Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 2 Gulan 2026 - 07:00

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 323(20)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî


Nakokî di navbera navendên kurdên muhacirên siyasî yên Moskow û Bakûyê de

Cemîl Hesenlî 
Têbînî

Ev nivîsara ku hûn ê li jêr bixwînin bi navê „Nakokî di navbera navendên kurdên muhacirên siyasî yên Moskow û Bakûyê“ beşek e ji pirtûka nû ya Cemîl Hesenlî bi navê Lîberalîzma Sovyetê li Azerbaycanê: Hikûmet, Ronakbîr, Gel (1959–1969) ku di sala 2018an de bi zimanê Turkî yê Azerî hatiye weşandin. Cemîl Hesenlî hem dîroknas e hem jî siyasetmedar e û dijberê rêberiya heyî ya Komara Azerbaycanê ye. Di vê nivîsarê de Hesenlî bi piştgiriya belgeyên arşîvên Rûsya, Azerbaycanê û bîranînên karbidestan ronahiyekê nû dixe ser kar û têkiliyên wan kurdan ên ku piştî hilweşîna Komara Kurdistanê li Sovyetê jiyane û têkoşîn kirine.  Di zimanê kurdî de li ser vê qonaxa dîroka hevdem a Kurdistanê ne tenê tu lêkolînekê bi awayekî babetî nehatiye kirin, lê belê li ser bingeha gotegotên bêbingeh aliyekî vê çîrokê bi neheq hatiye tawanbar kirin. Ev nivîsara Hesenlî ronahiyekê nû dixe ser wî aliyê û derfetê dide xwendevan ku bi rastî bixwe biryar bide. Her çend di nivîsarê de çend xeletiyên eşkere hene (ew jî nek ji ber bê îstiqrarbûna nivîskar, lê ji ber bêhişmendiya çavkaniyan), lê ev xeletî qet giraniya ravekirinên wî beşê pirtûkê yê Hesenlî kêm naketin .  Nivîsar bi awayekî bi temamî emanet hatiye wergerandin û xeletiyên faktî di wergerê de bi nîşana # hatine diyarkirin da ku bi çavkaniyên nivîskar re neyê tevlihev kirin. Xeletî li kenarên gotarê hatine nîşankirin. Spasiya heval Ezdar Şêxo ji ber wergerandina hin çavkaniyên bi Rûsî.  Hesen Qazî

Cotmeh 2018  3. Nakokî di navbera navendên kurdên muhacirên siyasî yên Moskow û Bakûyê

Nivîskar: Cemîl Hesenlî

Werger ji Turkî yê Azerî û şirove ji bo nivîsarê: Hesen Qazî
 Di Konferansa Sêyem a Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Azerbaycanê de di navbera demokratên Azerbaycanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) # zincîreke dijberî derket holê. Serokê kurdên demokrat Rehim Qazî di 6ê Adara 1960an de nameyeke 9 rûpelî ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê şand ku tê de gilî û gazincên xwe li ser xebata konferansê û li ser helwêst û tevgeryana Gulam Yehya Danişyan a li hember wî û kurdan di konferansê de tîne ziman. Ew di nameya xwe de wiha dinivîse:  „Di konferansê de hinek ji wan heval ên ku axivîn ne tenê min piçûk xistin , lê teşhîr li birayê min ê kuştî û bi giştî li rûmeta gelê kurd kirin. Ev cure helwêst nîşana meyla netewperestî ye û bi tu awayî bi armanca me ya avakirina partiyeke yekane û bi slogana me ya rojane ya ji bo xurtkirina çalakiya hevbeş a hemû hêzên demokratîk ên Îranê nagunce. Mînak, heval Eslanî got: ‘Azerbaycaniyan ne hewceyê piştgiriyê ne, em dikarin bi serê xwe xwe birêve bibin… Qazî kî ye? Bi giştî li Kurdistanê tu kes malbata wî nas nake…’ Heval Çeşm Azer got: ‘Qazî ji malbateke feodal tê, ew çawa dikare bibe xizmetkarê gel…’ Heval Danişyan ku ev gotin bihîstibû tu tişt negot û bêdeng ma, ew hevalê ku digotin ji bo yekîtiya hêzên pêşketî yên Îranê ‘hewl dide’, bêdeng ma.“ [1]  Rehim Qazî berî niha jî di Konferansa Duyem a Partiya Demokrat a Azerbaycanê de nerazîbûn nîşan dabû ku bi awayekî bikêrhatî ji kadrên Kurd sûd nastînin û qala Ali Gelawêjê ku namzedê doktorayê yê aboriyê û cîgirê sererastkarê rojnameya Azerbaycanê bû kiribû û nivîsandibû ku namzedekî aboriyê yê ji beşa aboriyê ya Akademiya Komara Demokratîk a Sovyetî ya Azerbaycanê neçar kirine li ser pirtûka „Hop Hop Name“ ya Sabir binivîse. [2]  Têkiliya di navbera wê partiya demokrat a kurd a li Azerbaycanê û rêberê kurd Mela Mistefa Barzanî yê li Moskowê ne baş bû. Barzanî gelek caran bi sedema ku serokê kurdên demokrat ên li Bakûyê Rehim Seyfî Qazî amûrek e di destê hikûmeta Azerbaycanê de, nameyên gilî û gazincê ji bo rêveberiya Sovyetê şandibû. Xizmê Mela Mistefa, Mistefa Selmasî # yê ku li Moskowê dixwend, di sala 1955an de nameyek ji kurdên muhacir ên li Bakûyê Hesen Hisamî û Rehman Germiyanî re şandibû û wan teşwîq kiribû ku li dijî Rehim Qazî îmze berhev bikin û bişînin Moskowê. Wî wiha nivîsandibû:  „Divê em li ber çav bigirin ku niha karê me yê mezin li ber dest e, ew jî ji bingehê rakirina Rehim û Gelawêj e ku li Bakûyê rehnek kûr avêtine, lê diyar e ku Rehim [û] Elî ew mijar mirî hiştine û wekî mamê min # (armanc Mela Mistefa ye – C.H.) dibêje wan navê wî kuştine. Lê divê em hişyar bin, xwe winda nekin û dijmin bi feqîr nehesibînin, çunku mar gava serê wî were jêkirin tê hesibandin ku miriye. Niha ji bo ku zûtir bigihîjin serkeftinê divê em hewil bidin ku wan li yek eniyê bikin beramber û bi tu awayî nehêlin ku dijminên me bibin yek an jî eniyekê li dijî me vekin. Mînak, hûn bixwe bînin bîra xwe, eger li şûna 3 îmzeyan ew nameya me 5 îmze bûya, 500 qat bi qîmettir û bi hêztir bû… Ji bo wî armancî ez ê jî alîkariya we bikim û bi taybetî kaxezên derewîn ji we re bişînim ku ji bo wî armancî bixebitînin.“ [3]
didome…


 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.