Bîranîna Mihemed Qazî

Hesen QAZÎ nivîsand —

Pêncşem 16 Tîrmeh 2026 - 06:30

Mihemed Qazî (1913-1988)

 

Dibe ku Mihemedê Qazî yekane kesê malbata Qazî be ku di nav farisîaxêvan de ji hemûyan zêdetir hatiye naskirin. Sedema vê jî ew e ku Mihemedê Qazî zêdetirî 70 roman û kitêbên navdar ji zimanê fransî wergerandine ser farisî û ne derew e eger bê gotin ku tu farisîaxêvê kitêbxwên li Îranê nîn e ku navê wî nebihîstibe.

Mihemedê Îmamî, kurê mîrza Ebdulxaliq (îmamê cumeyê), di serdema xortaniya xwe de Kurdistan bi cî hiştiye û li Tehranê bi cî bûye u xwendiye; her ji ber vê jî li wir jê re li hev nehatiye ku bi ziman û edebiyata kurdî ve mijûl bibe.

Şanaziya min bi vê heye ku ez yek ji wan kesan bûm ku di ew serdemê ku li Tehranê dijiyam, min herdem hewl dida li gel wî ku hinekî berê xwe bide zimanê kurdî. Qazî ji ber rewşenbîriya xwe, gelek salan berî ku kitêbeka Basil Nikitin wergêrîne ser zimanê farisî, ew kitêb xwendibû. Gelek caran di meclîsan de behsa wê yekê dikir ku çawa Emîr Nîzamê Gerûsî çivîkek xistiye ser sîngê xwe û bi derew gotiye Qur'an e û sond pê xwariye ku eger Hemzaxa bê Sablaxê (Mehabadê) tu metirsî li ser jiyana wî nîn e û bi xax û xof Hemzaxayê Mengur kişandiye wir û bi hovane ew kuştiye.

Kitêba yekem a Mihemedê Qazî "Zara, evîna şivên" ku heta niha bi çend wergerên kurdîya soranî ve hatiye belavkirin, li ser bingeha jiyana rastîn a komek xelkê belengaz hatiye hûnandin ku tûşî nexweşiya kofiyê (cuzamê) bibûn.

Mihemedê Qazî bi rêya apê xwe Dr. Cewadê Qazî bi naveroka beytên kurdî û bi taybetî ew beytên ku rojhilatnasê elmanî Oskar Mann ji zimanê Rehman Bekir û bi alîkariya Mîrza Cewadê Qazî kom kiribûn, nasyariya wî hebû. Carekê di meclîsekê de bi wî zimanê rewan û xweş, çend beş ji beyta "Las û Xezal" ji bo Celalê Alê Ehmed, nivîskarê navdar ê îranî wergerandbû; bi taybetî efsaneya çê bûna Las li ser pişta şêr. Gelek caran digot Celalê Ehmed ji min re gotiye: "Eger ez di cihê te de bama, min ew şakarên edebiyata devkî ya gelê kurd wergerandana û min xwe nedida ber deqên fransî."

Carekê ku nû wergera kitêba "Azadî an Mirin" a nivîskarê Zorba, Nîkos Kazantzakîs derketibû û min bi lez û bez di demeke kurt de xwendibû, min hest kir ku di gelek cihan de peyv û bêjeyên kurdî yên resen bi kar anîne û min dizanî ku ew di zimanê farisî de nîn in. Di meclîsekê de li mala wî ku çend nivîskarên naskirî yên îranî mîna Xulamhuseynê Saîdî û Menûçêhrê Hezarxanî lê bûn, min jê re got ku ev karê te zilmeke mezin e li xizîneya peyv û îfadeyên kurdî; çunkî eger kesek wî deqî bi farisî bixwîne, êdî ew cure peyv û bêje bi hêsanî dibin malê zimanê farisî û dikevin rûpelên ferhengan ji ber ku te nivîsiye. Baş di bîra min de ye ku yek ji wan peyvan "kendal" bû û bêjeyek jî "hewa bo gotin" (stran) a kurdî bû ku wî nivîsîbû: "Hewayî berayê man bêxanêd". Her çend niha piştî nêzîkî penca salan ji wî çaxî, ez wiha difikirim ku deynkirina peyvan a zimanan ji hevdu ne tiştekî ecêb e; her hebûye û dê her hebe jî.

Ew gava ku ez li Tehranê dijiyam, piştî ku min bi hewleke mezin karî cilda yekem ê kitêba Oskar Mann, ku di kitêbxana nemir pêşewa Qazî Muhemmed de hebû peyda bikim, min gelekî xwe diwestand ku ez beytan bînim ser xeta erebî (salên pashê Mamoste Hêmin li Bexdayê li gel Dr. Enwer Qadir Mihemed ew karê mezin bi cih anîn û Korî Zanyarî Kurd belav kir). Her çend ez di nivîsandina kurdî de lawiz bûm, min karî Mihemedê Qazî razî bikim ku em bi hev re beyta "Las û Xezal" wergerînin ser zimanê farisî; min wergerand û wî jî deqê farisî kir  farisiyeke rewan! Ew di kovareke pir navdar a wî çaxî ya Tehranê de hat belavkirin. Paşê jî di kovara "Erk" de ku hejmarek ji têkoşerên turkên azerbaycanî li Tewrêzê derdixistin, beyta "Seydewan" ku min ji zimanê beytbêjekî xelkê Gwêgcelî nivîsîbû, me belav kir.

