Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 14 Adar 2026 - 09:00

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 316(13)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî


Bêguman kesên wekî birêz Mesûd Barzanî divê pir berpirsiyartir li wan babetan binêrin ku li ser dîroka kurdî dinivîsin û hêrs û xeyîdîna şexsî ya xwe têkelê nivîsên xwe nekin. Mixabin Kak Mesûd ev şêwazê nivîsîna dîrokê û berevajî kirina rastîyê di 'beşa dîroka Kurdistana Rojhilat' a kitêba 'Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd (1975 – 1990)' sala 2021ê zayînî dubare kiriye. Bêguman ew erka berpirsên îro yên ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye ku bersiva ev şêwazê berevajî kirina rastiyê û nivîsîna dîroka kurdî ya rojhilata Kurdistanê bidin. Mixabin rewşa nebaş a wan li Başûrê Kurdistanê wekî astengekî berçav xuya dike ji bo pêkanîna vê karê.
***
Menaf Kerîmî, wezîrê kulturê yê Komara Kurdistanê, di vê têkiliyê de wiha dibêje:"Hikumeta Azerbaycanê dixwest navenda Mukriyanê bixe bin destê xwe. Gava dixwestin meclîsa neteweyî ya xwe ava bikin, wekî bajarên din ên Azerbaycanê, li Mehabadê jî geriyabûn û hilbijartin li dar xistibûn.Ji bo nûnertiya Mehabadê di wê meclîsê de Hacî Mustefa Dawudî, Kerîmî Ehmedeyn, Wehabî Bilûryan, ez û Elî Rîhanî hatin hilbijartin.Di roja vekirina meclîsê de, nûnerên bajarên Azerbaycanê yek bi yek axivîn, pîrozbahiyên xwe ragihandin û paşê merasîma sondxwarinê bi vî awayî pêk anîn ku sond bixwin ku fîdayi û canfîda bin ji bo Azerbaycanê.Gava dor hat nûnerên Mehabadê, Hacî Mustefa Dawudî rabû ser piyan û ragihand: "Em piştgiriya neteweya Azerbaycanê dikin, lê em sond nexwarin ku fîdayî  bin ji bo Azerbaycanê."Ji bo sibê em bêyî agahdarkirina hikumeta Azerbaycanê ji Tebrîzê (Tewrêz) vegeriyan Mehabadê û ji Mehabadê nameyek şand Tebrîzê û em gihandin wan ku: "Em ne parçeyek in ji Azerbaycanêne û em dixwazin serbixwe bin."Bê guman, piştî avakirina meclîsa neteweyî, wan kabîneya wezîran a xwe jî ragihandibû û navnîşa wezîrên xwe ji Tehran, Mehabad û ji Partiya Tûdeyê re şandibûn.Me jî li Mehabadê civîneke awarte li dar xist û di wê civînê de kabîneya wezîrên a xwe hilbijart. Hilbijartina wezîran bi temamî li gorî şêwirmendî û guftûgoya ramanan bû.Mînak, Mehmûdê Welîzade ku dîploma çandiniyê li Kerecê wergirtibû, li gorî şêwirmendiya endamên amade di civînê de, wekî wezîrê çandiniyê hate hilbijartin.Me jî nusxeyek ji biryarên wê civînê û lîsteya wezîrên hilbijartî ji Tehran, Urmiyê û Tebrîzê (Tewrêz) re şand."Çavkanî: Kovara fesilname "Ruwange", hejmara 15, Mordad 1382 (Tîrmah 2003), "Komara Kurdistanê ji nêrîna wezîrê kulturê wê", Hevpeyvîna bi Menaf Kerîmî re, Amadekirina: Simayil Mustefazade, Wergera ji farisî: Hesenî Qazî

MENAF KERÎMÎ

Yek ji serkerdeyên komara Kurdistanê

Ji bo zîndî kirina dîroka komarê pir ked da


***
Awrdan li ser çend berevajî kirina rastîyan
Di berdewamiya babetê de bi kurtî awrêkê didin ser çend nivîsên ji aliyê neyarên Elî Gelawêj û Rehim Qazî  hatine nivîsandin û ew tawanên ku dane ber wan.

