Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 24 Nîsan 2026 - 20:00

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 322(19)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî

Belgeya jimare 7. Nameya Mîr Cefer Baqîrov ji bo Stalîn

Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê (Bolşevîk)Ji bo heval Stalîn. J. V.

Li gorî fermana we ya 21’ê Mijdara 1947’an, penaberên siyasî yên Azerbaycana Îranê ji Kanûna Yekem a 1947’an ve dest bi weşana rojnameya “Azerbaycan” û karê radyoya “Heng” kirine.Rojname hefteyê du caran bi tirajê 2 hezar nusxe tê çapkirin û tenê di nav penaberên siyasî yên li Komara Sovyetî ya Azerbaycanê de tê belavkirin.Di her hejmarekê rojnameyê de gotar û babetên siyasî yên derbarê jiyan û bûyerên Îranê têne weşandin. Ji bo vê armancê, rojname bi giranî ji nûçeyên ajansa TASS sûdê werdigire.Ji ber naverok û taybetmendiya babetên di vê rojnameyê de, ji bo komek mezin a gelê Îranê têgihîştina wê pir hêsan e û di nav wan de encamek baş bi dest xistiye. Ji ber vê yekê, bi destûra we, heke rewşa heyî rê bide me, em dixwazin bi rêya kesên baweriyê di nav penaberên siyasî de, bi awayekî nehênî rêxistina şandina rojnameya “Azerbaycan” bo belavbûna di nav gelê Azerbaycana Îranê de bikin.Stasyona radyoyê “Heng” bernameyên rojane bi zimanên Azerî, Farisî û Kurdî weşanê dike.Li gorî agahiyên ku gihîştine destê me, gelek kes guh didin bernameyên stasyona “Heng” û nêrîna beşek ji gelê pêşverû di vê derbarê de erênî ye.Herwiha derdorên kevneperest ên Îranê jî guh didin stasyona “Heng” û bandora erênî ya li ser çîn û tebeqeyên berfireh ên gel, wan bi xemgîniyeke mezin tije kiriye.Heta niha bernameyên “Heng”ê tenê ji aliyê spîkerên “Heng”ê ve hatine weşandin; baş e ku bi awayekî dorveger axaftinên rêberên penaberên siyasî – Sadiq Padegan, Doktor Cihanşahlo, Gulam Yehya Danîşiyan (generalê berê yê hêzên partîzanî ku navê wî tirsê dixe dilê kevneperestên îranî) – bên weşandin.Bi baweriya me, axaftinên van kesan di radyoyê de wê bibe sedema şiyarbûna hestên demokratîk ên beşek ji gelê ku ji bo bidestxistina azadî û serxwebûnê li dijî kevneperestan têdikoşe.Li benda fermana we ne.

Rûpelek ji hejmara yekê ya rojnama  Azerbaycanê ku Baqirov di nameya xwe de behis dike

Baqîrov M. C.Tîrmeha 1949an

Namey   Mela Mistefa bo Rehim Qazi
Ji bo cenabê pir muhterem Rehim Qazî
bi tarîxa   19-02-55
Piştî selam û silavdanê, nameya cenabê we gihîşt destê min û her tiştê ku we gotiye, min bi temamî zanî û minzû sipasiya silavdana we kir û ez gelek sipasiya we dikim. duruma min di bin siya hukmeta mezin a Sovyetê de gelek gelek baş e, tu kêm û kasî ji min re nîne ji tu alî ve û ji aliyê tenduristiyê ve ez di tenduristiya tam de me û herwiha ji we re jî di her demê de tenduristî û silametiyê dixwazim.Lê ji ber ku we gotiye: «Ez bi tenê bi cihê kaxezê yê cenabê we razî nînim ku we nivîsiye: ez bi şexsî layiqê nasîhet û terbiyekirinê nînim...» Ev rastiyê ye û tu wateyeke din nade. Bê guman ez bi xwe dizanim ku gelê Kurd û Kurdistan bi mirovatiya xwe rêzê li min digirin, ew jî ji ber şerefa xwe ye, ne ji ber layiqbûna min e. Lê dîsa dubare dikim ku ez layiq nînim kesek nasîhet û terbiyet bikim, çunku ev rastiyê ye û bi rastiyê tu kes nikare muxalefetê bike.Ez gotinên cenabê we bi awayekî herî baş şîrove dikim, ne bi awayekî xerab, û ji bo mijara Marksîzm û Lenînîzmê ku bêne wergerandin bi zimanê Kurdî, ev gelek baş e, ji wê çêtir nabe. Lê ez nizanim kî ji hevalên Kurd dikare wê erkê bigire ser milê xwe. Eger cenabê we ew kes bizane ka ew kî ye, dikare navê wî mirovi ji min re binivîsin û em bi xwe bi wî mirovî re hevdîtinê bikin. Eger ew kes di wê îmkanê de be û karibe wergerê bike, em bi qasî îmkanên xwe hewl didin ku ew qebûl bike.Û ya ku we gotibû hejmara telefonê (73 – 27 – 1 – D) ez pêşkêşî cenabê we dikim û ji hemû heval û birayên Kurd silavan dikim û çavên wan maç dikim û herwiha ji hemû hevalên Azerbaycanê silavên xwe pêşkêş dikim.
Bi hurmet25/2/1955
Birayê we Barzanî Mistefa
Îmza

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.