Sînemaya Çiya; estetîka azadiyê yan jî îmajên kedînebûyî!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 31 Adar 2026 - 18:00

  • Bêguman Sinemaya Çiya bi helwesta dekolonyal ve girêdayî li çiyayan maneya “estetîka azadiyê” jî ji nûve şirove dike. Ev estetîk, nasname, erdnîgarî û zimanê di bin zordariyê de hatiye înkarkirin, bi dij-helwesteke antîkolonyal radixe ber çavan û pirsgirêka civakî vediguherîne berxwedana siyasî.

 

ARDÎN DÎREN

Mirov dikare Sînemaya Kurdî di çarçoveya kolonyalîzmê, nasnameya neteweyî, berxwedan û rizgariya çandî de binirxîne û têkildarî sînemayê bi van têgehan dakeve. Herçî “Sînemaya Çiya” ye -ku mirov dikare weke bin-serenavekî Sînemaya Kurdî bibîne- bêhtir li çiyayên Kurdistanê, bi jiyana gerîla dadikeve, serpêhatiya gerîla dike belge û estetîka azadiyê zindî dike.

Sînema Çiya, di dawiya salên 1990'an de, wek herekateke ku jiyana gerîla yên PKK'ê li çiyayan belge dike, derket holê. Ev sînema, ji hilberînên stûdyoyên klasîk dûr e û di şertên gerîla de tê çêkirin. Di vê çarçoveyê de, Sînemaya Çiya, hinek dişibe pêlên Neorealîsmo û Nouvelle Vague ku li Îtalya û Fransayê derketin holê û di sînemayê de rêgezên nû ava kirin. Filmên li çiya hatine çêkerin bêyî propagandayê, rastiya tazî bi nêrîneke xwe-rexnekirî nîşan didin; mijarên wek azadî, xiyanet, teslîmbûn û berxwedanê dinirxînin. Hemû film jî li dervayî stûdyoyan, bi lîstikvanên amator û tîmên piçûk hatine çêkirin.

Estetîka azadiyê û serhildana çandî

Çiya di çanda Kurdan de xwedî girîngiyeke metaforîk in. Çiya sembola têkoşîna azadiyê û mekanê berxwedana li dijî kolonyalîzmê ye. Ji perspektîfa dekolonyal, çiya "necropolitical" (polîtîkaya mirinê) in; li vir nasnameya Kurdî ji rewşa qurbaniyê ya ku dewlet ferz dike, xilas dibe û dibe mefhûmeke çalak ango berxwedêr. Mîna teoriya Frantz Fanon a berxwedana antî-kolonyal, Sînemaya Çiya trawmayê vediguherîne bîranîna kolektîf û wek "serhildana çandî" xwe bi rêxistin dike ango di bin zext û zordariya dewletê de nihêrîn û awirên nû yên dekolonyal ava dike.

Bêguman Sinemaya Çiya bi helwesta dekolonyal ve girêdayî li çiyayan maneya “estetîka azadiyê” jî ji nûve şirove dike. Ev estetîk, nasname, erdnîgarî û zimanê di bin zordariyê de hatiye înkarkirin, bi dij-helwesteke antîkolonyal radixe ber çavan û pirsgirêka civakî vediguherîne berxwedana siyasî. Her wiha filmên li çiya berxwedanê bi zimanekî helbestî vedibêjin; çîrokên jin di navendê de ne û vîzyoneke azadiya dekolonyal pêşkêş dikin. Nexasim jî karekterên jin (Berîtan, Kulîlk, Sakîne) pergala baviksalarî hildiweşînin. Ev film û xebatên li çiya bîra têkoşîna Kurd diparêze û digihîne siberojê. Sînemaya Çiya, bi vî rengî sînorên sînemayê derbas dike û dibe îfadeyeke gerdûnî ya azadiyê. Sînemaya Çiya gelê bindest ji nû ve ava dike, tîne ser hişê xwe; trawmayê vediguhêre berxwedanê û daxwaza azadiyê bê rêya dîtbariyê nîşan dide. Her wiha menzereyên ku erdnîgariya Kurdistanê nîşan didin vediguherin amûrên dekolonyal û bi vî awayî kadrajên berxwedêr ji sînorên neteweyî wêdatir diçin ango der-sînor dibin.

