Raborî

Nûçeyên Forum

Duşem 15 Hezîran 2026 - 06:30

OSMAN KAPAN

Berê sibê ,ji xewê veciniqî. Xewn didît an rast bû ji nava hev dernedixist. Dema bi şev serê xwe danî ser balîv ku  rakeve, raborî wî mîna aveke bi herk li ber çavan kire mile mil û herikî. Erê wekî her mirovî ew jî li ser raborî û dahata xwe difikirî. Heya niha çi kiriye, dema were dê çawa be? Bi sedan pirsên wekî van di labîrentên mêjî yê wî de li bin guhê hev diketin !

Lê raborî ya bi şev li ber çavan diherikî ne wekî yên din bû. Tiştekî cuda bû, lewra tiştên ku ji xwe re digot qey min ji bîr kirine û êdî ew ji bona min ne ewqasî girîngin, li pêş bûn. Çima ew li pêş bûn ji nav hev dernexistibû. Heya derengî şevê wî û pirsên bê bersiv li ber hevûdin dabûn. Nizanîbû çi demê raketiye.

Îca dema ji xewê veciniqî nizanîbû xewne an rast e. Dengek dihatie guhê wî ! Çavên xwe vekirin, deng qut bû,li derdore xwe nerî, tu kes nedît. Ew çi deng bû ? Çavên xwe girtin, dîsa deng dihat û digot: “ Te çima ez hiştim û tu çû yî?”

Deng nas bû, deng di herikî guh û xwe berdida ser mêjî. Lê çima ku çavên xwe vedikir deng nedihat? Ji xwe re digot: “ Ev xewn şiyarke, an ez dîn bûme?” ÇI pê hatibû, çima raborî hatibû li ser mêjîyê wî bi cih bûbû? Dikir û ne dikir ji nava hev dernedixist. Ji xwe re gotin: “ Mirov dest ji raborîya xwe berde jî ew dest ji mirov bernade…!”

Dît ku êdî nikare rakeve, rabû çû dest rû yê xwe şuşt û di wê nîv tarîyê de derkete ji derve. Stêr li asîmana dileyîstin.Li stêra sibê nerî,hîn ji banga mele re dem mabû. Cihê stêra sibê û hemû stêran li cem wî û hevalên wî cuda bû. Her yek li cem wan xwedî wate û misyonek bû. Lewra li Çiyan dem û rê yên xwe bi wan kişf dikirin. Ji bona wê di navbera wan û stêran de girêdaneke dilînî hebû.Ew  stêr carina ji wan re dibûne heval, carina rênas. Qederekê li wan etêra nerî.

Li ser kevirekî rûnişt û çavên xwe girtin, dîsa ew deng : “ çima te ez hiştim û çû yî?” Ev dengê kê bû? Ji dema tevlî şoreşê bû yî heya niha pir heval li pey xwe hiştibûn. Lewra di nava şer de hevalên wî şehîd diketin, an ew ji deverekê diçû devereke din,êdî gelek hevalên xwe nedidîtin.Ji bona wê dema xatir ji hev dixwestin, wekî xatira dawî hevûdin hembêz dikirin.

Deng, ew deng, çi deng bû û dengê kê bû.Ku dema çavên xwe digirt, ew deng nehatibana guhê wî, dê derbixistana ka dengê kê ye. Lê deng nedihişt bi rame. Çav vekirî hinekî ramî… Erê ew deng yê Rûken bû. Kesereke kur kişand. Çû salên berê.Ew, Rûken û sê hevalên xwe yî din ketibûne kemîna dijmin. Bi guleya pêşî Rûken ji lingê xwe birîndar bû. Şerekî giran bû. ew û Rûken di heman kemînê de bûn û bi wê birîndariya xwe ve jî Rûken berxwedaneke bêhempa dikir. Çend carî gotibû: “Heval,ezê te biparêzim, tu xwe di vê dola jêr re biçe. Kir û nekir dest Ji Rûkenê berneda.Hevalên wan jî şer dikirin, lê agahîya wan ji hev tunebû û nizanîbûn rewşa wan çiye.

Heya dereng şer domîya. Demekê dengê guleyan kêm bû. Rahişte Rûken da pişta xwe û xwe di dolê re berdane jêr. Te digot qey şer li vir nebûye, tu kesî ew nedîtibûn. Li devereke ew le bi cih bûn. Ji xwê û çend şekirî pêve bi wan re nebû,çemekî biçuk dibin wan re diherikî,di çû ji wir av dianî. Haya wan ji hevalên wan jî tunebû û di radyoyê de jî qet behsa wî şerî nedikir. Ji hev re digotin: “Heval bi silametin. Lewra ku şehîd biketana dê dijmin bi zêdahî bigitana.

Di roja pênca de tiştekî wan nema û birîna rûken jû kurman dayê. Gote Rûken heval ezê biçim, hem hinek xwarin, hem ji bona birîna te derman bînim.Rûken dixwest ku ew tişt hebin, lê nedixwest hevalê wê ji bona wê bikevine xetereyê de.,nexwest ku biçe. Lê çû. Heya gihiştibû deverekê bûbû berê sibê. Nekarîbû vegere.Tiştên xwe amade kirin û ma li benda êvarî. Êvarî çû cî yê Rûkenê lê, Rûken ne li wir bû.Gazî kir, lê geriya na. Te digot qey Rûken bûye av û bi erdêve çûye.

Rûken li ku bû,bi kuve çû. Sê rojî din jî ma li wan deveran,Rûken nedît.Hevalên wî yê din,bi silamet gihiştibûne cî yê xwe.Lê Rûken tune bû.Piştî salan bihîst ku Rûken, dîl ketiye û di zîndanê de ye.Wî bi salan xwe tawanbar didît. Niha hîn pirrtir. Lewra bi heter Rûken gotibû: “ Heval, min nehêle û neçe.”

Niha Rûken li Zîndanê, hevalên wî hîn dergevanên çîya, ew li biyanî ya penaberî yê. Dilê wî hate guvaştin. Bêrîya çiyan kir. Vegeriya mal, çentê xwe dagirt û ji mal derket…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.