Berevajî kirina Rastîyê
(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 313(10)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Rêberatiya Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê bi şêweyê întîsabî bi Mîr Qasim Çeşm Ezer (serok) û Rehim Qazî (cîgirê serok) û Mîr Rehim Welâyî (berpirsê karûbarên propagandayê) hate sipartin. [Lahroudî 112]. Her di payîza heman salê de, yekemîn konferansa seranserî Ferqeya Demokrata Azarbaycanê, 9 sal piştî kongireya yekemîn a ferqeyê di sala 1324'an de, hat li dar xistin û bi dengdana beşdaran Komîteya Navendî ya Ferqeya Demokratî ya Azarbaycanê hate hilbijartin. Çeşm Azer bû serok, Rehîm Qazî cîgirê serok û Mîr Rehîm Welâyî, Ebduhusên Agahî û Balaş Azer Oghlu wekî endamên komîteya rêveberîyê hatin hilbijartin. [Lahrodî 117].
Ji bo demeke berçav Rehîm Qazî li gorî hilbijartina wî ji aliyê piraniya kadr û endamên ciwan ên Ferqeya Demokrat ya Azarbaycanê ve, roleke berçav di jiyana rêxistinî û siyasî ya vê partiyê de lîst û bêguman yar û dijminên xwe wekî destebendiyên her partiyeke din bû. Dijminên wî, bi taybetî Cihanşahlû ji ber hebûna kîn û nefretên kevn, ji bo şikandina kesayetiya Dr. Rehîm çîrok û destanên nerast çêkirin. Mixabin ev diyardeyê hîna jî heye, bûye rêbaza asayî di jiyana piraniya partiyan de.
Şandina Barzaniyan bo Uzbekistanê
Ji destpêka hatina Barzanî û hêzên wî bo axa Yekîtiya Sovyetê, kesên wek Sergey Nikiforovich Kruglov ji Wezareta Karûbarên Navxwe ya Yekîtiya Sovyetê, Semyon Denisovich Ignatiev ji Wezareta Ewlehiya Dewletê, Mîr Cefer Abbasovich Bagirov sekreterê Partiya Komunîst a Azerbaycanê û paşê Osman Yusupov sekreterê Partiya Komunîst a Uzbekistanê û Stalin bixwe rasterast di biryardanê de li ser jiyan û çarenivîsa Barzanî û hêzên wî li Yekîtiya Sovyetê beşdar bûn. [Bogay 33]
Ew berpirsên siyaseta nazik û hûrgilî bûn di têkiliyên bi Kurdan re û planên ji bo Rojhilata Navîn û bi taybetî ji Iraq û Îranê re. Di vê rêzê de serleşker Pavel Sudoplatov (1907 – 1996) yek ji serokên navdar ên dezgeha ewlehiyê ya Yekîtiya Sovyetê beşdarê sereke bû. Li gor bîranînên Sudoplatov, Semyon Ignatiev wezîrê ewlehiya dewletê bi hêviya rêkxistina desteyekî 1500 kesî ji bo çalakiyên têkderane li Rojhilata Navîn û bi gotineke din li Iraqê bû. Ev agahî ji hevpeyvînekê bi Gennadi Ignatiev kurê wezîrê ewlehiya dewletê re hatiye piştrastkirin [ku salên dirêj li Enstîtuya Dîroka Yekîtiya Sovyetê ya berê (Enstîtuya Dîroka Rûsyayê ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê ya îro) kar dikir. [Bogay 34]
Piştî ku di 15ê Mijdara 1947an de Barzanî bi nivîsandina nameyekê nerazîbûna xwe ji rewşa Barzaniyan ji Stalin re dibêje, karbidestên Moskowê jeneral Pavel Sudoplatov dişînin ba Barzanî. [Jîgalina 111-112]Sudoplatov bi vî awayî behsa hevdîtina xwe bi Barzanî re û rêça şandina Kurdên penaber ên Başûrê Kurdistanê bo Uzbekistanê dike:
'Em dixwast ku ji Kurdan ji bo lawazkirina bandora Îngilîz û Amerîkîyan li welatên Rojhilata Navîn ên ku bi Yekîtiya Sovyetê hemsînor bûn sûd wergrin. Min Barzanî agahdar kir ku aliyê Sovyetê lihev kiriye ku ew û beşek ji efserên wî li dibistan û akademiyên leşkerî perwerdeya taybet werbigirin. Herwiha min ew dilnîya kir ku bicîkirina wan li Asyaya Navîn demkî be û, heta ku rewiş ji bo vegera wan bo Kurdistanê pêk were, berdewam be.
