(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 330(27)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Belgeya jimare 12. Reşnûsa nameya desteya nivîskarên rojnameya “Kurdistan” (organa Hîzba Demokrat a Kurdistanê) ji bo Mela Mistefa Barzanî bi destxeta Elî Gelawêj
Havalê birûmet û delal Mela Mistefa Barzanî,Em – desteya nivîskarên rojnameya “Kurdistan” (organa Hîzba Demokrat a Kurdistanê) bi hurmet û dilsoziyeke bêdawî silavên xwe ji we re dişînin û ji dil û can hêvî dikin ku hûn her tim sax, serkeftî û serfiraz bin.Hin ramanên ku ji aliyê berpirsiyariya partiyê û neteweyî ve demeke dirêj e em bi xwe ve mijûl kirine, me neçar kirin ku bi rêya vê nameyê serî li we bidin û nerînên xwe yên derbarê hin armancên têkoşîna neteweya Kurd û erkê me ji we re ragihînin. Ji bo çareserkirina wan armancan bi we re şêwir bikin û alîkariyê ji we bixwazin.Sedema sereke ya serî li we danînê ev e ku em we wekî meriveke dilsoz û têkoşerekî Kurdistanê dinasin ku di riya rizgariya neteweya Kurd de qurbanî û fedakariyên mezin daye. Em bi bawer in ku hûn îro jî ji bo berjewendiya neteweya Kurd be, wê qebûl bikin. Hûn endamê hukmeta neteweyî ya Kurdistanê, generalê artêşa neteweyî ya Kurdistanê, endamê Hîzba Demokrat a Kurdistanê, endamê Komîteya Navendî û serokê Komîteya Navendî ya Hîzba Demokrat a Kurdistanê bûne û gelek bûyerên xirab ên dîroka neteweya Kurd bi eşîra qehreman a Barzanê û bi kesayeta we ve girêdayî ne. Eşîra Barzanê yek ji desteyên herî têkoşer ên eniya rizgariya neteweya Kurd e û gelek serkeftinên hukmeta neteweyî ya Kurdistanê encama mêrxasiya eşîra Barzanê û efserên kurd ên mêrxas ên Iraqê bûne. Hemû van tiştan ew raman di dilê me de afirand ku em serî li we bidin û dilê xwe ji we re vekin.Me demeke dirêj li ser wê ramanê bûn ku em hemû bi hev re an jî çend heval biçin xizmeta we û bi awayekî devkî armancên xwe pêşkêşî we bikin. Lê mixabin rewşa kar û xwendina hevalan destûr neda û me nikarîbû bigihîjin xizmetê we. Ji ber vê yekê me pêwîst dît ku bi rêya vê namê bi kurtî ramana xwe ji we re bêjin û ji wê alî ve piştgiriya ramanî werbigirin.
Ji mile rastwe: Elî Gelawêj, Rehîm Qazî, Mistefa Şelmaşî ( di dema bivîsandina name de êdî ne endam bû), Kerîm Eyûbî, Rehman Germîyanî, Hesen Hîsamî (di dema nivîsandina name êdî ne endam bû)
[Têbîniya weşanger: Hevoka “ji we piştgiriya ramanî werbigirin” xêzek li ser hatiye kişandin û bi xetê Rehim Qazî li şûna wê hatiye nivîsandin: “ramana we bizanibin”]Eger hûn bi meslehet zanibin, paşê em hemû yan jî çend hevalên ku imkana wan hebe werin ba we û bi hûrgilî armancên xwe ji we re vebêjin. Yan jî eger dilê we jê re be û hûn bi xêr bên vir, em ji dil şa dibin û pêşwaziya we dikin.
[Têbîniya weşanger: Hevoka “pêşwaziya we bi çavên xwe dikin” xêzek li ser hatiye kişandin û diyar e ku di nameya şandî de hatiye jêbirin]
Heval û birayê mezin!Em tu gilî û gazinceyên derbarê têkoşîna mêrane ya neteweya Kurd nakin. Çunku ji bo we ku hertim di navenda wê têkoşînê de di serokatiya eşîra qehreman a Barzanê de rawestiyane, vegotina têkoşîna Kurdan tiştekî zêde ye. Neteweya Kurd her tim bi awayekî mêrane hewl daye ku bibe xwediyê bêşirîk ê milkê xwe. Jiyan û tecrûbe nîşan dide ku heta neteweya Kurd li ser bingeha demokratîk û enternasyonalîzmê desthilata siyasî ya Kurdistanê nestîne, bi mîlyonan kedkarên Kurd ji bêpariyê û xizaniyê xilas nabin û deriyê rizgarî û bexteweriyê li ber civakên mezin ên Kurdistanê venabe. Ji bo bidestxistina wê desthilatê divê têkoşîn bê kirin û ji bo ku têkoşîn bi ser bikeve, divê rêxistineke şoreşgerî ya siyasî wê têkoşînê bi rê ve bibe. Çunku têkoşîna siyasî bêyî rêxistin û serokatiya rêxistinkirî û bêyî îdeolojiya şoreşgerî tu carî encam nastîne. Ev elfêbêya Marksîzm-Lenînîzmê ye.
Ji hêla Hîzba Înternasyonalîst a Neteweya Kurd ve, ji bilî wê, tu rêxistineke din nikare bi awayekî pêwîst têkoşîna neteweya Kurd rêxistin bike. Niha li Kurdistanê Hîzba Demokrat a Kurdistanê û çend rêxistinên din ên siyasî hene ku rê li ber têkoşîna neteweya Kurd vedikin. Gava em behsa pêdiviya rêxistineke siyasî ya neteweyî ya Kurd dikin, qet ne mebesta me ew e ku li Kurdistanê partiyeke nû bi navê nû bê avakirin. Mebesta me tiştekî din e ku em ê li jêr bi berfirehî ji we re ragihînin:
Didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
13 hezîranê
Berevajî kirina Rastîyê
6 hezîranê
Berevajî kirina Rastîyê
30 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
23 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
16 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
9 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
2 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
24 nîsanê