(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 324(21)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Di eslê xwe de Mela Mistefa bi xwe ji vî karî hez dikir û ji bo ku bibe nûnerê yekane yê muhacirên kurd ên li Yekîtiya Sovyetê û ji bo ku Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê ya li Azerbaycanê bike pêrewê xwe, ji her tiştî sûd wergirt. Ew di sala 1954an de, dema ku wekî guhdar di Dibistana Bilind a Partiyê de bû (ku nêzîkî Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Sovyetê bû), daxwaza hevdîtinê bi rêveberiya Partiya Komunîst a Sovyetê re kiribû û di 13ê Berfanbara wê salê de karbidestê Komîteya Têkiliyên Derve yê Komîteya Navendî F. V. Voloşin pê re hevdîtin kiribû. Di dema axaftinê de Barzanî bi îsrar daxwaz kiribû ku agahiyên wî yên li ser Rehim Qazî yê ku di wan rojan de wekî cîgirê serokê Pariya Demokrat a Azerbaycanê hatibû tayîn kirin, bigihîne hevalên sovyetî. Mela Mistefa gotibû ku piştî Rehim Qazî ev erk girtibû ser xwe, name ji muhacirên kurd ên li Bakûyê (Selmasî, Rehman Germiyanî, Ezîz Şemzînî û Hesen Hîsamî) gihîştibûn destê wî. Ew piştrast dikin ku piştî têkçûna rejîmên dêmokratîk ên li Azerbaycan û Kurdistanê ji aliyê Îranê ve û gihiştina wê nûçeyê di 1947an de li Bakûyê, di wê demê de hevalên kurd li dibistana leşkerî ya Bakûyê dixwendin, Rehim Qazî hevalên xwe kom kiribû û gotibû: „Bimire Yekîtiya Sovyetê, bijî Qewamûs-Saltane.“ Li gorî agahiyên wan, heman rojê ew çûye Konsolosxaneya Îranê ya li Bakûyê û daxwaza vîzeyê kiriye ku vegere Îranê û hevalên xwe jî teşwîq kiriye. Voloşin di raporta xwe ya ji bo Beşa Têkiliyên Derve ya Komîteya Navendî de li ser axaftina bi Barzanî re wiha dinivîse: „Ew kurdên ku name ji Barzanî re şandibûn û Barzanî bi xwe jî wisa dinirxînin ku tayînkirina Rehim Qazî di wî postî de ji ber vê ye ku Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst nasnameya rast a wî merivî nas nake. Gumanê Barzanî ew bû ku serokê Meclîsa Bilind a Komara Sovyetî ya Azerbaycanê Mîrza Îbrahîmov rê li ber vê yekê vekiribe. Li gorî agahiyên Mela Mistefa, mamê Rehim Qazî, Mihemed Qazî # di salên 1946–1947an de diyariyên pir bi qîmet dane Mîrza Îbrahîmov.“ [4] Naveroka axaftina F. Voloşin bi Mela Mistefa rojeka şûnde ji aliyê cîgirê rêveberê Beşa Têkiliyên Derve yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Sovyetê Vînogradov ve ji bo Sekreterê Yekem ê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê Îmam Mistefayêv hate şandin û ji bo lêkolîna li ser vê yekê ku gelo Qazî Mihemed „diyariyên bi qîmet“ dane Mîrza Îbrahîmov, ji Moskowê komîsyonek şand Bakûyê. Lê lêkolînan „gumanên Barzanî“ piştrast nekiribûn û paşê ev mijar hate girtin. [5]
Dijberî û têkiliyên Mela Mistefa Barzanî yên bi Serkirdayetiya Azerbaycanê re û ew hejmara kêm a koçberên kurd ên ku li Azerbaycana Sovyetê dijiyan, zêdetir ji Moskowê bûn. Organên xizmetên taybet ên Sovyetê ji sala 1941’an ve dest bi çalakiyên li nav Kurdên Rojhilata Nêzîk kiribûn. [6] Piştî şikestina hukmeta neteweyî di Kanûna Yekem a 1946’an de, demek kin piştî hatina demokratên Azerbaycanê bo Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst, di 17-18’ê Hezîrana 1947’an de, di bin serokatiya Barzanî de, 499 siwarên kurd ji herêma Culfa derbazî Azerbaycana Sovyetê bûn. Ew desteyê her çend 15 sal berê li Iraqê jî bûbûn, hatibûn nav Îranê û jiyana koçberiyê