Abakumov [Viktor Semyonovich wezîrê ewlehiya dewletê ya Yekîtiya Sovyetê di navbera salên 1946–1951 de] ferman da min ku Bagirov serokê partiya komonîst a Azerbaycanê ji naveroka van hevpeyvînan bi Barzanî re û bi taybetî biryara Stalin ji bo perwerde ya efserên Kurd li saziyên rahênana leşkerî ya Sovyetê de, agahdar nekim. Sedema vê yekê ew bû ku Bagirov dixwast ji bo têkdana aramiya rewşa Azerbaycana Îranê ji Barzanî u hêzên wî sûd werbigire. Lê Moskowê digot Barzanî dikare rolekî girîngtir di hilweşandina rejîma alîgirê Brîtanyayê li Iraqê de bilîze. Herwiha bi hevkariya Kurd imkana têkdana dirêjmayî ya saziyên neftê yên Iraqê (li Musulê) heye, ku di wê demê de girîngiyekî zêde hebû di dabînkirina berhemên neftê ji bo hêzên leşkerî yên Îngilîz-Amerîkî li Rojhilata Navîn û Deryaya Spî ya Navîn [Medîterane] de.
Piştî axaftin bi Barzanî re, bi balafirê çûm Taşkentê û desthilatdarên Uzbekistanê ji hatina zû ya Barzanî agahdar kirim. Paşê vegeriyam Moskowê. Barzanî bi hêzên çekdar û endamên malbatênwan re [Têbînî: jin û zarokên Barzaniyan bi wan re nebûn u ew yek gotinên Sudoplatov sist dike] berê xwe dan Uzbekistanê. [Sudoplatov. r. 424-425]
Lê di destpêkê de bi pêşniyareka kurt ya Mîr Cefer Abbasovich Bagirov sekreterê partiya komonîst a Azerbaycanê ji dewleta Yekîtiya Sovyetê re, ev desteyê li yek ji kampên qeraxê Deryaya Xezerê hatin bicîhkirin, xwarin, pêdiviyên wan û perwerdeya van kesan di karûbarên leşkerî de hatin rêkxistin. [Bogay 34]
Kurdên Başûrê Kurdistanê heta meha Tebaxa 1948an li Bakûyê man. Di vê demê de grupa Mela Mistefa Barzanî tevî hebûna wan di nav rêzên Komîteya Kurd yanî serokatiya Hîzba Demokrat a Kurdistanê de beşdariya wan a rastî di karê komîteyê de nebû, Mela Mistefa bi xwe giringî neda avahiyên rêxistinî, piraniya wan ji rewşa xwe razî nebûn û Mîr Hacî Ehmed daxwaza guhastinê bo navçeyekê din a Yekîtiya Sovyetê dikir. [Binêre belgeya jimare 8] Dewleta Îranê jî bi berdewamî bi şandina nameyan nerazîbûnê xwe nîşan dida ji hebûna wan li Azerbaycanê. [Jîgalina 115]
Ji aliyekî din ve li gor hinek raporan Mela Mistefa bi hêviya avakirina 'mîrekatîyek' Kurd li eşîrên Kurdan bi serokatiya xwe bû, herwiha pêşniyara damezrandina navçeyekê otonom a Kurdistanê li bakurê Komara Xweser a Naxçivanê yanî li sînorê Azerbaycanê bi Ermenistan û Tirkiyeyê re ji berpirsên Azerbaycanê re dabû û ev bûye sedema bêaramiya berpirsên navxwe ya [Azerbaycanê]. [Bogay 35] Û ev raman ji aliyê Partiya Komonîst a Azerbaycanê û serokê wê Mîr Cefer Abbasovich Bagirov ve nehat pêşwazîkirin. Di vê têkiliyê de Bagirov bi lez têkiliyê bi navendê [Moskowê] re dike û ev mijar ji aliyê Wezareta Karûbarên Navxwe ya Yekîtiya Sovyetê ve bi hûrgulî tê lêkolîn û derhal biryarek di têkiliya vê mijara hesas de tê dayîn. [N. F. Bogay, 182–183].
Didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
14 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
7 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
31 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
24 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
17 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
13 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
3 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
19 kanûnê