Îkonografiya neteweyî ya Kurd zindî dikin

Gava mirov bi baldarî bala xwe dide filmên “Sînemaya Çiya” bi taybetî jî fîlmên Xelîl Dag û hevalên wî, ew dibin parçeyekî “Sînemaya Sêyem” ku li hember Sînemaya Yekem (Hollywood) û Sînemaya Duyem (sînemaya takekes a Ewrûpa) derdikeve û rêyeke sêyem diyar dikin. Nexasim jî mirov dikare bi nihêrîna “vernacular cinema of conflict” (sînemaya herêmî ya di nav pêvçûnan tê hilberandin), “poor images” (wêneyên lewaz ên qelîteya wan kêm) û “battle cinema” (sînemaya şer) filmên “Sînemaya Çiya” binirxîne. Li serê çiyayên Kurdistanê û erdnîgariya azad ku tim bûne herêmên serhildan, şer û pêvçûnan…Sînemaya Çiya digihîje formeke hîbrîd û berxwedana dekolonyal nîşan dide. Ev film ji hêlekê ve jî îkonografiya neteweyî ya Kurd zindî dikin.

Sînemayeke ‘korsan’ a li dervayî qanûnan

Xelîl Dag jî yek ji pêşengên Sînemaya Çiya bû. Di sala 1973'an de li Elmanyayê ji dayik bûye, bavê wî Tirk û dayika wî Kurd bû. Di ciwantiya xwe de li MED TV'yê kameraman bû û di 1994'an de ji bo hevpeyvîna bi Rêber Abdullah Ocalan re çû Sûriyê. Ev serpêhatî, wî anî ser PKK'ê. Ji 1995'an û vir ve li Başûrê Kurdistanê di yekîneya medyayê de xebitî, nûçe çêkirin û nivîs nivîsand. Piştî girtina Rêber Apo, li Dibistana Huner û Çandê ya Şehîd Sefkan berê xwe da sînemayê. Dag, sînemayê wek parçeyekê ji têkoşînê didît: Bi dirûşmeya "Tetikê me deklanşor e" tevdigeriya û kamerayê wek çekê didît. Ev hewldana kolektîf a gerîlayan, Sînemaya Çiya ji estetîka kesane dûr xist û bêhtir kirasekî civakî lê fesiland. Film bi lîstikvanên gerîla yên neprofesyonel hatin çêkirin; budçe tune bû, belavkirin bi rêyên CD û vê paşiyê jî YouTube dihat kirin. Ev nêzîkatî, estetîka azadiyê zindî dike: Sînemaya Çiya bi vî rengî ji hilberîna kapîtalîst vediqete, serbixwe tevdigere û dibe amûra berxwedanê. Heta mirov dikare bibêje filmê herî zêde di nav Kurdan de hatiye temaşekirin û belavkirin filmê “Berîtan” e. Ev film bi rêyên korsan hema bêje kete mala hemû Kurdan. Derhêner bi xwe jî vê rêyê rast dibîne û dibêje; “Belavkirineke bi awayekî korsan li filmê Berîtan tê. Ji lewma dewletê film qedexe kiribû. Me vî filmî ji bo em pereyan qezenc bikin çênekiribû. Divê ev film jî bi vî awayî ango li dervayî qanûnan bihata belavkirin.”

Heger em awirekî li filmên ‘Sînemaya Çiya’ bigerînin;

Filmê “Tîrêj” (2002) û “Eyna Bejnê” ku mirov dikare wan weke filmên destpêkê bibîne; jiyana gerîla bi vegotinên metaforîk vedibêjin. Di Eyna Bejnê de, metafora neynika dirêj, avakirina xwe nîşan dide; tevgerên karaktera jin Sakîne li ber neynikê, bi çiyayan re yekbûnê sembolîze dike. Kamera ya bi tevger, rewşa domdar a gerîla nîşan dide. Muzîk bi rîtma xwe pevçûnê geştir dike. Her wiha hêmanên dengbêjiyê jî bi xurt hatine bikaranîn. Mijara azadiyê di çîrokên jin-navendî de xuya dike: Hilweşandina sîstema baviksalarî, nîşandana nasnameya gerîla bi awayekî xwezayî di van filman de bêhtir eşkere dibin.

