
OSMAN KAPAN
Bi banga dîkên sibê re ji xewê veciniqî.Di berbanga sibê de stêr ji her demê pirrtir di biriqînin û pirrtir nêzî mirov in. Bi çavên xilmaşî, li stêrkan nerî. Welê qederekê bi çavên hişmetkar ew temaşe kirin.Demên havînê her kes li ser erzêl û texteyan radiketin.Xewa berê sibê xweş bû.Lewra hênikahîyê laşê mirov miz dida.Çavên wî li ber wê hewaya hênik diçûne ser hev.Lê heya jê dihat zor dida xwe ku ranekeve. Diviyabû hîn tu kesî ew nedîtî biçûya. Ev hefteyek bû karê wî ev bû. Di navbera raketin û şiyarbûnê diçû û dihat. Ma ku ne çûbana dê tiştek bibûna gelo? Ji xwe re di nava fikaran de bû. Dayîka wî rabûbû ku nimêj bike, dît ku Bawer hîn li ser text e.Hate balê û got:
“ Kurê min ma tu hîn neçûyî? Carê welê dereng nemîne.Bêbext, xayîn û bênamûs pirr in. Bila tu kes te nebîne û bawerîya xwe jî bi kesî neyne…”
“ Temam dayê, tu jî baweriya xwe bi tu kesî nayîne.”
“Kurê min, mirovên xayîn bawerî bi wan nayê. Lewra ji bona tiştekî biçûk rûmeta xwe difiroş in.Mirovên ku rûmeta xwe bifiroşe, nîrxekî ku xwe lê bigire namîne.”
Bawer, rabû ser xwe, xwarina ku dayîka wî ji êvarî ve amade kirî û xistibû turik de rahiştiyê û bi nava rezan ve meşiyabû.Li nava rezan ji xwe re stargeheke bin erd çêkiribû.
************************ ************************* *********
Bawer, piştî xwendina Lîse yê, her çiqasî malbatê xwestibû ku bixwîne jî ne xwendibû. Dema sedema ne xwendinê jê dipirsîn jî, digot; “ naxwazim.” Malbatê jî tu zorî lê nedikirin.
Dema ku Bawer bîrewer bûbû û pê ve nehîqîya li Kurdan dibû didît. Ew û çend hevalên xwe ketibûne nava hewldanekê û mirovên şoreşger jî naskiribûn.Hingî hîn nû Apocî derketibûn serê çiyan. Wî û Cemal biryar dabûn ku biçin. Hemû amadekariyên xwe kirin û çûn gihiştin hevalan.Di bin wan şert û mercan de Bawer hinekî dudilî ma û xwest vegere malê. Sefermandar vegera wî erê kir. Xatir ji wan xwest. Dema wî û Cemal dest dane hev ji fedîya serê xwe berjêr kir. Cemal got:
“ Qet serê xwe berjêr neke, ji niha û ne gelekî din tu yê vegere van çiyan...!”
Bi gotina Cemal re poşman bûbû û xwestibû bimîne.Lê serfermandar bi zarekî şîrîn gotibû: “ Heval biçe kengî te dudilîya xwe ji ser xwe avêt, Çiyan dîsa li ciyê xwe ne, em jî şêneyên van çiyan in…”
Piştî vê bûyerê Bawer, bêdeng dima û bi tu kesî re zêde ne d axifî. Bi çûyîn û vegera wî her çiqasî tu kesî nizanîbû jî, her kêlî xwe didarazand û û ji ber ne wêrekiya xwe hezar nalet li xwe dianî. Ew û bêdengî bûbûne heval, ne di axifî, lê ujdanê hinavê wî dişewitandin. Rojekê dayîka Cemal, hate balê û got:
“Bawerê min, tu û Cemal wekî bira bûn. Win qet ji hev qut nedibûn.Ev çend roje ne xuya ye. Pêşî min got dibe çûbe mala xalê xwe, lê îro birê min hatibû vir, min jê pirsî ne li wir e jî. Tu nizanî bi ku ve çûye.?”
Wê kêlîyê heft xencerên zîvî li ser dilê Bawer bixistana dilopek xwîn jê nedihat! Gêj bû gerdûn li dora wî zîvirî. Bi zorê gottibû; “Na.” Û rabûbû çûbû qeraxê çem ê li biniya gund. Heya dilê xwe rihet kir giriya.Ji wê rojê û pêve pirr hindik dixuya û bi kesî re ne di axifî. Ew jî ku hinek pê re di axifîn bersiveke kin dida wan. Dayîk û bavên wî li cem mele û şêxan çend nivişt jê re çêkiribûn û bi dizîka bi batanê kincên wî ve dikirin. Çend sedeqe ji şêx û mişayîxan re dabûn, da ku ji vî halî rizgar bibe. Lê qet guhertin pê re çê nedibû,heta roj bi roj xerabtir dibû.
Rojekê girse ber bi mizgeftê ve dibeziya. Bawer, dizanîbû tiştekî awerte heye, lê nizanîbû çi ye. Bêdeng da du girseyê û ber bi mizgeftê ve bezî.Girse di nav xwe de di axifîn: Cemal û hevalên wî şehît ketine…” Wê kêlîkê dinya bi serê wî de xerabû.Çavên wî tarîbûn, hema di cî de rûnişt.Piştî qederekê berê xwe da devera ku miriyan lê dişun. Cendekê Cemal û Serfermandar li erdê bûn. Cendek di nava xwînê de û her dever birîn bûn. Li ser cendekan mele û çend kesên din hebûn, di nava xwe de digotin:
“ Dibêjin, piştî ku şehîd ketine bi paşîya panzêrê ve kirine û gerandine.”