hebûn û bi riya astengiyên jiyanê çerxa jiyana xwe dizivirandin. Barzanî tavilê piştî hatina xwe ya Yekîtiya Sovyetê rayedarên agahdar kir ku ew dixwaze “li dijî Îranê berdewamiya têkoşîna çekdarî bike”. [7] Lê desteya Barzanî gava gihîştin Naxçivanê çek hatin standin û ji wan 303 tiving, 5 otomat, 55 pistol, 54 narincok, 13 dûrbîn û 13 hezar fîşek hatin standin. Û li gorî şîretên Wezareta Karûbarên Hundir a Komarên Sovyetên Sosyalîst, fermandarê hêzên îdareya sînorî ya Azerbaycanê general Malişev gava çavê wî bi Mela Mistefa ket, Mela Mistefa ragihand ku amade ye li dijî kevneperestiya Îranê hemû şîretên hukmeta Sovyetê bi cih bîne. [8]Desteya Barzanî hefteyek piştî hatina xwe ya Azerbaycana Sovyetê, dema ku ber bi herêma Culfa ve diçûn, Komîserê Sînorî yê Îranê Baqirzade nameyek ji Îdareya Sînorî ya Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst li Naxçivanê re nivîsand û ragihand ku ew 20 roj berê ji axa Tirkiyê ketine axa Îranê, talanker bûne û daxwaz kir ku nêzîkî 400 siwarên kurd vegerînin Îranê. [9] Lê li gorî talîmatên serkirdayetiya Sovyetê, îdareya sînorî ya Naxçivanê destê xwe ji vegerandina desteya kurdan berda û venegerandin Îranê. Barzanî ji hukmeta Sovyetê daxwaz dikir ku desteya wî çend meh li Sovyetê bêveguhastin, perwerde bibînin û dîsa destûr bê dayîn vegerin Îranê. Ji bo wê armancê Mîrcefer Baqirov pêşniyar kiribû Moskowê ku desteya Barzanî li yek ji kampên peravê Zerya Xezerê bê bicîhkirin û li wir perwerdeya leşkerî bibînin. Lê li gorî agahiyên ku li ber destê organên îstixbaratê yên Sovyetê bûn û analîza wan, ew gihîştin wê encamê ku armanca Barzanî berî her tiştî avakirina dewleteke eşîrtî-feodal bû. [10]Li gorî şîreta Wezîrê Ewlekariya Dewletê yê Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst Viktor Abakumov, ew ji xelkê xwecihî yê Naxçivanê hatin veqetandin. Piştî bicîhkirina wan li Naxçivanê, Barzanî pêşniyar kir ku li ser axa herêma Noraşenê ya ku li bakurê wî wilayetê ye û li ser sînorê di navbera Ermenistan û Tirkiyê de ye, îdareyeke xweser a Kurd bê avakirin. [11] Mîrcefer Baqirov bi têgihîştina niyeta Barzanî, berevajî şîretên organên Yekîtiya Sovyetê, pirsgirêka dûrxistina desteya çekdar a Kurdan ji sînorên Îranê ji holê rakir. [12]Hê di sala 1947’an de, serokê îdareya keşfiyat û dij-jasûsiyê ya Wezareta Ewlekariya Dewletê general Pavel Sudoplatov, ku bi navê Matiyev wekî cîgirê rêveberê giştî yê Rêveberiya Telegrafê ya Yekîtiya Sovyetê dostaniya desteya leşkerî ya kurdan a ku hatibûn axa Sovyetê dikir, ji aliyê Abakumov ve hate diyar kirin ku bi Barzanî re muzakere bike, soza penaberiya siyasî bide wî û wî agahdar bike ku komê wî li Ozbekistanê bê bicîhkirin. Di heman demê de bi navê serkirdayetiya Sovyetê ji Barzanî re hate ragihandin ku ew bi xwe û beşek ji efserên wî dikarin bi awayekî taybet li dibistanên leşkerî û akademiyên Komara Sovyetê bêne perwerdekirin. [13]
Didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
2 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
24 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
18 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
11 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
6 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
28 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
21 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
14 adarê