- (Salên 1947–1948)
- Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 320(17)
- Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Belgeya hejmar 2. Nameya Rehim Qazî û Elî Gelawêj bo Mîr Cefer Baqirov bi Azerî û Rûsî
Ji bo heval Mîr Cefer Baqirov
Rêberê Partiya Komunîst a Azerbaycanê (Bolşevîk)
Wergêr ji Tirkî Azerî: Hesen Qazî
Bi hurmet, baldarîya we bo van babetên di vê daxwaznameyê de dinivîsin dikişînin.
Em du ciwan in, du sal berî niha ji aliyê Hukumeta Neteweyî ya Kurdistanê ve ji bo xwendinê di dibistana leşkerî de hatine şandin bo bajarê Bakûyê. Piştî ku hêzên hukumeta kevneperest a Îranê vegeriyan welatê me, ji ber ku êdî ne mumkin bû em vegerin Kurdistanê, em li axa Sovyetê man.
Heta niha jî daxwaza me azadiya gelê me û têkoşîna demokratên cîhanê ye û di wê rêyê de qurbankirina malbat û samanê me şahidê wê rastiyê ye.
Niha jî, tenê daxwazek me heye, ew jî azadiya gelê Kurd ji bo jiyaneke bi rûmet û berdewamiya têkoşîn û serkeftinê ye.
Ji bo gihîştina wê daxwazê hukumeta mezin a Sovyetê yekane piştgirê me yê dayimî, bihêz û neguhdar e, bi taybetî di wê perwerdeya ku me di Partiya Lenîn – Stalîn de dîtiye, em bi hemû hêviyekê dizanin di rêya têkoşîna me ya dahatûyê de. Ji bo bexteweriya gelê me û bidestxistina jiyaneke geş bi wê perwerdeya mezin a Bolşevîkî ya ku me dîtiye û, têkoşîna rêxistinkirî ya hîzba me li ser bingeha ezmûnên têkoşîna partiya Lenîn – Stalîn û di encama wan de baweriya me ew e ku gelê Kurd ji dagirkerî û çewsandinê û ji hemû zincîr û bendan rizgar dibe.
Malbata Stalin li şuna malbata me ye ku di têkoşînê de qurban bûye datînin, û hûn jî wekî rêberê serkeftî yê gelên Rojhilat, ji bo me rêberekî delal û dilovan û xêrxwaz in: Ji ber vê yekê em bi xwe daxwazên xwe ligel we tînin ziman:
1. Pêwîst nine bê gotin, bajarê Moskowê, hêviya kedkarên cîhanê û dilê hemû mirovên azadîxwaz û pêşketinxwazên cîhanê ye, her wekî ku misilman û olperest her yek diçin serdana Mekê, em jî wekî endamên cemawera azadîxwaz daxwaza dîtina bajarê Moskowê dikin û em dixwazin kêfa giyanî ji wê dîtinê bibînin.
2. Ji ber ku em li Kurdistanê di tevgera demokratîk de beşdar bûn, ji aliyê Wezareta Hêza Hukumeta Neteweyî ya Kurdistanê ve pileya efseriyê dane me, paşê di "Dibistana Leşkerî ya Bakûyê" de xwendine, ji ber vê yekê daxwaza me ew e ku yunîforma leşkerî û pileya efseriyê ya me, wekî bîranîneke hukumeta neteweyî ya me wekî yunîforma artêşa sor ji bo me bê parastin.
3. Em niha li cihê rûniştina giştî dijîn, lê berjewendiya siyasî ya Hîzba Dêmokrat pêdivî bi wê heye ku em çalakiyên xwe bi nepenî bikin. Ji ber vê yekê, daxwaz dikin fermana avakirina şertên pêwîst ji bo me bidin.
4. Em tu guman nakin ku Hîzba Dêmokrat a niha ya me navoka cureyekî nû yê partiyê di dahatûyê de ye, ji ber vê yekê em ji we daxwaz dikin bo kû em ji bo nêzîkwe jiyana partiyê nas bikin û bi awayekî kûrtir ji Bolşevîzmê têbigihîjin, şanaziya qebûlkirina me wekî endamtiya Partiya Komunîst a qehreman (Bolşevîk) bidin me.
Bi berçavgirtina rewşa me û erka pîroz a xizmetkirina gelê Kurd di dahatûyê de, em amade ne her cure şertê ji bo qebûlkirina me di Partiya Komunîst de bicîh bînin.
Bi hêviya pejirandina daxwazên me ji aliyê bavê me yê hêja ve û pêşkêşkirina rêz û hurmetê ji bo meqama we ya bilind.
Rehim Seyf Qazî - Elî Gelawêj
Ev daxwaz bi Tirkî Azerbaycanî hatiye nivîsandin û di Rêbendan 1948an de ji aliyê Dr. Ceferov ve hatiye wergêran ser zimanê rûsî.
Didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
6 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
28 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
21 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
14 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
6 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
28 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
21 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
14 sibatê