“ Dibêjin bi saxî girtine û bi panzêrê gerandine…”
Deng li nav hev diketin.Bawer bi çavên xayîs, li her du cendeka nerî. Cemal û serfermandar bi hev re li Bawer nerîn û pê re bişirîn. Ew jî bişirî û derket, ber bi mal ve meşî ya. Hinav lê dişewitî, kelogirî dibû, lê qet negiriya. Dizanî ku bigirî dê kîna wî bi rondikan re bi herike. Kete menzela xwe sê şev û sê rojan ji menzela xwe derneket û xwarin jî nexwar. Nehişt rondik ji çavan werin, tev diwerivandin nava kezeba xwe. Ku rondikên şor digihiştin kezeba kul, kizênî pê diket û dibû hêrs difûrî… Xwe ji mirina wan berpirsiyar didît. Nalet li xwe û newêrekîya xwe dianî. Ji xwe re digot: “Ku ez bi wan re bûma, ji dêvila ewqs gule hemû li wan biketana, dibê ku hinek li min bi ketana û cendekê wan ewqasî xera nebûna. Bi hezaran raman diçûn û dihatin. Lê piştî sê şev û sê rojan hinekî aram bûbû. Lewra biryar dabû dê biçûna û tola wan hildabana. Piştî tola wan miribane jî jê re ne xem bû.
Êvarî li ser sifreya piraxan rûniştin. Xwarina xwe xwarin. Keyfa Bawr li cî bû, bi xwîşk û dayîka xwe re henek dikirin. Bi vê keyfa dayîk û xwîşkên wî jî dihat.Piştî demeke dirêj Bawer, dîsa bi ser xwe ve hatibû. Piştî şîvê Bawer çû kelêşa bavê xwe ji cî yê wê derxist û nameyek nivîst xiste şuna wê û berê xwe dabû çiyan. Heft salan malbatê tu agahî jê negirtibû. Li gelek cî ya mabû. Bawr di nav şer de pijiya bû û zane bû.Êdî armanca ne tenê Tolhildana Cemal û serfermandar bû. Armanca wî tola welatekî bû.
Piştî ewqas sal, şeş meh berê hatibû herêma ku lê ji dayîk bûyî.Lê dîsa ji ber kar û peywira xwe nikarîbû malbata xwe bibîne. Heya wê roja bêyom.Bawr û şeş hevalên xwe di qun”tara çiyê de li devereke xewle bi cî bûbûn. Ji zû ve li wir bi cî dibûn.Rojekê ber muxribê dîtin ku ji hêla dijmin ve hatine dorpêçkirin.. Şer dest pê kir.Bawr dît ku dijmin bi sê cî yan ve li wan direşîne.Gote hevalên xwe:
2 Hevalno, dijmin ji sê deveran ve em dorpêç kirine.Win her şeş heval bi vir ve biçin,ezê we biparêzim. Heke ez filitîm emê li kanîka Hecî hev bibînin.Heya sibê ku ez nihatim biçin li benda min nemînin.”
Her çiqasî hevalên wî ev yek ne pejirandin û nexwestin bi tenê bihêlin jî Baqer ferman da ku biçin.Heya derengî şevê Bawrr şer kir û di hêla paş ve xwe berda jêr.Devera ku pêve çûyî leşker jî hebûn. Lê bê xeterî ji nav derketibû û berê xwe dabû kanîka Hecî. Ew jî matmayî mabû bê çawa ji nava ewqass hengameyê rizgar bûbû.Berê sibê gihiştibû kanîkê. Lê kes li wir nedîtibû.Ji xwe re got: “ Dibe hîn negihiştine werin.” Heya seet dehan sekinî, dîsa kesî xuya nekiribû.Derengî şevê, piştî ewqas sal hatibû malê.Dayîk û bavê wî bi hatina wî pirr keyfxweş bûbûn.Dayîka wî gotibû: “Kurê min dibêjin şeş gêrîla şehît ketine…”
Wekî tu aveke cemidî ji nişkê ve bi serîde berde behitî.Her çiqasî bawrr nekiribû jî,dîsa wesweseyek ketibû dilê wî de. Pisulayek nivîsand û bi bavê xwe re şiyande ba hevalên xwe. Ew hefteyek bû tu agahî ji kesî nedistand. Êvarî derengî şevê dihat e mal, sibê zû derdiket, diçû sitargeha xwe.
Dîsa bi wir ve dimeşî ya.
Evdokê keçel wê sibê zû rabûbû nimêjê.Çawa çav bi Bawer ket,wekî rovîyê kozika mirîşkan bibîne, dora devê xwe alast.
Bû êvar Bawrr nehat,roj hat û çû,bû êvar dîsa nehat. Hîn jî dayîk û bavê wî li bendê ne û derî vekirî dihêlin. Li bendê ne ku dîsa şevekê ji nişkêve were...!