Rehmetiyê Dr. Haşim Şîrazî li Tehranê, her sal bi hinceta salroja ji dayikbûna yek ji zarokên xwe mêvaniyeke mezin saz dikir ji bo bilindragirtina bîranîn û pîrozkirina 2yê Rêbendanê (roja damezirandina Komara Kurdistanê). Salekê hejmareke zêde ji kurdên rûniştî yên Tehranê di wê cejna ji dayikbûnê de li mala Dr. Şîrazî kom bibûn.Yek ji mêvanan ji bo piraniya amadebûyên meclîsê nenas bû, lê belê dengê wî yekcar pir xweş bû û yek-du meqamên farisî gotin. Ji ber ku atmosfera meclîsê kurdî bû, ji bo ku her wekî din lomeyan jê nekin, di cihê ku serbenda meqaman bêje, digot: "Bibuhurin, lê belê diya min kurd e". Qazî jî bi dengekî bilind, bêyî ku tu nasyariya pêşîn li gel wî hebe, çend caran got: "Ziya can (paşnavê wî mêvanî Ziyayî bû) qurbanê maderet (qurbanê diya te bim ji bo wî dengî)" û bi vî şêweyî biyanîbûna axayê Ziyayî revand û paşê bûn dostên pir nêzîk.

Mihemedê Qazî nû kitêba "Behsî derbareyê mefhumê încîlha" wergerandibû. Rehmetiyê Hesenê Fettahî Qazî bihîstibû ku dibe hinek kor û komel li dijî naveroka wê kitêbê rabibin; ji Mihemedê Qazî re digot: "Qazî, tu bi wî pênûsî re axirî nanê devê zarokên xwe dibirî, dest hilde, zimanê xwe gez bike!!" Qazî jî got: "Pênûsek ku bikaribe bibire û bihûnîne, nabê were sekinandin."

Hevjîna Mihemedê Qazî xelka bajarê Reştê yê bakurê Îranê bû. Navê wê Îran xanim bû, nexweşiya dilê wê hebû û Mihemedê Qazî gelekî bi xeman bû û bo tedawiyê biribû Londonê û piştî emelyateke serkeftî vegeriyabûn Tehranê. Lê belê, salek piştre  daxwaz dikir ji bo berdewamiya tedawiyê biçin Ewropayê, mixabin Îran xanim di wê rojê de ku diviyabû bifirin Londonê, xatir ji jiyanê xwest. Biryar wiha bû ku ez di xizmeta cenabê serheng de ji bo birêkirina wan biçin balafirgeha Mêhrabadê. Sibeha zû min telefonî mala serheng Fettahî kir daku bizanim kengî em ê bi rê kevin ber bi balafirgehê ve? Wî got: "Çûna balafirgehê nepêwist e, divê em biçin ser qebran!"

Gava ku em çûn mala Mihemedê Qazî, xizmên hevjîna wî piraniya wan li wir kom bibûn û bi yek dengî bi zimanê gîlekî hawar dikirin:
"Îran men turo xayem" (Îran ez te dixwazim) û li ser û çavên xwe didan. Heta di wê atmosferê de jî, ne ji Mihemedê Qazî û ne jî ji serheng Fettahî qiseyên xweş kêm nedibûn. Piştî serxweşiyê, cenabê serheng berê xwe da Mihemedê Qazî û hêdîka jê re got: "Qiseya navbera me be Qazî, hinekî serê te jî sivik bû. Ma qey ne zêdetirî du salan e ku bêhnfirehî ji te hatibû birîn?

Paşê kak Mihemed ji bo ku ocaxa malê sar nebe, li gel xwişka mezin a Îran xanimê, Kîşwer xanimê ku xanimek bû ku mêra wê mirî bû,"jiyana hevjînî" pêk anî! Ez jî ji bo ku dest bavêjim qiseyên xweş, min jê re digot: "Qurban, cenabê te fatihê kîşwerê (welatê) Îranê yî!" Bi rastî jî ji aliyê edebî ve her weha bû.

Ew çaxê ku kitêba "Xatiratê yek motercim" (Bîranînên wergêrekî) derket û paşê li Kurdistana Îranê û Kurdistana Îraqê hinek hera li ser çêbû û rexne li Mihemedê Qazî girtin, êdî ez li Îranê nemabûm. Wisa zanim ku di wê barê de hinek nehaqî li Mihemedê Qazî hat kirin. Mihemedê Qazî wekî xwe bedew û rind bû, ne wekî ku ez û tu dixwazin.

Di van salên dawiyê de, berjewendperestekî "edebî" ji bo sûdwergirtina xirab ji navdarî û xizmeta mezin a Mihemedê Qazî bo ziman û edebiyata farisî,kitêbek li ser wî nivîsiye û nanî pê ve dixwe. Bêguman eger Qazî niha zindî ba, nedihişt ku bi nav û nîşana wî karsazî û bazirganî were kirin.
Wek min di serî de nivîsand Mihemedê Qazî zêdeyî 70 kitêban, çi roman u wekî din li zimanê  fransî re wergerandiye  zimanê farsî u xizmetek mezin bi edebiyatê kiriye.

Mixabin me di roja çarşem 14 Çile 1998 Mihemed Qazî di temena 85 salî ya xwe de li Tehranê wunda kir,Ew li Mihabadê şona li dayîk bûna xwe hatîye weşartin. Mucesemeyekê wî hunermendek Kurd çê kirîye u li Mehabadê li hewşa zanîngehê de hatîye danîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.