Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 6 Adar 2026 - 17:00

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 315(12)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî


'Pêwîst e mixabin ev jî bêjin ku kesên naskirî ji Kurdistana Îranê ku endamên serokatiya siyasî jî bûn, rolekî şermezar di vê mijarê de lîstin û bi tengiya erkê neteweyî yê xwe nehatin. Bûn amûrê Bagirov û dezgehên nepenî heta bi dilê xwe wan bi joşîne û bike amûrê veqetandin û nakokiyê. [Barzanî cilda 1 r. 236]

Û di dawiyê de bi vê encamê digihîje ku:
Ev hevdîtina Barzanî û Bagirov û ev gengeşiya tund a navbera wan, bû sedema zordarî û zehmetîyeke zêde ji bo Barzanî û hevalên wî û dawîhatina wê serokatiya siyasî ya pêk hatibû. Çunku piştî ku ew oportunîstan milkêçîbûna xwe ya temam ji bo Azerbaycaniyan û herçî Bagirov digot dekirin, ji serokatiya siyasî jî vekişiyan.[Barzanî r. 236]
Di têkiliya gotinên kak Mesûd de pêwîst e behsa çend xalên giring were kirin:
1.Di nivîsara Mesûd Barzanî de mebesta bi kar anîna 'heman şêwazê Bagirov bi Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê re' ne zelal e, û nima dibe ku di nebûna tu belge û daxuyaniyek de ji aliyê lojîk û dîrokî ve mirov pê bawer bibe, ev cure nêrîn û şîroveyên wisa wek mezinkirina berxwedana Mela Mistefa Barzanî li hember Bagirov, bi berevajî guhdayîna Pêşewa Qazî Mihemed tê dayîn. Yanî Pêşewa wek serokê Komara Kurdistanê, mil da viyanên Bagirov, lê Barzanî tevî penaberbûna xwe li Yekîtiya Sovyetê, ew jî di dema fezaya polîsî ya Stalin û Bagirov de, ji ber ku nedixwest Kurd di nav neteweya Azerî de bihelîne bi hêrs berpêrçî da Bagirov. Hemû ew belgeyên di dest de bi başî nîşan didin ku Pêşewa bi berevajî şîroveya gumanbar a Mesûd Barzanî qet li gor ferman û viyana Bagirov destûr neda helandina Kurdî di nav hukumeta Azerbaycanê de û tew ragihandina 'Komara Kurdistanê' du meh û nîv piştî damezrandina hukumeta Firqeya Demokrat a Azerbaycanê li Tebrîzê, bi berevajî viyana Yekîtiya Sovyetê û Firqeyê bû ku dixwestin Kurdistanê wek beşek ji hukumeta Azerbaycanê mafê neteweyekî kêmîne bidinê. Tu belgeyek di dest de nîne ku îsbat bike Pêşewa Qazî Mihemed yekem serokkomarê Komara Kurdistanê, li gor zexta Bagirov guhdayî wî û hukumeta neteweyî ya Azerbaycanê bûbe.

Mircefer Baqrov
Sekretera yekam ya Komîta navendî ya Partiya Komonîsta Azerbaycanê
1896-- 1956

Ji aliyê din ve, Pêşewa Qazî Mihemed û rêberên wê demê yên kurd, her çend piştî dagirkirina Îranê ji aliyê hêzên hevalbendan di Tebaxa 1320ê hîcrî şemsî (August 1941) û hilweşîna fezaya serweriya şahiyetê, serhildana qeyrana siyasî û leşkerî, bêdesthilatîya Tehranê û guherînekî berçav di pêkhatina hêzên siyasî yên Îranê de, siyasetên xwe zêdetir ber bi hêzên pêşketinxwaz ên çep û demokrat ên wê demê ve wekî Hizba Tûde ya Îranê û Firqa Demokrat a Azerbaycanê di asta navxweyî de û Yekîtiya Sovyetê di asta cîhanî de ve diçû, lê li gorî belgeyan, berpirsên sovyetî ne tenê ji helwestên Qazî Mihemed wekî hevdîtinên wî yên bi nûnerê Amerîkayê razî nebûn, belku di piştgirîkirina wî de jî di rewşa paşvekişînê de bûn. Di yek ji raporanên Doher, cîgirê konsulê Amerîkayê li Tebrîzê ji bo Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê, bi dîroka 26ê Nîsana 1946 (6ê Gulana 1325) behsa hevdîtina xwe ya bi Qazî Mihemed re û pêşwaziya Pêşewa ji karanîna bandor û desthilata Amerîkayê ji bo guherîna Îranê bo demokrasiyekî rastîn û pêşwaziya kurdan ji xwe têkelkirina Amerîkayê di vê pêvajoyê de kiriye. Doher di raporêkî din de di 15ê January, yanî 15ê Befranbara 1325ê hîcrî şemsî dîsa îşaret bi vê mijarê dike û dinivîse:

