(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 331(28)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Koçberên siyasî yên Kurd (Iraqî û Îranî) ] ev gotina “(Iraqî û Îranî)” bi xêzekê hatiye xêzkirin] yên ku niha li Taşkent, Moskow, Bakû û cihên din dijîn, her çend hejmara wan kêm be jî, îmkan û kalîteya me bi vî awayî ye ku em dikarin alîkariyeke mezin bidin têkoşîna rêxistinên siyasî yên Kurdistanê yên ku niha bi dizî kar dikin. Kadroyên me hene, rojnameya me heye, ezmûna me ya rêxistinî heye û hemû tiştê ku ji bo rêxistineke şoreşgerî ya partiyê pêwîst e, hemû hene. Tenê ew bes e ku em vana bînin cem hev, bibin yekgirtî û ji niha û şûnde bi awayekî rêxistinî yekgirtî têkoşîna xwe bimeşînin. Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku koçberên siyasî yên Kurd (berî Iraqî û Îranî) [ev gotina “(berî Iraqî û Îranî)” bi xêzekê hatiye xêzkirin û li şûna wê hatiye nivîsandin] (ew kesên li Taşkent, Moskow, Bakû û hwd dijîn) rêxistineke siyasî-partiyê ya serbixwe ava bikin.Ji bilî hemû tiştên ku li jor hatine gotin, rewşa navxweyî ya li Ewropayê ya me ne asayî ye [ “ne asayî” bi xêzekê hatiye xêzkirin û li şûna wê “baş nîne” hatiye nivîsandin] û divê bê çaksazkirin
[ peyva “çaksazkirin” bi xêzekê hatiye xêzkirin û li şûna wê “çak” hatiye nivîsandin]. Di navbera me de têkiliyên rêxistinî tune ne û heta têkiliyên kesane yên di navbera hin hevalan de jî pir xerab in [gotina “pir xerab” li şûna “qet nayên qebûlkirin” hatiye nivîsandin]. Berdewamiya wê rewşê zirareke mezin dide neteweya Kurd. Erka hemûyan ew e ku em dawî li wê rewşa nebaş bînin [peyva “dawî” li şûna “xatime” hatiye nivîsandin]. Hem ji aliyê rêxistinî ve û hem jî ji aliyê têkiliyên kesane ve, xwe ji her cure nakokî û cudatiyê rizgar bikin. Li gorî baweriya me, divê li vir rêxistineke siyasî ya Kurdan bi awayekî fermî hebe, bi navê neteweya Kurd bi awayekî fermî têkoşîn bike û bibe nûnerê fermî yê neteweya Kurd. Nebûna rêxistineke fermî ya bi vî rengî ji bo têkoşîna li wir û ji bo jiyana paşeroja neteweya Kurd zirareke mezin e.Avakirina wê rêxistinê berî her tiştî bi erêkirin û alîkariya we ve girêdayî ye. Bê guman, alîkariya biratî û şêwirmendiya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê jî pêwîst û mecbûrî ye.Di vê nivîsê de ne mumkin e ku em ramanên xwe bi hûrgulî vebêjin. Gelek armancên din jî hebûn ku heke hûn pêwîst bibînin, di dema hevdîtinê de bi hûrgulî dê bên ravekirin.
Hevalê delal! Em dilşad in ku hûn vê nivîsê bi baldarî bixwînin û ji bo rizgariya neteweya Kurd [ “rizgarî” li şûna “qazanc” hatiye nivîsandin] tu alîkariyê ji dest nedin. Bi bêsebirî li benda wê yekê ne ku hûn ramanên xwe ji me re eşkere bikin.Di dawiyê de careke din silavên germ û kurdperwerane pêşkêşî we dikin û hêvî dikin ku hertim sax û serkeftî bin. Daxwaz dikin ku hûn ji aliyê me ve silavên biratî bigihînin hemû heval û dostan.Hûn her sax bin!
Desteya Nivîskarên rojnameya “Kurdistan”
Organa Hîzba Demokrat a Kurdistanê
Navên desteya nivîskaran ên ewil bi xêzekê hatine xêzkirin û paşê bi destê Rehîm Qazî careke din wiha hatine nivîsandin:
Abdulla Rezmawer
Rehîm Qazî
Qadir Mehmûdzade
Sultan Wetemişî
Elî Gelawêj
Jêrnivîs: Wekî ku li jor jî hate gotin, ev belge reşnûsa nameya Desteya Nivîskarên “Kurdistan”ê ye ku di nav xwe de gotûbêj kirine û guhertinên li ser kirine. Rehîm Qazî li pişt rûpela dawîn nivîsandiye: “Qadir: Iraqî û Îranî derxin, ew Kurdên ku…” Mebesta wî ew e ku yek ji endamên desteyê, yanî Qadir Mehmûdzade, pêşniyar kiriye ku gotinên “Îranî û Iraqî” bên derxistin û li şûna wan bê nivîsandin “ew Kurdên ku...”.Ev belge xwedî giringiyeke dîrokî ya mezin e û divê bi berfirehî bê lêkolînkirin.
Livir Naveroka BEREVAJÎyê Rastîyê diqede
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
20 hezîranê
Berevajî kirina Rastîyê
13 hezîranê
Berevajî kirina Rastîyê
6 hezîranê
Berevajî kirina Rastîyê
30 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
23 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
16 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
9 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
2 gulanê