
- Jiyan carinan kûrahiya birînekê ye ku di bêdengiyê de dinale; carinan jî neqeba çiyayên asê ye ku li ser lûtkeyên wan ronahiya azadiyê vedide. Di nav vê gerstêrka êşê de, evîn û bîranîn, berxwedan û birîn, mîna şaxên dara azadiyê reh didin û di nav demê de vediguherin destaneke nemir. Destanek ku li ser erdnîgariya me, di navbera xirecira birînan û ronahiya hêviyê de, her dem ji nû ve tê vegotin.
HOGIR BERBIR
Vegotin dibe pênûsa rast û hestiyar. Her çiqas bixwaze serpêhatiya lehengên xwe vebêje jî, di kûrahiya xwe de barekî giran hildigire. Dixwaze giyanê xakeke birîndar, sirûda wan a bêdeng ku zinaran diqelêşe û kûrahiya evîneke ku sînor nas nake, bîra me bixe. Ku bibe nivîs jî, divê bibe diyarîyek ji bo pakrewanên ku mîna stêrkên geş li asîmanê welatê me diçûrisin; stêrkên ku her çiqas dûr bin jî, rêyên tarîtiyê ronî dikin.
Ev dibe hest û daxwazek ku gava mirov li şehîdan dinêre, serê xwe li ber wan ditewîne. Di vê nêrînê de, hin caran bêhna daristanên azad dikeve pozê min; sermaya hewaya lûtkeyên spîboz digihîje min; û herikîna bêdeng a çemên ku ji nav keviran derbas dibin, dibe pêlek ku min diricifîne. Dengê pelan, ku bayê sivik dixe qirika guhê min, bi strîna çûkên azad re govendeke bêdawî ya xwezayî, bi tevn û ritmeke nepen, ava dike.
Di nav van hestên biheybet de, lehengên bênav tenê nabin şehîd; ew dibin ew kesên ku bi evîn û vîna xwe ya ji pola, rastiyê digihînin sînorê hebûna min, xwebûnê di qada pergala serdest de ava dikin û derbasî qonaxa heqîqetê dibin.
Çîroka jiyana min wiha dest pê dike:
Piştî çûyîna we, heval, ji nav êşê hêz tê dîtin. Ez di xwestekeke têrtijî de bêdengiyê hembêz dikim; lê di dawiyê de, di nav pirdengiya jiyanê de, dengê xwe, nasnameya xwe û dilê xwe yê mezin dibînim. Dibînim û diqîrim. Dikim hewar û gazî. Tenê navên we bi xwîna we ya sor, ku li ser her bihosta axa welatê min dilop bi dilop niqûtiye, radigirim; bêhn dikim û dikim xwelî li ser serê xwe dibarînim.
Nebêje: “Girî li te nayê.” Li min tê û pir jî li min tê. Ji nebûna we, ji bêçaretiya xwe, li min tê. Nexwe ez ê li cem we, di dewsa we de, bûma. Nexwe kîjan kêlî ye ku ne layiqî van hestan e, heval?
Bila ev jî bibe serpêhatiyek ji wan kêliyan ku di navbera jiyana min û şehadeta we de têne nivîsandin. Her çiqas ev rê min dikişîne ber lêgerîneke kûr jî, ne tenê li hundirê xwe, lê li derve, li nav rastiyê, digerim. Ev lêgerîn vedigere û dibe hestiyariya min; dibe ser evîna paqij a ku li hember zeman, şert û pergalên serdest radiweste û dibêje:
“Mirov dikare rastiyan berevajî bike, lê evîna rastîn tu carî berevajî nabe.”
Hêdî hêdî dixwazim, bi van hestan re, dilop bi dilop xwe berdim nav hibra pênûsa xwe. Rehên qirika min bi gotinên tijî kelagirî asê dibin û dengê min di nav bêdengiyê de bilind dibe. Lê careke din nikare rastiya min ji we re bibêje, heval!
Erê, ev valahiya ku we li pey xwe hiştiye, nikarim dagirim û tu carî birîna dilê xwe bi tevahî derman bikim. Lê ez ê vê birînê bikim çavkaniya hêzê. Ez ê ji bo jiyaneke tijî evîn bijîm; bîranîna we, mîna ronahiya stêrkekê, bikim çira û bidim pêşiya xwe. Armanc û xeyalên we her tim zindî bihêlim.
Li vir, di destana we ya hebûnê de ku dest pê kiriye, ez xwebûna xwe dibînim. Gavên we yên giranbiha di nav rûpelên dîrokê de bi erjeng xuya dibin. Ji ber ku her gotina ku ji bo we lêv bikim û binivîsim, ne tenê pêkanîna rêz û hurmetê ye; ew hewldanek e ku ez bi pêşmala dayikekê wan hêsiran bimalêsim, bêhna bîranînan û kelecana hêviyê bivejînim.
Wê çaxê mirov fêm dike ku lehengî tenê di qada şer de nayê pîvandin. Lehengî di parastina nirxên mirovahiyê de ye; di hezkirina kûr a ji bo gel de ye; û di wan bîranînên paqij ên rêhevaltiyê de ye ku mirin jî nikare ji dilê mirovan derxîne, hevalê min ê sax!
Şehîd, bila van gotinên min toza bin lingên we bin; toza ku ez li ser serê xwe û hevalên xwe yên sax dakim û wekî rêzdariyeke mezin bihesibînim. Toza ku li ser rêya ku hûn tê re derbas bûne, li şûn maye.
Bila pênûsa min li hember vê evîna ku dilan birîndar dike, lê tarîtiyê diqelêşe, rastiyê bibêje. Bila ew navên ku di dilê min de hatine nexşandin, di bêdengiya salan de winda nebin. Bila her navek, tîpek, hevokek û peyvek bibe şopa we; bibe bêhneke ku ji bîranînê wêdetir e; bibe jiyaneke şahreza.
Ez bi hêviya wê rojê dinivîsim, heval; wê rojê ku bibim layiqî wê toza binê lingê we ku hûn di ser re derbas bûne. Da ku ronahiya rêya we, rêya evîna min jî ronî bike. Roja ku mirov li paş xwe dinihêre û dibîne ku birînên xwe derman kirine.
Li ber vê evîna we ya şahreza, dilê pênûsa min, xemgîn û stûxwar, bi her livandinê re xwe ditewîne. Lê di hundirê vê stûxwariyê de hêzek heye ku min li ser piyan dihêle: ew jî baweriya ku we daye min e.
Hûn li wir in; di nav dilên ku xwîna wan germ e de ne; di nav bîranînan de gav diavêjin; di stranên bêdeng ên xwezayî de dilorînin; di nav pelên wê destanê de, ku hîn bi dawî nebûye, dijîn. Û herî zêde, hûn di ronahiya stêrkên bênav de dijîn- stêrkên ku hîn jî rêya me nîşan didin.
Û heta ku şopa wan stêrkan li asîmanê min hebe, rêwîtiya min jî dê bêrawestan li dû we bidome.
Û bila ev ji min soz û gotina dawî be, heval!








