Sê Stûnên Şêrê Modern ê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Pêncşem 27 Tebax 2026 - 09:45

Fatîh Şeyxulîslamî (Çawe) 1942—0000

Hesen Qazî

Fatîh Şeyxulîslamî (Çawe) 1942—0000


Di nivîsa vê carê de, em ê behsa yek ji stûnên dinên şîrê Modern a Kurdî ya Soranî li Rojhilat bikin; ew jî Fatîh Şeyxulîslamî (Çawe) ye ku xweşbextane, berevajî yê du rêhevalên xwe yên "Hawar û Ehûra", hîn jî dijî.
Fatîh ji kadroyên destpêkên a Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bû. Ji ber karê siyasî, bi salan ji şîrê (helbestê) dûr ketibû; bi şêwazekî ku kêm kesan dizanî helbesteke bilind a wekî "Şewê" (kabûs) gotiye. Lê belê, ev çend sal in ku dîsa berê xwe daye şîr û edebiyatê.
Heta niha komek ji şîrên wî di şiklê kitêb de hatine weşandin. Dibe ku naskirin û nirxandina herî baş li ser şîra Çawe ji aliyê heval û hevnifşê wî, Siware Îlxanîzade ( Ehûra)ve hatibe kirin. Li vir, em babetekî ku Siware li ser şîra Çawe di bernameya "TAPO û BÛMELÊL" de weşandiye, bi hev re dixwînin. Bêguman, Siware di Radyoya Tehranê de nekaribû navê Fatîh Şeyxulîslamî (Çawe) bîne.
“Silaveke pak wekî bayê hênik ê şemala bajarekî dûr, pêşkêşî guhdarên herdemî yên hunerê be.Di bernameya vê carê de, me yek ji herî xweşiktirîn û binirxtirîn berhemên şîra nû ya kurdî ji bo we hilbijartî ye, ku em ê tevî şîrovekirina wê ji bo we bixwînin. Ev perçeşîr a şairekî ciwan ê kurd e û navê helbestê 'Şewê' (kabûs) ye.
Mirovê serlêşêwyayî û belengaz bînin ber çavên xwe di şevekê de; şevekî kip, ker û kor, heta ku çav tîrêjê bibîne û bîr (hiş) birije. Tarîtî ye û bêdengî ye; wisa guhê mirov dîlê şevê dibe û tew di hebûna xwe de jî dikeve gumanê. Tew nefeskêşan, nihêrîna çav û hestkirina tirsa şevê jî nikarin wî dilê wî mixat bikin ku hîn zindî ye. 'Hebû, nebû' wisa sînorên wan tevlihev dibin ku ji hev nayên naskirin. Di vê rewşê de, ku ne 'Tevahî tunebûn' û ne jî 'Tevahî hebûn' e, dengek ji dûrtirîn quncikê şevê tê guh. Mirovê girtiyê zindana şevbêriyê hest dike ku zindî ye û bi gotina şair: 'Şeûrê germ ê hebûnê di giyanê wî de digere.'Deng her ku diçe belav dibe, bilindtir û nêzîktir tê guh. Mirovê hesretkêş tevahiya hestê xwe di guhê xwe de top dike da ku bizanibe ev dengê xweş ê ku mizgîniya jiyan û hebûnê pê re ye, çi ye? Lê deng hîn dûr e. Mirovê bêçare û tîbûyî yê deng û liv û jiyanê, daxwaza ramanê dike. Carna di dilê wî de derbas dibe ku qey ev dengê 'Nûh' e; carna jî bi tenê ji xwe re dibêje, ev dengê fîgandina tefş e di destê kesekî de ku mijûlî birîn û kurkirina çiqil û darên daristanê ye da ku rêyekê ber bi bajarê ronahiyê ve veke. Carna jî dibêje ev dengê nikulê çûkê berbangê ye ku hesinê hişk ê şevê qul dike da ku deriyekî li ser tîrêjên rojê veke.Deng her ku tê nêzîktir dibe, heta ku dibe xitxitîna tal û merghêner. Di destpêkê de mirov ji bêdengî û xamûşiya şevê ditirsiya, lê vê carê hundirê wî tije dibe ji xof û tirsa dengê, û fêm dike ku ew piste-pista nerm a ku ji dûr ve mîna xeyala serabê û zayeleya hildana kaniyê bû, dema ku nêzîk bû, bû dengekî tirsnak û mirinxwaz ku mîna kabûsekê (şeweyekê) qirika mirovê tenê û şaşbûyî diguşê.Nuha guh bidin helbestê.”

ŞEWE
Pasa pasa peregir bû şewî kirrî lasar

Nema şiney şewba.

Newî bû çespî zewî bû le samî şew pasar!

Be sîhrî tarîkî «Hebû, nebû» yek bû

Nema nîşaney bûn

Nema nîşaney min

Leşim tuwaye derûnî şewêkî bê roçin!

Pesa pesa peregir bû

Berew fezay bê bin!

Berew fezay bê bin!

Be çaw û gwê peļeqajey şe'ûrî bûnim bû

Serincî çawî be helpem,

Şewî simî le hemû lawe bû trûskayî!

Be lez bo giyanî be swê

Dilî be xorpe le bin gwê

We gwê be wiryayî

Be kul millasî cirîwey jiyan

Belam heyhat...

Melûlî kirdim şew

Melûlî kirdim şewgar

'Ezabî damê şewî bêreza

Be gûrewşar

Keçî le dûrtirîn sûçî em şewa

Nakaw, be nerme ahengê

Diring, diring, dengê

Wek pitey ser aw

Şepolî xiste derûn

Le gwêym tenînî legwên helqolînî kanî bû

Tenînewey wekû bonî golale, anî bû

Şîney bilawênî, diney eda be xeyal

Hera heray Nûh e

«Nûh»e gemî exulqênê,

Ke dêwî zalimî şew

Hewalekanî be lafawî reş exinkênê?

Beyaxî Kawye axo be remzî fethî beyanî

Le cergî şew eçeqê?

Melî beyane le şew zîze bê wuçan û heda

Denûkî sextî le perjînî qayimî şewda eda?

We ya tewir be desêke le darsanî çirî şew

Xerîke têeperê rû le şarî rûnakî?!

Ehat... ehat... ehat...

ehat û şew şeq ebû

Şe'ûrî germî hebûn

Be giyanma egera

Cê be samî şew leq ebû!

Ehat... ehat... ehat...

ehat û gewre ebû, gewretir ebû,

Heyhat!!

Le samî şew kir bûm

Le samî deng pir bûm

Dilim kolawe be zirmey henase tasênî!

Ehat û gewre ebû, gewretir ebû,

Heyhat!!

Şeqijnî talî wekû mergî nagehanî bû

Tenînewey wekû «Zehrî helahel» anî bû

Heray derûn axin

Pesa pesa peregir bû wekû şewî lasar

Pesa pesa pişûgir bû 'zabî gorewşar

Werin, werin şewe girtûmî

Bimgênê hawar, hawar!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.