xetê bin.’’

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.