Berevajî kirina Rastîyê
(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 311(8)
Di berdewamiya vê noteya kurt de, ji aliyê kovara Mamostayê Kurdê ve, li gorî nivîsa nenaskirî ya Mesûd Barzanî di bergê duyem ê Barzanî bi navê ‘Elbarzanî we elhereke elhurîriye elKurdiye 1945 - 1958, di têkiliya bi' rola şermavî ya kesên naskirî li Kurdistana Îranê' di serdema Baqirov de, digel kû wê yekê ku Kek Mesûd Barzanî di babeta xwe de amaje bi tu navî kesekî nekiriye, nivîskar bê hebûna tu belgeyekê, bê yek û du Dr. Rehîm Qazî tawanbar dike bi sîxuriya dezgeha K. G. B û dinivîse:
" Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê li Mehabadê êdî venegeriya û 45 sal piştî wê jiyana xwe ji bo xizmeta K G. B. (dezgeha casûsiyê ya Sovyetê) terxan kiribû." Dr. Rehîm Qazî di Banemerê 1358an(nîsana 1979) yanê nêzîkî 3 meh piştî şoreşa Rêbendanê 1357ê hîcrî şemsî vegeriya Îran. Di kongreya çarem a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di Rêşemê 1358an de wek endamê komîteya navendî ya wê partiyê hate hilbijartin. Dr. Rehîm yek ji wan bû di Hezîranê 1359an de bi navê alîgirên kongreya 4em a Hîzba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji hîzba Dêmokrat veqetiya û xuya dike di destpêka salên 1361ê de vegeriyabe bo Azerbaycana Sovyetê.
Rehîm Qazî nivîskarekî bi şiyan bû û romana ‘Pêşmerge’ û kitêba ‘Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Gelê Kurd û Qazî Mihemed’, herwiha gelek gotarên neteweyî yên wî di rojnameya Kurdistan a çapê Bakûyê, beşek in ji xizmeta wî di warê siyasî û wêjeyî ji bo gelê xwe. Dr.Êzeddîn Mistefa Resûl di pêşgotina romana ‘Pêşmerge’ de, Rehîm Qazî wek ‘xwendewarekî’ pênase dike ku "hiş û bîra Kurdperweriya xwe bi bîra nû li axa Sovyetê perwerde kiriye û niha pêşmergeyek ronakbîrî yê tijî bawerî ye di koma têkoşîna gelê me yê berxwedêr de" [Pêşmerge r. 12] û mamoste Hesen Qizilcî, behsa Rehîm Qazî dike wek ‘hinek kesên dilsoz ku bi her awayek bûbe neteweya xwe ji bîr nekirine û hewildanek jî ji bo wê kirine, yek ji wan Kak ‘Rehîm Qazî’ ye ku çîroka Pêşmerge nivîsiye. ... ku bi rastî ev xiştekî giringe di qonaxa edeba Kurdî de û xizmeta bi nirx e ji bo ziman û dîroka neteweya me" [Pêşmerge r. 17 û 16]
Dr. Kamîl Hesen Elbesîr edîb û rexnegirê edebî yê bi nav û deng ê Kurd, behsa Dr. Rehîm Qazî dike wek ‘mirovê bîrronak ku rabirdûyekî xweş heye di têkoşînê de, û niha jî hê di hewldayê de ye ji bo xizmeta neteweya Kurd û mirovatiyê’. Elbesîr bi vî awayî behsa gelê Kurd di romana Pêşmerge de dike:Gelê Kurd, bi van sê rewşetan ve ku di çîroka Pêşmerge de behs kiriye, di têkoşînê de ji bo serxwebûn û azadiyê, têkoşîna wî têkoşîneke neteweyî ye ku ji nav komekên gel de derketiye. Ji ber wê Dr. Qazî tu rêbazekî Îranî negirtiye ber, belku rêbaza wî rêbazekî Kurdistanî ye, ev rêbaz jî ji aliyê doktorekî ve ku li Yekîtiya Sovyetê dijî wek Dr. Rehîm Qazî, helwestekî rast û zelal derdixe holê ku divê di mijara Kurd de were şopandin di encamê de bang li ronakbîrên (mufekirên) gelê Kurd dikim bi taybetî nivîskarên me ku bi hûrgulî û baldarî ev çîrok bixwînin û baş tê bigihîjin, çunku ev nimûneyekî nû ye ji bo nîşandana tevgera Kurd, û awayê herî baş e ji bo rêvebirina cemawerên gelê Kurdistanê ji ber wê bi dilê şad pîrozbahiyê ji Dr. Rehîm Qazî re dikim ku ev serkeftina mezin di çîroka Pêşmerge de bi dest xistiye. [Elbesîr. r 97 û 86]
Çalakî û berhemên Rehîm Qazî xuya dike ne di berjewendiya K. G. B. de, belkû di xizmeta gel û nîştimana xwe de bûye. Nivîsandina babetekê wisa ji aliyê sernivîskarê ‘Mamostayê Kurd’ an her kesekî din ve, zêdetir nîşana nebûna zaniyarî û berpirsiyariya wan e û giraniya kovarê kêm dike gava zaniyariyên nerast pêşberî xwêner dike.Di têkiliya bi tawanbarkirina Elî Gelawêj ji aliyê çend kesan ve wek Cihanşahlû, Şemîde û heta radeyekê Dr. Qadir Mehmûdzade bi sîxuriya li Barzaniyan, amajeyekî kurt di dawiya vê babetê de bi dijberiya gotinên wan ji aliyê lojîkê ve dikin û dibînin çiqas ev gotin serserî û bêbingeh in.