Dr. 'Cihanşahlu Efşar', endamê grûpa 53 kesî di serdema Reza Şah, yek ji damezrênerên rêxistina ciwanan a Partiya Tûde ya Îranê, cîgirê Seyd Cefer Pîşewerî serokê Firqa Demokrat a Azerbaycanê di serdema hukmeta neteweyî ya Azerbaycanê û di rêberên sereke yên Firqa Demokrat a Azerbaycanê li Yekîtiya Sovyetê bûye. Di sala 1972 çûye Almanyaya Rojava û di sala 2012 li Berlînê di temenê 99 saliyê de koça dawî kiriye.

Kurtê gotinên Cihanşahlu:

-Ji aliyê dezgeha asayişa Rûs ve Elî Gelawêj wekî efserê Rûs, bi cil û bergê efseriyê mêvandariya Barzaniyan kiriye û şev û roj ligel wan li cihêkî bûye û bi mebest xwe wekî Rûsekî nîşan daye.

-Barzanî û hevalên wî ji ber ku Gelawêj nas nekirine û pê bawer bûne u wilo fikir kirine ku Rûs e û kurdî û farisî û heta tirkî jî nizane bi dilê xwe pêkve axivîne û Elî Gelawêj jî rojane raporta temam a gotûbêj, helwest û ramanên wan daye dezgeha asayişa Rûs. Lê ji bo Cihanşahlu ne zelal e ku Elî Gelawêj çi cure raportek ji wan daye dezgeha asayişa Rûs!

-Paşmayên rêxistina Demokrat a Kurdistanê û di nav de Elî Gelawêj ne tenê dilxweşiyek ji kurdên Barzanî nebûye belku qîn jê hêlabûye û heta dema kuştina Pîşewerî [havîna 1947] û damezrandina ji nû ve ya Firqa Demokrat a Azerbaycanê ev kurdên Barzanî bi cuda û nehênî jiyane, tenê çend kes ji Firqeyiyan ji hebûna wan li sanatoryûmekê agahdar bûne, lê wan nedîtine. [Cihanşahlu, bergê 2. r.32 û 30]

-Piştî damezrandina ji nû ve ya Firqa Demokrat a Azerbaycanê û dezgeha propagandaya wê, di heman avahiya wan de rêxistineke biçûk bi navê Firqa Demokrat a Kurdistanê hatiye çêkirin, Mela Mistefa Barzanî û hevkarên wî yên ku heta wê demê nehênî bûn, ji wê demê ve eşkere bûne û komîteyek bi navê Komîteya Firqa Demokrat a Kurdistanê damezrandine. Endamên vê komîteyê, heta ew cihê ku di bîra Cihanşahlu de maye, ji Mela Mistefa Barzanî û du kes ji hevalên wî û dihat gotin Murad Rezmawer (serwanê topaxaneyê û endamê rêxistina efseriya Partiya Tûde û kurdê Kermanşan) amûrê dezgeha asayişa Rûs û Rehim Seyfî Qazî birazî [pismamê] Qazî Mihemed û Elî Gelawêjê Mehabadî pêk dihat. Di wê serdemê de ye ku êdî Barzanî û hevkarên wî zanîne ew kesê ku çend meh wekî efserê Rûs mêvandariya wan kiriye kesek nîne ji bilî Elî Gelawêjê Mehabadî.

-Mela Mistefa û hevalên wî her ji serdema yeksalî ya desthilata Firqa Demokrat a Azerbaycanê ve hevkariya xwe ligel Qazî Mihemed û malbata wî nekirine û di wê baweriyê de bûne ku ew amûrê siyasetên koloyalîsti yên Îngilîzanê ne.

-Temenê komîteya navendî ya Firqa Dêmokrat a Kurdistanê pir kurt bûye û di serdema hevkariya eşkere ya Rehim Seyfî Qazî û Elî Gelawêj ligel Barzanî, dev ji gotinên xerab û axaftinên li dijî mêrxasên dilpak ên Barzanî ber nedane û di encama hemû ev neyarêtî û durûtiyên wan de piştî çend mehan wisa bûye ku kes Mela Mistefa Barzanî û hevkarên wî li Bakûyê nedîtine. Cihanşahlu û cemaeta Firqe ji ber gotineke kurt a general Atakşiyof zanîne ku Barzaniyan hatine bê ser û şûn kirin, û tam di wê demê de rêberên sovyetî ferman daye ku ji ber tunebûna tiştekî bi navê komîteya navendî ya Firqa Demokrat a Kurdistanê Rehim Seyfî Qazî û Elî Gelawêj wekî endamên komîteya navendî ya Firqa Demokrat a Azerbaycanê werin coopte kirin [Cihanşahlu, bergê 2. r.54 û 52]
Didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.