Sê Stûnên Şêrê Modern ê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Pêncşem 30 Tîrmeh 2026 - 07:00

Elî Hesenyanî (Hawar)

Sware Îlxanîzade (P. Ehûra)

Fatih Şêxulîslamî (Çawe)

Nasandina Elî Hesenyanî (Hawar)bi kurtî
Elî Hesenyanî ( hawar) di sala 1939an de li Tehranê di malbateke kurd a ji Mehabadê de hatiye dinê. Ji ber kar û çalakiyên bavê xwe, malbata wan li bajarên cuda yên Îranê jiyaye. Elî ji temenê ciwaniyê ve ber bi pirsa Kurd ve eleqedar bû û di salên xwendina xwe ya li Zanîngeha Tehranê, beşa Hiqûqê de, hewesa wî ya edebî şiyar bû. Ew bi du hevalên xwe re, Sware Îlxanîzadê û Fatih Şêxulîslamî, di dawiya salên 1950î û destpêka 1960î de, tevî ku nivîsandina bi zimanê Kurdî bi awayekî fermî nedihat pejrandin, hewl dan ku bi ilhamwergirtin ji tevgera edebî ya nû li Başûr û bi nasîna şîrê modern ê farisî, pêşvebirina şîrê modern ê Kurdî bikin. Şîra “Celad” ku li jêrê bixwînin, nimûneyeke hewl û têkoşîna Hesenyanî (Hawar) e ji bo geşkirina şîrê nû.
Di wê demê de ku hevdem bû bi hilweşandina rejîma padîşahiyê li Iraqê û vejîna ziman û jiyana neteweya Kurd li Başûrê Kurdistanê, dewleta Îranê ji bo bersivdana li hemberî bandora van guhertinên mezin ên li welatê cîran û ji bo kişandina bala Kurdên Başûr, li Tehranê dest bi weşandina rojnameyeke bi navê “Kurdistan” kir. Naveroka vê rojnameyê israr li ser “Îrana Mezin” û “regezê paqij ê Aryayî ya Kurdan ” û gotinên vala yên wiha bû, lê di heman demê de, bêyî ku bixwaze, alîkariyeke mezin bû ji bo pêşveçûna zimanê Kurdî. Armanca vê rojnameyê an rasttir rejîm ew bû ku isbat bike ku ji ber pir-şêwezariya zimanê Kurdî, ev ziman nikare statûyeke serbixwe hebe û bi vî armancî Kurdî li gorî bajaran û bi lehçeyên her yekî dinivîsand. Lê ev yek ji bo wan encamek berevajî anî û xwendevanên Kurd (bi taybetî yên li derveyî Rojhilatê Kurdistanê) bi Kurdiya herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê nas bûn. Ew rojname hefteyane bû û ji sala 1959 heta 1963 derdiket û bi giştî 209 hejmarên wê hatine weşandin.
Xwendekarên Kurd ên zanîngehên Tehranê yên ku bi nihênî karên rêxistinî û siyasî dikirin, vê fersendê bi kar anîn û tevî ku dizanîn armanca rejîmê ji weşandina vê rojnameyê çi ye, biryar dan ku şîr û nivîsên xwe tê de biweşînin. Bi taybetî di sala 1962an de dema ku Goran, şairê nûxwaz ê Kurd, çû ser dilovaniya xwe. Her sê şairên modern ên Kurd ji bo rêzgirtin û bîranîna Goran, di wê rojnameyê de şîrên xwe weşandin. Her wiha şîrên siyasîtir ên xwe bi destnivîs di nav hev û dû u di nav hevalên edeb û zimanê Kurdî de belav dikirin.
Hesenyanî piştî qedandina xwendina zanîngehê û di heman demê de di bin zext û dûrxistina SAVAKê de, ji Kurdistanê dûr ketibû û wekî parêzerê dadweriyê dixebitî.Elî Hesenyanî ji bilî şîr, proza jî dinivîsand û çend romanên wî piştî hilweşandina rejîma Şah li Rojhilat û paşê li derveyî welat hatine weşandin. Hawar di dema xwendinê li Tehranê de tevlî rêzên Hîzba Demokrat a Kurdistanê ya Îranê bû û di dema hilweşandina rejîma Şah de pir çalak beşdarî têkoşînê dibû. Paşê ji ber rewşa tenduristiyê neçar ma ku ji çalakiya siyasî vekişe û di 1989an de bi malbata xwe re çû derveyî welat û li Danîmarkê bi cih bû. Di 8ê Gulanê 1992an de li Kopenhagê ji ber sektey dil ji jiyanê re xatir xwest û gorê wî pîroz li wê bajêrî ye.
Pirtûkên wî:
Guneh (Dîwana şîr)

Şarî Wêran (Çîrok, komela gotaran) 

Dervêş (Roman) 

Karmamiz (Roman) 

Bizey Jiyanê (Roman)
Şêrî   CELAD

Were celad
Were giyanim hemû let-let bike takû bizanî çone îmanim
Eto celad!
Eger derbênî êskanim
Eger bênî leber çawim bikûjî gişt ezîzanim ,
Be wellahî,
Be xakî pakî Kurdistan,
Emin kurdim, qetiş nalêm peşîmanim...
Were celad
Were ey xwênmijî bedkar!
Detwanî bîxeye estôm gurîsî dar
Ewe şanazîye bo min,
Be wey nakûjî îmanim, ewe ser berzîye bo min...
Were celad
Were ey dujminî,bêdad!
Leber çî me'telî, ey boçî namkûjî?
Be zîndûyî le gora boçî namnêjî?
Qesem bem kot û zincîre
Be herçî dîl û yexsîre
Be awaitm
Be îmanim
Be amancim
Be peymanim
Be xwênî pakî ew kurdey le rêy awatî kûjrawe
Qesem bem xake xwênîne,
Qesem bem jîne şêwawe,
Eger derbênî çawanim,
Eger bişkênî êskanim,
Be wellahî,
Be xakî pakî Kurdistan,
Emin kurdim, qetiş nalêm peşîmanim...
Elî Hesenyanî (Hawar)Taran - 1338 (1959 zayînî)

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.