Elî Gelawêj kaptanê Komara Kurdistanê û kurê Îbrahîm Selah yek ji fermanedeyên naskirî yên hêza Kurdistanê bû. Gelawêj li Bakûyê yek ji kurdên navdar û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê bû û bêguman wek endamê Hîzba Demokrat a Kurdistanê dizanibû ku eger karê wisa bi Barzaniyan re bike, ew ê di serî û dawiyê de rûbirûyê Barzanî bibe û were nasîn. Ji aliyekî ve kesên wekî Ezîz Şemzînî û xwendekarên kurdên din ên ku di têkiliyê de bi Barzaniyan re bûn, dikaribûn bibin çavkaniya agahiyan li ser kesayetiya Gelawêj. Bi vê yekê, gelo Gelawêj amade bûbû ku bi wê sadebûnê kesayetiya xwe bixe metirsiyê? Gelo li tu cihî delîlek ji bo îsbatkirina vî cureyê sûcê hatiye dîtin?Ji aliyekî din ve, ne veşartî ye ku kesayetiyek wekî Mamoste Hejar, yê ku gelek nêzîkî Barzanî bû û murîd û muhlisê wî bû, berî vegera xwe bo Îranê, di wan du seferên xwe yên bo Bakûyê de, çavê wî bi Gelawêj ketibû. Çend sal piştî şehadeta Gelawêj di payîza 1367an de di girtîgeha Komara Îslamî ya Îranê de, Hejar di kitêba xwe ya "Çêştî Micêwr" de ku li Parîsê hate çapkirin, ne tenê qet bi xerabî behsa Gelawêj nekir, belkû Gelawêj wekî "Mewlanayê Romî yê zamana şemsî Tebrîzî" pênase kir:Di Rehîm Qazî de, zanîn û ilmê wisa ku berçav be, min jê hîs nekir. Lê gava min Elî Gelawêj dît, min his kir ku Elî wekî Mewlanayê Romî yê zamana şemsî Tebrîzî ye û bi derdê Beşîr Muşîrê Bexdayê gotiye: «Tu binivîse û ez têlif dikim!», Elî hem şair, hem nivîskar, hem kurdîzanekî baş, doktora wî di aboriya siyasî de hebû. [Hejar 344]
Bêguman di heman kitêbê de li gorî gotinên vî û wî û yek ji wan jî Gulam Yehya Danişyan bi başî behsa Dr. Rehîm Qazî nekiriye. Hejar di têkiliya xwe de bi Dr. Rehîm re dinivîse: Di gotinan de bîhna wê dihat ku[R.Qazî] li şûna Pêşewa bibe serokê kurdan.
Azerbaycanî û kurd bi başî behsa wî nedikirin. Digotin zilamê dewleta navendî ye û gelek kes ji hemwelatiyên Azerbaycanî bi girtin daye ku di zindanê de mirine. Jina wî cihûyeke rûs e; abrûbere e.
Xulam Yehya ji Dr. Rehîm tirsaye û gelek derdê dilê xwe li ser Partiya Tûdeyê rijandiye: «Eger careke din bigihîjim Îranê û çekek di destê min de be, her kes bêje ez Tûde me ji bo babe wî tenbê bikim. Ew Çend peyam ji bo Mela Mistefa şand.»
Hejar îdîa dike dr. Rehîm, parekî berçav ji pereyê mafê nivîsandina wî xwaribû. [Hejar 343]
Didome…
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
31 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
24 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
17 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
13 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
3 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
19 kanûnê
Berevajî kirina Rastîyê
13 kanûnê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
6 kanûnê