Filmê “Kilamek Ji Zagrosê” û “Firmêskên Ava Zê” (2005) hinek filmên belgeyî ne. Di van filman de jiyana şervanên PKK'ê û xweza li pêş e. Wekî baladeke çiyayên Zagrosê, bi wêneyên xwezayî û ajalan nîşan didin ku gerîla bi xwezayê re bûye yek. Ji hêla estetîkê ve jî bi planên nêzîk û pîvanên helbestî hatine honandin. Jiyana rojane ya gerîla bi saya van filman tên pêşkeşkirin. Berxwedan wek parçeyekê ji jiyana rojane tê nîşandan; bêyî propagandayê, bi nêrîneke xwe-rexnekirî.

Filmê "Dema Jin Hez Bike" fîlmeke dramatîk e ku li ser jiyana gerîla ya li çiyayan disekine, bi taybetî jî li ser rola jinên gerîla. Fîlm çîroka keçikeke ciwan a nû beşdarî gerîla bûye bi navê Kulîlk vedibêje. Kulîlk di pêvajoya nasnameya wê ya nû de, adaptasyona wê ya li jiyana çiyê, têkoşîna wê ya hundirîn (ew xwe ji bo şerê çekdarî amade hîs nake û bêhtir bi xêzkirina resman dadikeve) û hêza wê ya jinê ya di nav têkoşînê de tê pêşandan. Ev fîlm wekî sembolekê tê dîtin ji bo jinên ciwan ên ku beşdarî têkoşîna azadiyê dibin, û bandoreke mezin li gelek kesan kiriye ku beşdarî bibin. Di fîlm de mijarên wekî evîn, hêz, azadî, adaptasyon û têkoşîna jinê ya li hemberî sînorên baviksalarî tên nirxandin.

Û Bêrîtan…Fîlma herî navdar a Xelîl Dag. Çîroka rast a Gülnaz Karataş (Bêrîtan) vedibêje. Karataş, li dijî peşmergeyên KDP'ê berxwe dide, heta fîşeka dawî şer dike û ji bo neyê girtin xwe ji zinarî diavêje. Fîlm, mîna destanekê 162 deqîqe ye; berxwedana jinê di navendê de ye û xwefedakirinê vedibêje. Di warê estetîk de jî filmekî gihaştî ye. Nexasim girteyên li ser mil, vegera li dema bihurî ango flashback (dema film de xeteke lineer de naherike) nîşan didin ku film bi awerekî estetîk ango xemeke estetîk jî hatiye hilberandin. Fîlm li Kurdistanê gihîşt 2 milyon temaşevanan û bi belavkirina li derveyî qanûnan estetîka azadiyê belav kir.

Berxwedana epistemîk li dijî hêza kolonyal

Mîrasa Xelîl Dag û hevalên wî di sînema Kurd a îroyîn de (mîna fîlmên Rojava) berdewam dike. Sînema, tenê azadiyê venabêje her wiha ew azadiyê diafirîne jî; rastiya tazî ya li çiyayan, dibe amûrekê rizgariya estetîk. Xelîl Dag di sala 2008'an de li Şirnexê di şerê bi artêşa Tirk re şehîd ket û birrek film, vîdeo û wêne li pey xwe hiştin. Xelîl Dag sînema wek parçeyekî têkoşînê didît û digot: "Ez gerîlayek im lê heta ku kesek li ser gerîlayan fîlm çêneke ez ê her derhêner bim." Ev helwest sekna mîlîtan a Third Cinema'yê (Sînema Sêyemîn) nîşan dide; sînema dibe amûra berxwedana epistemîk li dijî matrîksa hêza kolonyal.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.