'Kurd bi dilxweşî pêşwaziyê ji elaqeya Amerîkîyan di karûbarên xwe de dikin. Dilxweşiya herî zêde ya kurdan demokrasiya bi şêweya Amerîkî ye. Doher herwiha di raporêkî di 11ê Cotmeha 1946 de ku ji bo George V. Allen, balyozê Amerîkayê li Tehranê şandiye, têkeldarî dilgiranîya berpirsên sovyetî ji Qazî Mihemed re dinivîse: Berpirsên sovyetî niha bi helwestên Qazî Mihemed yên bi berpirsên amerîkî re pir gumanbar in û hemû rapor behsa wê yekê dikin ku sovyetî ji piştgiriya xwe ya ji Qazî re paşve kişiyane û rûyê xwe dane Zêro beg.
' [Raportên balyozxaneya Amerîkayê li Tebrîzê, r. 54, 53 û 78 û 94]
2.Kek Mesûd herwiha dema behsa rola şermavî ya "kesên naskirî yên li Kurdistana Îranê  dike ku digel endamtiya serkirdatiya siyasî jî, erkên neteweyî yên xwe pêk nehanîn û bûne amûrê Baqirov û dezgehên nehênî heta bi dilê xwe bihejînin û bikin amûrê veqetandin û nakokiyê"; navê tu kesê nayne û zelal nake ku bi kîjan pîvan û belge ev kes rola wisa lîstine û kengî û çawa 'ji serkirdatiya siyasî jî vekişiyane'?!

Birya Kak Mesûd û ewên ku dîrokê ji bo kurd dinivîsin hinekî bi berpirsiyarî çîrokên xwe nivîsandiba. Derbarê vekişîna ji serkirdatiya siyasî ya kurdên rojhilat jî, ger bîranînên nemir Zirar Silêman Beg Dergeleyî wekî çavkanî bînin, Rehim Qazî û Elî Gelawêj wekî nûnerên Kurdistana Rojhilat piştî destkêşana Mîr Hac û Ebdulrehman Muftî û Mihemed Necîb Berwarî û Silêman Beg yê dawîn kes bûn ku koşka encumenê [di Çile 1947de] bi cih hiştibûn. [Zirar Silêman r. 163] Ji aliyê din ve li gorî ew derfeta ku ji bo çend kurdên rojhilatî li Komara Azerbaycanê çêbûbû, berevajî Barzanî ku girîngiyê bi karê rêxistinî nedida û pê bawer bû 'şerkirin ji bêkariyê çêtir e' [Bogay r. 36] û nûnerên din ên başûr jî ku kar li vê komîteyê de bi ciddî negirtibûn, heta dema şandina kurdên Başûrê Kurdistanê bo Uzbekistanê di havîna 1948 û piştî wê jî bi derxistina rojnameya 'Kurdistan' heta sala 1339ê hîcrî şemsî / 1960ê zayînî, birêvebirina beşa kurdî ya radyoya Firqe û peykê Îranê, berhemanîna bikêr di warê dîrok, aborî, wêje û zimanêvanî de digel hemû astengiyên li ser rê, berdewamî bi karê xwe dan û li gorî şiyana xwe xizmetên giranbiha ji gelê xwe re kirin. Elî Gelawêj di havîna sala 1367 bi destê kujerên Komara Îslamî ya Îranê hate darvekirin û Rehim Qazî jî piştî vegera xwe ya dubare bo Azerbaycana Sovyetê di Gulana sala 1370 li surgunê koça dawîn kir.

Bêguman serpêhatiya Barzaniyan piştî gihîştina wan bo Uzbekistanê heta vegera wan di sala 1959 bo Iraq û Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi lêkolînekî din heye. Erka vê babetê behsa çonetiya jiyana wan li Azerbaycanê û karê hevbeş ê kurdên rojhilat û başûrê Kurdistanê li Bakûyê ye. Babeta jor ji aliyê lojîkê ve nîşan didin ku tawanbarkirina kesên naskirî yên li Kurdistana Îranê wekî sedema 'çewisandin û zehmetiyeke zêde ji bo Barzanî û hevalên wî', tiştekî din nîne bêyî sadekirina sedemên rûdanan û buxtanên bê belge.
Didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.