(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 327(24)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Lê Moskvayê ew pêşniyar bi erênî qebûl nekir. Cîgirê Midûrê Beşa Têkiliyên Derve ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Sovyetê Vîno Gradov, li gorî şîreta Suslov, di 18’ê Gulana 1954’an de telefon kir Sekreterê Yekem ê nû yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê Îmam Mustafayev û jê re ragihand ku nameya we hatiye nirxandin derbarê weşana bernameyeke bi zimanê kurdî li yek ji stasyonên radyoyê yên komarên sosyalîst ên Sovyetê: «Em bawer dikin berê hebûye û hatiye rawestandin, ji ber vê yekê şîreta me ev e ku di wan bernameyên ku her roj ji Moskvayê û Bakûyê bi zimanên Tirkî, Farisî û Erebî têne weşandin de rewşa jiyana kurdên li Qefqasê were ronîkirin.» Piştî vê axaftina telefonî, Îmam Mustafayev Sekreterê Komîteya Navendî Vîtalî Semedov, ku berpirsê karûbarên îdeolojîk bû, erkdar kir ku di vê têkiliyê de bi Komîteya Radyo û Ragihandinê re têkilî danîn û bi wê razîbûnê re hevkariyê bike. [28]Serokê Hîzba Demokrat a Kurdistanê Rehim Qazî, ji bo nîşandana ku kurdên li Iraq û Îranê bi wî re di pêwendiyê de ne û ji bo pêşxistina têkoşînê gelek kes baweriya xwe bi wî tînin, bi rêya Sekreterê Karûbarên Îdeolojîk ê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê Nazim Haciyev name şand Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê. Ew di nameya xwe de dinivîse ku di 20’ê Adara 1960’î de nameya yek ji rêberên Hîzba Demokrat a Kurdistanê Ehmed Tofîq (Ebdulla Îshaqî), ku niha li Kurdistanê dijî, gihîştiye destê wî. Qazî di nameyê de dinivîse ku Ehmed Tofîq ji ber zordarî û tundûtûjiya ku dezgeha desthilatdariya Îranê li dijî kurdên demokrat dike, sala borî ji Îranê hatiye Iraqê û bi rêya wî daxwaz kiriye ku bi navê hîzba Demokrat a Kurdistanê bi we re bicive û dibêje: «Gelek ji wan dixwazin çavên wan bikeve nûnerên Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê.» Ew dinivîse: «Bavê me» û «birayê me» gelek û ji zêdetir jî dixwazin çavên wan bikeve «bavê din». Em hemû dixwazin û daxwaz dikin ku ew hevdîtin zû pêk were, çunku gelek mijar hene ku bêyî şêwirmendiya «bavê din» nayên cih. Em ji we rica dikin ku vê daxwaziya me bigihînin «bavê din». Ez û hevalekî din xwe ji bo wê hevdîtinê amade dikin û bi bêsebirî li benda encama hewldanên we ne.»Rehim Qazî zêde dike ku eger mijara di navbera Partiya Tûde ya Îranê û Firgeya Demokrat a Azerbaycanê de ji bo damezrandina partiyeke Marxsîst a yekgirtî bê cih, divê Hîzba Demokrat a Kurdistanê jî di wê pêvajoyê de cih bigire. Lê ew dibêje ku di nav kurdan de di vê babetê de du nêrîn hene: hin rêberên kurd bawer dikin divê partiyeke yekgirtî ji bo Kurdistanê bi beşdariya kurdên Îran, Iraq û Tirkiyeyê were damezrandin, lê Hîzba Demokrat a Kurdistanê, ku ew rêberiya wê dike, piştgirê fikra avakirina partiyeke marxsîst a yekane ji bo Îranê ye. Rehim Qazî di dawiya nameyê de dinivîse: «Em wisa difikirin, eger rêberên Hîzba Demokrat a Kurdistanê bi xwe çavên wan bikeve nûnerekî Partiya Komunîst a Sovyetê, ew şêwirmendiyên we bi xwe bibihîzin û gotina we di cih de be, zû damezrandina partiyeke yekgirtî ji bo Îranê dikeve ser riyeke rast. Eger Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Sovyetê vexwendina nûnerên Hîzba Demokrat a Kurdistanê pêwîst bibîne, ev dikare bi rêya balyozxaneya Sovyetê li Bexdayê bê cih.» [29]Lê Şîyolyagîn, endamê Beşa Têkiliyên Derve ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Sovyetê, bi rêya Nazim Haciyev Rehim Qazî agahdar kir ku: «Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê destê xwe wer nade karûbarên navxwe yên Hîzba Demokrat a Kurdistanê û hevdîtineke wisa pêk nayîne.» [30]Diyar e sedema sereke jî ew bû ku Sovyetan girîngiyê didan têkiliyên xwe yên bi Mela Mistefa re.
Note çavkanîyên deqa orgînal li cem me hatine parastin
Hesen Qazî li balafirgeha Bakoye
li alîyê rast we Ebdulla Rezmawer, Eli Gelawêj, Hesen Qazî, Qadir Mehmûdzade
Husên Elî Şanov. Pêncşem 29.04.1971
Têbîniyên Wergêr
Li çend cihên vê nivîsarê de navê “Partiya Dêmokrat a Kurdistanê” wekî “Partiya Dêmokratî ya Kurd” hatiye nivîsandin, ev eşkere xelete, çunku li Rojhilata Kurdistanê tu carî partiyek bi navê “Partiya Dêmokratî ya Kurd” nebûye.Mistefa Şelmaşî (Şelmaşî) tu xizmatiya wî bi Mela Mistefa Barzanî re tunebû.Metna resen a wê nameya Şelmaşî berê li malpera Riwange hatiye weşandin. Di maketa nameyê de Şelmaşî ji Mela Mistefa re wekî “mam” behs dike, ne wekî “xal” ê ku Hasanlî nivîsandiye. Ji ber vê yekê di vê wergerê de “xal” hatiye guhertin û kirin “mam”, xeletî divê li ser hesabê Hasanlî be.Qazî Mihemed biraziyê Rehim Qazî bû, ne mamê wî.Barzaniyan ne bi siwarî, lê bi piyên xwe gihîştin Azerbaycana Sovyetê û li gorî çavkaniyekê hejmara wan 518 kes bû. Binihêre: Şewket Şêx Yezdîn, “Barzanî ji Mehabadê heta Aras”, çapê duyem, Hewlêr 2003, r.525–541, navên wan kesan yek bi yek hatine nivîsandin.Barzanî di sala 1945’an de hatine Kurdistana Îranê, berevajiyê tiştê ku Baqirzade di raporta xwe de gotiye, kesên bi rêya Zhia nehatine.Diyar e yên jînenîgariya Rehim Qazî nivîsandine bi xeletî nivîsandine “bavê Ebûlhisen ji eşîra Dêbokri” û Qazî ji bajarê Mehabadê bû.Navê rast ê Komeleya ZhKAF “Komeleya Jiyanê Kurdistan” bû û di sala 1942’an de hatiye damezrandin, ne 1943, û Qazî Mihemed di damezerîneran de nebû, lê paşê bûye endam û di dawiyê de bûye rêberê komeleyê.Li vir navên Qaziyan tevlihev bûne. Rehim Qazî biraziyê Qazî Mihemed û Sedrî Qazî bû û birayê biçûk ê Seyfî Qazî bû.Armanc Ebûlhisenê Seyfî Qazî (Seyfûlqûzat) e, ku bi gelek kesayetiyên Azerbaycanê re dostaniya wî hebûye.
Didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
23 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
16 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
9 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
2 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
24 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
18 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
11 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
6 nîsanê