(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 326(23)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Ew di nameya xwe de dinivîse: “Dema ez li Îranê di refa pêşîn a têkoşînê de bûm, bavê vê Rehîm Qazî yê ku niha ji min re dibêje dîn, qet ew şîra navdar a li ser wêrekiya min, mêrxasiya min, aqil û dîndariya min nedivîsand. Ez çi bikim, di wî kesî de tu nîşanek ji wan taybetmendiyên bavê wî tune.” [21]Di civîna Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê de Rehîm Qazî li ser Wezîrê Artêşa Neteweyî ya Hukmeta Neteweyî ya Azerbaycanê Cefer Kavyanî jî gotinên nebaş gotibû û biryara nepenî ya kombûna navçeya 2 ya Tîbê eşkere kiribû. Derbarê vê yekê de Kavyan ji Îmam Mustefayêv [sekreterê wê demê yê Partiya Komunîst a Azerbaycanê] re dinivîse: “Bi hurmet ragihandim ku duh, yanî di 18’ê Tîrmehê de di navçeya jimare 2 ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê de Rehîm Qazî hin ji biryarên nepenî yên wê rojê di beramberî 30–40 kesan de got û bi şexsî ez wekî xayin bi nav kir û çend caran dubare kir. Keça min a ku endama heman navçeyê ye jî guh lê bû û bersiv neda. Wekî ku hûn jî dizanin hukmeta Îranê ez wekî xayin nas kirim û bermayê cezayê min îdam e. Ji ber vê yekê ji we rica dikim li ser rewşa min lêkolîn bikin, heger ez wekî xayinê welatê Sovyetê werim nasîn, bila bi cezayê xwe bigihîjim.” [22]Rêberiya Hîzba Demokrat a Kurdistanê ya ku li Azerbaycanê hatibû damezrandin, ji bo li hember astengiyên ku Barzanî ji wan re çêdikir berxwedan nîşan bide, çalakiyên xwe zêde dikir da ku rasterast bi Moskvayê re têkilî deynin. Di nameyeke daxwaziyê de ku ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê re nivîsîne, Rehîm Qazî, Elî Gelawêj, Qadir Mehmûdzade, Ebdullah Rezmawer, Sultan Wetemşî û Kerîm Eyûbî dibêjin: “Em kurdên ku di sala 1946’an de hatine Yekîtiya Sovyetê, di bingeh de erkeke li ser milê xwe danîne. Ew erk jî ev e: Standina perwerdeya sovyetî, çekdarkirina xwe bi baweriya Marksîzm-Lenînîzmê û di dawiya nîvê sedsala bê de bi lez pêşxistina têkoşînê ji bo azadiya neteweyî û serxwebûna xwe û xizmeta gelê kurd.” [23] Ew di nameya xwe de dibêjin, ji Mijdara 1947’an heta Tebaxa 1953’an ji stasyona radyo ya nepenî bi navê Hîzba Demokrat a Kurdistanê propaganda ji gelê kurd re kirine û bersivên hem kevneperestiya Îranê û hem jî ya Iraqê giringiya wan propagandayan piştrast dike.
Lê li gorî wan rawestandina wê bernameya radyoyê koçberên kurd ên li Bakûyê ji xizmetkirina gelê xwe mehrûm kiriye. Gelek caran pêşniyarên xwe ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Sovyetê re dişandin û daxwaz dikirin ku ji bo şiyarkirina gelê 9 milyonî yê kurd alîkarî bidin wan ji bo amadekirin û belavkirina çapemeniya kurdî li Kurdistanê. Di radyoyên ku ji Moskvayê û Bakûyê bi zimanên Farisî, Tirkî û Erebî bername belav dikin, li ser gelê kurd, dîroka wî û têkoşîna wî mijarên zêdetir bêne weşandin; li radyoya Moskvayê an Bakûyê wekî zimanên din ên alîkar weşana bi kurdî bê damezrandin; ji bo birêvebirina têkoşîna nepenî koçberên kurd bên şandin Kurdistanê; berhemên klasîk ên marksîst-lenînîst bên wergerandin bi kurdî û şertên şandina wan bo Kurdistanê bên çêkirin; bi berçavgirtina bûyerên ku di van mehên dawî de li axa Kurdistanê û li ser sînorên Sûriye û Tirkiyê qewimîne, ji bo xebata di nav kurdên ku bi wan bûyeran ve girêdayî ne destûr bidin şandina kadroyên kurd bo Sûriyê. [24]Ew di nameya xwe de gilî dikirin ku: “Em ên ku li Yekîtiya Sovyetê perwerde bûne û xwe bi teoriya Marksîzm-Lenînîzmê çekdar kirine, niha bi temamî ji têkoşînê dûr ketine û bi awayekî pratîkî nikarin tu xizmetê ji gelê xwe re bikin. Ji sala 1947’an ve ku me rojnameya ‘Kurdistan’ birêve bir û niha destê me jê hatiye rakirin, li Kurdistanê nagihîje destê xwendevanan. Li gorî ya ku me bihîstiye, di van dawiyê de ji bo nûnerên Partiya Tûde ya Îranê û herwiha nûnerên Firqeya Demokrat a Azerbaycanê yên li Yekîtiya Sovyetê, ji bo diyarkirina rêgezên têkoşîna gelên Îranê bi rêya radyo û ji welatên sosyalîst imkân û derfetên propagandayê hatine çêkirin. Li Îranê nêzîkî 3 milyon kurd dijîn, Hîzba Demokrat a Kurdistanê rêberiya têkoşîna gelê kurd dike. Ji bo gurkirina têkoşîna li dijî emperyalîzmê û birina wê ber bi rêgezeke rast, di wan propagandayan de gelê kurd û Hîzba Demokrat a Kurdistanê nabê ji bîr bêne kirin. Bi taybetî ji ber ku li Îranê têkoşîna gelê kurd roleke girîng dilîze. Û ji wê zêdetir jî, bi navê Firqeya Demokrat a Azerbaycanê û Hîzba Demokrat a Kurdistanê zêdetirî 6 salan bi rêya radyo bi hev re gelek propaganda kirine.” [25] Ew ji bo gihandina nameyên xwe bo Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê û axaftinê daxwaz dikirin ku destûr bidin du kesên wan bişînin Moskvayê. [26]Piştî ku di sala 1953’an de weşana bernameya kurdî li Bakûyê hate rawestandin, Rehim Qazî ji bo vejandina propagandayê di nav kurdan de û ji bo dîsa dane destpêkirina bernameya radyoyî, zincîreke pêşniyaran pêşkêşî Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê kir. Di Çileya 1954’an de Sekreterê Komîteya Navendî Mîr Teymûr Yaqûbov ji Sekreterê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê Mîxaîl Suslov re dinivîse: «Pêşniyarên Rehim Seyf Qazî, ku xelkê Kurdistana Îranê ye û endamê Komîteya Rêveberiya Firgeya Demokrat a Azerbaycanê ye, yên derbarê gavên ji bo baştirkirina propagandayê li Kurdistanê, dişînim. Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê ji aliyê xwe ve hebûna bernameyeke bi zimanê kurdî û weşana birêkûpêk li yek ji stasyonên radyoyê yên Sovyetê ji bo niştecihên kurd ên li Îran, Tirkiye û Iraqê, û pesendkirina pêşniyarên Rehim Seyf Qazî yên di vê babetê de, guncav dibîne.» [27]
didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
16 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
9 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
2 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
24 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
18 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
11 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
6 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
28 adarê